Îsmaîl Arif

Siyasetmedar Îsmaîl Arif Ebdul Xefur Hacî Elî, bi navên Simko ـ Serbest hatiye nas kirin. Di sala 1947 û piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) da...


Siyasetmedar Îsmaîl Arif Ebdul Xefur Hacî Elî, bi navên Simko ـ Serbest hatiye nas kirin. Di sala 1947 û piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) da, beşdariya rûbirûbûna artêşa w‌elatê Îranê kiriye. Di sala 1959 nûnerê kongreya çarema Partiya Demokrata Kurdistana - Iraqê li bajarê Bexdayê bûye. Di sala 1960 û li kongreya pêncema Partiya Demokrata Kurdistanê da berbijêrê Serok Mistefa Barzanî yê endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1964 û li kongreya şeşe‌m da bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin û li civîna yekema komîteya navendî da jî bûye‌ endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê. Di salên (1964 - 1965) Sekreterê Serok Mistefa Barzanî bûye.


Jiyanname

Îsmaîl Arif Ebdul Xefur Hacî Elî bi eslê xwe û bi reçelek nifşa Baba Tahîrê Hemedanî yê şaîre û di sala 1924 li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1930 li bajarê Silêmaniyê dest bi xwendina olî kiriye û di sala 1941 qonaxa navendî û kursa jimêryariyê temam kiriye. Di sala 1941 çûye‌ nav rêzên artêşa Paşayetiya Iraqê û di sala 1946 an de bi piley Erîf rêzên artêşa Iraqê de bi cîh hiştiye û peywendiyê bi Komara Demokratîka Kurdistanê re kiriye. Li 16 ê şubata 1999 li nexweşxaneya Azadî ya bajarê Dihokê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Îngilîzî, Erebî û Farisî bûye.


Xebatname

Îsmaîl Arif Ebdul Xefur Hacî Elî, di sala 1947 piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) da beşdariya rûbirûbûna artêşa we‌latê Îranê da kiriye û heman salê li piştî şikesta Komara Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û bi tometa beşdarî kirina li Komara Kurdistanê de hatiye bend kirin û îşkence kirin û sizaya mirinê li ser da hatiye sepandin. Di sala 1958 li piştî rûxana rejîma Paşayetiya Iraqê bi destê efserên azad ji bendîxaneyê hatiye azad kirin û peywendiyê bi Partiya Demokrata Kurdistanê - Yekgirtî re kiriye û di sala 1959 nûnerê kongreya çarema Partiya Demokrata Kurdistana - Iraqê ya li bajarê Bexdayê bûye û salek piştî wê endamê desteya damezrênerê qonaxa eşkere ya Partiya Demokrata Kurdistana - Iraqê bûye.

 

Di sala 1960 û li kongreya pêncema Partiya Demokrata Kurdistanê da ku li bajarê Bexdayê hate saz kirin, berbijêrê Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) yê ji bo endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û di sala 1963 birêveberê xwendingeha pêgihandina kadîran ya li gundê Mawet ya ser bi tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye.

 

Di sala 1964 an de piştî civîna berfireha Mawet hewla ava kirina aliyê sêyem daye û paşê aliyê Serok bi baştir zaniye û peywendiyê bi Serok General Mistefa Barzanî re kiriye. Heman salê û li kongreya şeşe‌m da bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin û li civîna yekema komîteya navendî da jî bûye endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û bi endamê encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê hatiye destnîşan kirin. Li salên (1964 - 1965) an de sekreterê Serok Mistefa Barzanî bûye. Nûnerê kongreyên hefte‌‌m 1966 û ‌kongreya heşte‌‌m 1970 ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1974 û piştî alozbûna peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst cara duyem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re‌ kiriye û salên (1975 - 1976) piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li Îranê jiyaye û di sala 1976 piştî vegerana Başûrê Kurdistanê di destpêkê de ji bo Başûrê Iraqê û paşê ji bo bajarê Bexdayê hatiye nefî kirin û dûr xistin û di sala 1982 ji aliyê karbidestên Hikûmeta Iraqê mûhleta vegerana bajarê Silêmaniyê pê hatiye dayîn.

 

Di sala 1991 beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê dijî bi rejîma Seddam Husên (1937 - 2006) kiriye. Li 16 ê şubata 1999 li nexweşxaneya azadî ya bajarê Dihok koça dawî kiriye.

 

Berhemên wî:

Bîranîn ـ destnivîs.

Şanonameya keça Kurd 1991.

Gula serbestî 1991.

Dîwana serbest 2017.


Çavkanî:

Rehîl Ahd Minazi lî Sewre Eylul Îsmaîl Arif fî zemiye al xelwed, cerîde Xebat, lisan hal Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî, al adad 912 , Erbîl, Al cuma 19 şubat 1999.

Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (fî muhetat rîesiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

Husen Letîf Al Zebîdî, Musese Al Ahzab Al Iraqiye (Beyrut ـ Moesse Al Arif Lil Matbuat - 2007).

Şekîb Aqrawî, Senewat Al Mehniye fî Kurdistan, Ahm Al Hewadis Al Siyasiye Wal Askeriye fî Kurdistan Wal Iraq, min 1958 alî 1980, Al Tabia Al Saniye, (Erbîl ـ Matbaa Minar 2007).

Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhelat - 2013).

Alî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye Wel Hizb Al Ba'as Al Arabî Al Aştirakî fî Al Iraq, Al cuz Al Sales, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2012).

Elî Sincarî, Safhat min nab'a zakertî fî al hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2015.

Mihemed Mela Qadir, xebatname kurte dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, (Hewlêr ـ dezgeha çap û belav kirinên Aras 2007).

Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî Wal Hereke Al Tahririye Al Kurdiye, Al Mucelad Al Sales, (Erbîl ـ Matbaa Wezara Al Terbiye 2002).

Nivîsîngeha Birayetî, kesayetiyên niştimanperwer û Pêşmergeyên şoreşa Eylul, Îsmaîl Arif koça dawî kir. Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimara 2780, Hewlêr, pênçşema 18 ê şubata 1999.

 


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir