Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed

Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1984 an de li encamdana çalakiyeke partîzanî de ji aliyê serok cehşek ve hatiye destgîr kirin û piştî heft mehan zîndanî kirina li girtîxaneya Ebu Xerîb de hatiye sêdare dan.


Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed, di sala 1963 an de li gundê Wilesmitî ya qeraxê çiyayê Surên ya ser bi qeza Seyid Sadiq ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Di destpêkê de gundnişîn bûye û li gund qonaxên seretayî yê xwendiye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê, rejîma wê demê ya Iraqê gundên wê deverê wêran kiriye û xelkê wê bi zorê dabeşî ser çend wargeheke li bin kontrola xwe de kiriye. Her ji ber wê yekê Îbrahîm Mihemed nîştecihê wargeha Şanêr ya li nêzîkî Seyid Sadiq hatiye kirin.

 

Di sala 1981 an de ji aliyê Enwerê Hacî Osman ve ku ser bi hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye dibe Pêşmerge. Beşdariya şerên Rezle û Parezan û şerê Belxe û çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûrê û şerê Nalparêz û şerê Kewloz de kiriye.

 

Li temmuza sala 1983 de bi desteyek hevsengerên xwe re û bi Fermandeyî ya Enwerê Hacî Osman ve piştî encamdana çalakiyeke partîzanî ya li deşta Şarezûrê, Pêşmerge heta çend rojek li ser malên wargeha Şanêrî da dabeş bûne û heta rewş asayî û normal bibe. Lê belê Îbrahîm Mihemed Silêman ji aliyê serok cehşek ve hatiye destgîr kirin û radestî Emna Seyid Sadiq kirine. Paşê ji bo lîjneya bajarê Kerkûkê hatiye veguhestin û piştî heft mehan ew şandine girtîxaneya Ebu Xerîb û li şubata 1984 hatiye sêdare dan û şehîd bûye. 



 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir