Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmoktar a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1953’an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de wek endamê komîteya rêvebir hat hilbijartin û piştî demekê kin wek sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hat destnîşankirin, di sala 1960an de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê yedek di Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) de (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin.


Jiyanname

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1927an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye, di sala 1946an de taqîkirina (îmtîhana) xwe ya dawî ya qonaxa amadeyî li girtîgehê kir, di sala 1948an de li Beşa Îngilîzî ya Koleja Perwerdeyê ya Bexdayê hate qebûlkirin û di sala 1953an de Bachelorya (lîsansa) li Koleja Perwerdeyê ya Bexdayê Beşa Îngilîzî wergirtiye, di sala 1953’an de ji ber têkoşîna kurdewarî mafê damezrandinê jê re nehat dayîn û ji bo debara jiyana xwe li komanyayeke taybet li bajarê Bexdayê kar dikir, di sala 1957an de li Dibistana Navîn a Hille wek mamoste hat damezrandin, di sala 1958an de, piştî nemana rejîma Padîşahiya Iraqê, ji bo Rêveberiya Perwerdeya Hewlêrê hat veguhestin û wek mamoste kar kir, di sala 1958 de mamosteyê Îngilîzî li Mala Mamosteyên Seretayî ya Hewlêrê bû.

Di 16ê Kanûna duyem a 1960an de ji ber kirîza dil li bajarê Hewlêrê koça dawî kir, roja 22ê Kanûna duyem a 1960an rojnama Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, nûçeya mirina wî belav kir, Sekreterê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Şaxê Hewlêrê sersaxî ji malbata wî re xwestin. Bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî baş dizanibû.


Xebatname

Di sala 1942an de beşdarî xwenîşandana li ber deriyê parêzgeha Hewlêrê bû ji bo serbestberdana parêzer Ewnî Yousif Ehmed (1908-1988) û Dr. Caafer Mihemed Kerîm (1910-2000) ku bi navê Dr. Caafer Feylî tê naskirin û Hesen Taha Ebdulezîz (1915-1999), ku bi navê Hesen Ketanî jî tê naskirin, ku ji ber têkoşîna xwe ya kurdewarî ji aliyê waliyê Hewlêrê ve hatibûn zîndanîkirin, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1948an de tê girtin û di girtîgehê de taqîkirina (îmtîhana) xwe ya dawî ya qonaxa amadeyî dide û bi ser ket, di sala 1948 de, ew nûnerê Kongreya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Giştî yên Iraqê (Kongreya Şêran) bû, di sala 1949’an de ji ber xebatên siyasî tê girtin, di sala 1953an de endamê komîteya damezrêner a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bû, di sala 1953an de bû endamê komîteya amadekar a yekemîn kongreya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, di sala 1953’an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de wek endamê komîteya rêvebir hat hilbijartin û piştî demekê kin wek sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hat destnîşankirin, di sala 1953an de endamê komîteya damezrêner û endamê serkirdatiya Yekîtiya Lawên (Ciwanên) Dêmokrat a Kurdistanê bû, di sala 1959an de bû berpirsê Komîteya navçeya Hewlêrê a ser bi komîteya liqa duyem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê –Yekgirtû.

Di sala 1959an de endamê komîteya amadekar a çaremîn kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq bû, di sala 1959ê de, ew nûnerê kongreya çarem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq li bajarê Bexdayê bû, di 10 Kanûna yekem a 1959 de bi nûnertiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li navenda rojnameya Xebat li Hewlêrê bi boneya başbûn û derketina Zeîm Rûken Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) ji nexweşxaneyê ku ji hewla kuştinê ya Partiya Beis a Sosyalîst a Erebî rizgar bû û başbûna wî ji cemawerî re axaftinek kir, ji 15 heta 17 Tebax 1960 nûnerê parêzgeha Hewlêrê di kongreya duyem a Yekîtiya Mamosteyên Kurd de (Kongreya Duyem a Şeqlawa) bû, di sala 1960an de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê yedek di Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) de (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin, di sala 1960ê de sekreterê şaxê Hewlêrê yê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû.


Çavkanî:

1. Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî Temen Ji Ciwaniyê heta Koşka Komarê, berg 1, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2017), r. 40, 65.

2.Saadî Yûsif, bîranîna têkoşer Heyder Mihemed Emîn, berbijarê Komîteya Navendî ya Partî, rojnameya Xebat, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 937, Hewlêr, În, 13.08.1999, r 7.

3.Şuwan Mohammed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1958 û 1963an de, lêkolînek li ser rewşa siyasî, (Hewlêr, Çapxaneya Rojhelat, 2012), r. 186.

4.Cemal Nebez, Bîranînên rojên ku Venagerin, (Silêmanî, Çapxaneya Şivan, 2017), r. 41, 417, 418, 513.

5.Mam Celal, têkoşîn ji ku derket û çawa bû organa PDK’ê? û çawa hat kirin? Kovara Xak, Hejmar 55, Sal 5, Silêmanî, Çapxaneya Dilêr Offset, 10.12.2002, r 5.

6.Mam Celal, Sala Kongreya Xwendekaran, Beş 5, Kovara Xak, Hejmar 14, Sal 2, Silêmanî, Çapxaneya Dilêr Offset, 10.08.1998, r.6, 8.

7.Mamoste Heyder Mihemed Emîn koça dawî kir, rojnama Xebat (Têkoşîn), berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 413, sala duyem, Bexda, Duşem, 23.01.1961, r 2.

8.Bîranîna têkoşer Heyder Mihemed Emîn, berbijarê Komîteya Navendî ya Partî, rojnameya Xebat, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 937, Hewlêr, În, 13.08.1999, r 7.

9.Saman Kerîm Mehmûd, Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê 1953-1975, (Kerkûk – Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Kerkûkê – 2010), r. 34, 58.

10.Sîrwan Osman, Dîrokek geş û karwanek neşikestî, (Hewlêr, Çapxaneya Rewşenbîrî, 2014), r 41.

11.Siddîq Celîzade, Çend gotinên ked û wefadarî ji bo giyanê nemir Heyder Mihemed Emîn, rojnama Birayetî, organa Partiya Demokrat a Kurdistan-Yekgirtû, hejmar 1922, Hewlêr, Şemî 16.04.1994, r 4.

12.Ebdulsetar Tahir Şerîf, Dîroka Partiya Şoreşger a Kurdistanê, çapa duyem, (Bexda - Weşanên El-Sewrî - 1979), r 142.

13.Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutabiyên  (Xwendekarên) Kurdistanê, (Hewlêr – Pirojeya Nivîsandina Dîroka Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê – Çapxaneya Rojhelat – 2012), r 18.

14.Koça dawî ya Mamoste Heyder Mihemed Emîn, Kovara Rojî Nû, Hejmar 11, Sal 1, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, Sibata 1960, r 100.

15.Kongreya Pêncemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kovara Rojî Nû, Hejmar 3, Sal 1, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, Hezîran 1960, r 56.

16.Duyemîn Kongreya Herêmî ya Mamosteyên Kurd li Şeqlawa, (Silêmanî, Yekîtiya Mamosteyan Şaxa Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 1960), r 109.

17.Di hevpeyvîneke taybet de, Serok Talebanî hûrgiliyên damezrandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê (YQK) eşkere dike, Kovara Xebata Qutabiyan, Organa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, Hejmar 109, Hewlêr, Çapxaneya Roksana, Hezîran 2012, r 9.

18.Mam Celal têkoşerekî xwedî xisletên baş, xisletên mirovî, xisletên kêm wêne û exlaqê bilind, rojnameya El-Îttihad, rojnameya navendî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmar 384, sala heştem, Silêmanî, În, 05.08.2000, r 3.

19.Mam Celal, bi boneya 46 saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, rojnameya El-Ittihad, rojnameya navendî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmara 306, sala heftem, Silêmanî, roja Înê 19.02.1999ê Mîladî. r 5.

20.Navên endamên kongireya duyem a herêmî ya mamostayên kurd li Şeqlawa, kovara Hetaw, hejmar 184, sala heftem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, Çarşem, 31.08.1960, r 19.

21.Navê mamostayên ku li Şeqlawa di kongreya duyem a mamosteyên kurd de beşdar bûne, 15-17 Tebax 1960, rojnama Dengî Kurd, hejmar 19, sala yekem, Bexda, Çapxaneya Mehabadê, Duşem, 22-08-1960, r 3.

22.Newzad Fuad Reşîd, Qefteke Kulîlkan di Dîroka Yekîtiya Lawên (Ciwanên) Demokrat a Kurdistanê de, berg 2, (Hewlêr - Mekteba Sekreteriyê - Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê - Çapxaneya Welat - 2018), r 14.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir