Hemîd Xwastî Îsmaîl

Hemîd Xwastî, di sala 1939 ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1976 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re dike. Di sala 1979 pileya berpirsê serbazî ya Lîjneya Navçeya Zaxo yê wergirtiye...


Hemîd Xwastî Îsmaîl, di sala 1939 li gundê Bazingîr ya li devera Sindiyan ser bi qeza Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Xêzandar bûye û di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê nîştecîh bûye û ji wir ve ew veguhestine komelgeha Seraw û Nîlufer li Kirmaşan. Paşê vegeraye bajaroka Nexede. Paşê malbata wî çûne wargeha Zêwe, li Zêwe ji bo komelgeha Rebet û ji wir ve jî ji bo wargeha Cehrumî ya parêzgeha Farisî (Şêraz) ya Başûrê Îranê hatine veguhestin, ji wir ve jî ew vediguhezin parêzgeha Yezd ya li nava welatê Îranê.

 

Di sala 1961 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê kiriye û li cem Selman Sindî yê pismamê xwe bûye Pêşmerge. Heta sala 1965 li wê hêzê de maye. Piştî pêkanîna Betalyona Elî Halo bûye Serpel. Di sala 1967 çûye devera Berwarî Bala û li Hêza Esed Xoşewî de bûye Cîgirê Hemîd Hefzula Omer ku Fermandeyê Hêzên Destweşên bû li devera Dihok, Şêxan û Akrê.

 

Piştî peymana 11 ê Adara sala 1970 nav bihurî heta çar salan li Betalyona Sê ya Pasevaniya Balafirgeha Bamernê bûye. Di sala 1974 Cîgirê Fermandeyê Hêzê Destweşên bû û li şerên Balek, Gorez û Hawdiyan de beşdariyê kiriye. Di sala 1976 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re dike û li tixûbê Bakûrê Kurdistanê ve çûye gundê Hedîş ya li qeza Uludere. Li wir li gel xizmên xwe ku nêzîkî 25 kes dibin, mefrezeya Gerok ava dikin û dest dikin bi xebatê û li gundê Komate ku Baregeha Serekiya Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye dimînin.

 

Di sala 1979 beşdariya kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike. Piştî temambûna kongreyê vegeriya ye cihê xwe û pileya Berpirsê Serbazî ya Lîjneya Navçeya Zaxo wergirtiye. Di sala 1984 ji bo Lîjneya Navçeya Amêdî hatiye veguhestin û bûye Endamê Lîjneya Navçeyê û Berpirsê Serbazî. Di sala 1986 bûye Endamê Leqa Yek û Berpirsê Serbazî ya Leqê. Di sala 1988 piştî operasyona Enfalê û kîmyabaran kirina navçeya Behdînan, Hemîd Xwastî derbasî Bakûrê Kurdistanê bûye û heta sala 1991 li wir maye.

 

Piştî raperîn û serhildana Başûrê Kurdistanê li sala 1991, nav bihurî bûye Endamê Leqa Yek li Dihokê û li heman demê de jî bûye Cîgirê Babekir Xêbarî Fermandeyê Leşkerê Kurdistanê li Zawîte. Di sala 2000 bi Mistefa Nêrweyî re Dezgeha Eylûlê li Dihokê damezrandin. Di sala 2003 Dezgeha Eylûlê li Zaxo hate vekirin û navbihurî bû bi berpirsê dezgehê.

 

Hemîd Xwastî li jiyana Pêşmergeyetiyê da beşdariya dehan şerên li şoreşa Eylûl û Gulanê kiriye. Di sala 1961 çekkirina Binkeya Polîsên Zaxo, di sala 1972 şerê Deşta Akrê û li wê şerê da birîndar bûye. Di sala 1974 şerê Geliyê Dihokê, di sala 1977 şerê Deşta Sindiyan, di sala 1983 şerê Çiyayê Serê Dêrê, di sala 1985 şerê Amêdî, li 26 ê Gulana 1987 çekkirina Binkeya Polîsên Balafirxaneya Bamernê, di sala 1987 Destana Kanî Masê û çendîn şerên din de beşdar bûye.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye. Di sala 2013 bi pileya Ferîq hatiye xanenişîn kirin.

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir