Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake

Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê de fîşek li ber ketiye û şehîd bûye.


Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake, di sala 1971 an de li gundê Newê ya ser bi nahiye ya Xurmal ji dayik bûye. Niştecihê wargeha bi zorê ya Barîke ya nêzîk Seyid Sadiq bûye û heta pola duyem ya navendî xwendiye. Di sala 1988 an de Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake piştî encamdana çalakiyeke li Seyid Sadiq ji aliyê Emna bajarê Silêmaniyê û Emna Seyid Sadiq ve mala wan ya li Barîke hatiye şewitandin û bav û birayeke wî yê bi navê Mihemed heta yek sal û şeş mehan li Emne Sureke ya Silêmaniyê zîndanî yê siyasî bûne û bavê wî li bin îşkenceyê da her du çavên xwe ji dest daye.

 

Di sala 1980 an de peywendiyê bi Lîjneya Navçeya Pênciwên ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye. Di sala 1984 an de li mefrezeya Ebdulayê Seyid Marif ku ser bi bala serbazî ya navçeya Pênciwên bû dibe Pêşmerge û beşdariya çendîn şeran de kiriye. Hinek ji wan,di sala 1986 şerê Ehmed Awa, di sala 1987 şerê Qeredax, di sala 1988 destana Xwakurk û çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûr û bajarê Helepçeyê de beşdariyê kiriye. 

 

Di sala 1987 an de li şerê Qeredaxê ku rûbirûbûnek bû bi cehş û serbazên rejîma Be'es, fîşek li ber ketiye û birîndar bûye. Di sala 1988 an de duyemîn car li destana Xwakurk de fîşek li ber ketiye û birîndar bûye. 

 

Di sala 1991 beşdariya raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê de kiriye û li azad kirina bajarê Helepçe, qeza Seyid Sadiq, nahiye ya Nalparêz, nahiye ya Erbet û bajarê Silêmaniyê û bajarê Kerkûkê de beşdar bûye.

 

Li 20 ê Adara sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê û li nav baregeha Emna Be'es de şehîd bûye.  


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir