Kakebira Ferîq Ehmed Kake

Kakebira Ferîq Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1981 an de li şerê Ruzle û Parezan de şehîd bûye.


Şehîd Kakebira Ferîq Ehmed bi navê Şehîd Eta hatiye nas kirin û di sala 1969 li gundê Newê ya ser bi nahiye ya Xurmalê ji dayik bûye û gundnişîn bûye û karê ajaldariyê re mijûl bûye.

 

Di sala 1980 an de li herêma Pênc ya Şarezûrê bûye Pêşmerge ku wê demê bi fermandeyî ya Mela Fayeq Çuçanî bû. Beşdariya şerê Serbazgeha Berkegan û şerê gundê Qacir û şerê Kanî Spîlke û şerê çiyayê Seyid Sadiq û çalakiyên partîzanî ya li deşta Şarezûrê de kiriye.

 

Li 15 ê Adara 1981 an de li şerê Rezle û Parezan ku êrîşî Celaliyan li ser sengerê hêzên Pêşmerge bû, Şehîd Eta li sengerê berevaniyê de fîşekek li ber ketiye û şehîd bûye. Heman demê de bi wî re du hevsengerên wî yên bi navên Şêrzad Wilesimtî û Xule Zerdoyî de şehîd bûne û Mame Reşe ku bi navê Reşe Keçe hatibû nas kirin bi dijwarî birîndar bûye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir