Hisên Mihemed Ferec Ehmed

Hisên Mihemed Ferec Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û kadîrê Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê bûye û li sala 1974 an de li çiyayê Zimnako şehîd bûye.


Şehîd Hisên Mihemed Ferec Ehmed, li sala 1952 an de li gundê Miwane ya kevin ya ser bi qeza ya Seyid Sadiq ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye. Hisên Mihemed xêzandar bûye û navê xêzana wî Nazdar Ebdula bûye û xwediyê keçek bi navê Jiyan bûye. 

 

Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li Leqa pênç ya bi serpereştiya Ehmed Çeqjî ya ser bi Betalyona Deh ya Pênciwên de bi Fermandeyî ya Ezîz Etruşî ya ser bi hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Li 8 ê şubata 1971 an de bûye kadirê Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê û serpereştiya rêxistinên qeza Seyid Sadiq de kiriye. 

 

Şehîd Hisên Mihemed beşdariya şerê Celaliye Kolwane Surekan ya li çiyayê Şinriwê ya sala 1969 an de, şerê Kanî Sard ya sala 1974 an de, şerê Derwazey Erbet ya sala 1974 an de û şerê Derbendîxan ya sala 1974 an de kiriye. 

 

Li 20 ê nîsana 1974 an de li encama topbarana topxaneyên rejîma wê demê ya Iraqê ya li ser sengerê berevaniya hêzên Pêşmerge ya li çiyayê Zimnako ya nêzîkî Derbendîxan de, Hisên Mihemed û sê hevsengerên wî yên bi navên Mihemed Mam Ewil ku bi navê Heme Sur hatibû nas kirin û Cemal Mihemed ku bi navê Cemal Heme Dêzî hatibû nas kirin û Rehîm Hewramî şehîd bûne.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir