Kemal Elî Nadir Mihemed

Kemal Elî Nadir Mihemed, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1969 an de şehîd bûye.


Şehîd Kemal Elî Nadir Mihemed, li sala 1947 an de li nahiye ya Xurmal ya ser bi parêzgeha Helepçeyê da ji dayik bûye. Niştecihê Xurmal bû û karê cotkariyê re mijûl bû û bazirganê di nava bazara Xurmal de bû û heta qonaxa seretayî xwendiye. 

 

Şehîd Kemal Elî Nadir Mihemed li sala 1967 an de peywendiyê bi rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li Leqa Pênç ya bi serpereştiya Hisên Begê Ciwanroyî ya ser bi Betalyona Heft ya Biyare bi Fermandeyî ya Cemal Namîq ya ser bi hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. 

 

Piştî belavbûna nûçeyên ku Kemal Elî Nadir Mihemed bûye Pêşmerge, bavê wî Kemal ji aliyê serok cehşek yê bi navê Reşeyê Salih ve hatiye destgîr kirin û paşê jî dest li ser tevahiya zeviyên çandin û mal û mulkên nîştecîh bûna wan da digrin û malbata wî ji nahiye ya Xurmal hatiye derxistin.     

 

Kemal Elî beşdariya şerê cehşên Kolwane Surekan ya li nahiye ya Xurmal ya sala 1968 an de, şerê Erbet ya sala 1968 an de, şerê Kolwane Surekan ya li çiyayê Şinriwê ya sala 1969 an de, şerê cehşên Kolwane Surekan li Ebabeylê ya nêzîkî parêzgeha Helepçe ya di sala 1969 an de kiriye. 

 

Celaliyên Kolwane Surekan bûne pêşeng û rênîşanderên artêşa wê demê ya Iraqê li ser sengerên berevaniya hêzên Pêşmerge ya li sala 1969 an de êrîş kirine ser sengerê Ebabeylê û Kemal Elî bi fîşekê Kolwane Surekan şehîd bûye.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Hesen wesman Hesen

Hesen wesman Hesen, di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û heman salê de bûye Pêşmerge. Di sala 1974 li gundê Dergele ji ber topbarana rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed

Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1984 an de li encamdana çalakiyeke partîzanî de ji aliyê serok cehşek ve hatiye destgîr kirin û piştî heft mehan zîndanî kirina li girtîxaneya Ebu Xerîb de hatiye sêdare dan.

Agahiyên bêtir

Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake

Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê de fîşek li ber ketiye û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Kerîm Fetah Qadir

Kerîm Fetah Qadir, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û di sala 1963 an de bi desteyekî hevsengerên xwe re li gundê Hesen Awa ketine nava kemîn û dorpêçeke serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqê û piştî destgîr kirina wan Kerîm Fetah û sê hevsengerên wî hatine gulle baran kirin û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir