A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Mistefa Kerîm Xefur

Siyasetmedar Mistefa Kerîm Xefur, bi navê (Mistefa Hemamçî), hatiye nas kirin. Di ‌sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd, paşê ji partiyê derketiye û amade nebûye biryar û raspardeyên partiyê bi cîh bike.

Agahiyên bêtir

Mihemed Musa Feylî

Efser û aborînas û siyasetmedar Mihemed Musa Sadiq, bi navê (Mihemed Feylî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Mecîd Etruşî

Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, bi navên (Mecîd Efendî û Mecîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye û li dawiya sala 1964 an ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kariyê (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin.

Agahiyên bêtir

Îsmaîl Arif

Siyasetmedar Îsmaîl Arif Ebdul Xefur Hacî Elî, bi navên Simko ـ Serbest hatiye nas kirin. Di sala 1947 û piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) da...

Agahiyên bêtir

Hesen wesman Hesen

Hesen wesman Hesen, di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û heman salê de bûye Pêşmerge. Di sala 1974 li gundê Dergele ji ber topbarana rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed

Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1984 an de li encamdana çalakiyeke partîzanî de ji aliyê serok cehşek ve hatiye destgîr kirin û piştî heft mehan zîndanî kirina li girtîxaneya Ebu Xerîb de hatiye sêdare dan.

Agahiyên bêtir

Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake

Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê de fîşek li ber ketiye û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Kerîm Fetah Qadir

Kerîm Fetah Qadir, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û di sala 1963 an de bi desteyekî hevsengerên xwe re li gundê Hesen Awa ketine nava kemîn û dorpêçeke serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqê û piştî destgîr kirina wan Kerîm Fetah û sê hevsengerên wî hatine gulle baran kirin û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Hisên Mihemed Ebdula Xale

Hisên Mihemed Ebdula Xale, di sala 1979 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye û li rêxistina Sîrwan ya ser bi Lîjneya Navçeya Xaneqînê ya Leqa Sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Di 6 ê şubata sala 1982 an de ji ber bombebarana balafirên cengî yên Hikûmeta Iraqê şehîd bûye.

Agahiyên bêtir