Hisên Mihemed Ebdula Xale

Hisên Mihemed Ebdula Xale, di sala 1979 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye û li rêxistina Sîrwan ya ser bi Lîjneya Navçeya Xaneqînê ya Leqa Sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Di 6 ê şubata sala 1982 an de ji ber bombebarana balafirên cengî yên Hikûmeta Iraqê şehîd bûye.


Hisên Mihemed Ebdula Xale, di sala 1962 an de li gundê Bêselmênî ya ser bi nahiye ya Warmawe ya qeza Şarezûya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye.

 

Di sala 1979 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re kiriye û li rêxistina Sîrwan ya ser bi Lîjneya Navçeya Xaneqîn ya Leqa Sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Di sala 1981 an de li şerê Berde Dûkunî ya Şemêranî ya qeza ya Derbendîxan û di sala 1982 an de di şerê devera Şemêranî ya qeza ya Derbendîxan ya parêzgeha Silêmaniyê de beşdariyê kiriye.

 

Li 6 ê şubata sala 1982 an de bi hevsengereke xwe yê bi navê Bayer Bêraweyî re dixwazin bi kelek û beleman li rûbara Sîrwan ya li devera Şemêran re derbasî deşta Şarezûrê bibin. Li navenda rûbarê de ji aliyê balafirên cengî yên artêşa Iraqê ve têne bombebaran kirin û her li wir têne şehîd kirin. 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir