Hemîd Efendî

Mamosta Hemîd Hisên Hemed bi navê (Hemîd Efendî hatiye), nas kirin. Li sala 1957 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1979 an û li kongreya nehem de bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...


Mamosta Hemîd Hisên Hemed bi navê Hemîd Efendî hatiye nas kirin. Li sala 1957 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1979 an û li kongreya nehem de bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de û li kongreya dehem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi ‌endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2001 an de posta Wezîrê Pêşmerge li kabîneya çarem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye. Di sala 2023 an de koça dawî kiriye.

 

Jiyanname

Mamosta Hemîd Hisên Hemed bi navê Hemîd Efendî hatiye nas kirin û li sala 1934 an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1941 an de li gundê Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê dest bi xwendinê kiriye. Di sala 1957 an de qonaxa amadeyî ya li beşa wêje‌yî temam kiriye. Derçûyê peymangeha mamostayên Hewlêre û di sala 1958 daxwazê wergirtinê ji kolêja Firokevaniya Şahnişîna Iraqê dike, lê belê ji ber Kurdbûnê nehatiye wergirtin. Di sala 1959 an de li xwendingeha seretayî ya Dêlziyan ya ser bi perwerdeya parêzgeha Hewlêrê wekî mamosta hatiye damezrandin. Di sala 1960 an de bi birêveberê xwendingeha seretayî ya Sîdekan li tixûbê perwerdeya parêzgeha Hewlêrê hatiye damezrandin. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylulê koçberî Şahnişîna Îranê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Farisî bûye. Du berhemên wî yên bi navên (Pêşekiyek derbarey partîzanî le Kurdistan da 1984, perwerdey heng le Kurdistan da 1986 ) heye. Li rêkkefta 17.02.2023 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye.


Xebatname

Mamosta Hemîd Hisên Hemed bi navê Hemîd Efendî hatiye nas kirin û di sala 1957 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike. Di sala 1959 an de nûnerê kongreya çarem û di sala 1960 an de nûnerê kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Bexda bûye. Di sala 1961 an de ligel destpêkirina şoreşa Eylûlê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sal 1961 an de nûçeya civîna hozên neyarên şoreşa Eylûlê yên li devera Sîdekan gihandiye serkirdayetiya şoreşa Eylûlê. Di sala 1962 an de beşdariya şerê Rayat ya dijî hêzên polîsên Iraqî û di sala 1963 an de beşdariyê li şerê Şêtnêya dijî artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1963 an de beşdariya şerê Pîran ya dijî çekdarên eşîretên alîgirên Hikûmeta Iraqê kiriye û li vê şerê ‌da birîndar bûye. Di sala 1964 an de dijî civîna berfireh ya Mawet rawestaye û piştgîriyê li aliyê Serok û dijî bi aliyê mekteba siyasî bûye.

 

Di sala 1964 an de nûnerê kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajaroka Qeladizê bûye. Di sala 1966 an de nûnerê kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Gelale de bûye. Di sala 1966 an de beşdariyê li şerê Hendirên ya dijî bi êrîşa artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1966 an de wekî fermande beşdariya destana Zozik ya dijî bi helmeta artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1970 an de nûnerê kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan bûye. Di sala 1974 an de beşdariya şerê yekemê Gerûyê Omer Axa ya dijî bi artêşa Iraqê de kiriye û li wir birîndar bûye. Li meha Eylûla sala 1974 an de li fermandeyên êrîşa Ser‌tîz ya dijî bi artêşa Iraqê de bûye ku karîn tîpa piyadeya bîst û neh ya artêşa Iraqê ji nav bibin. Di sala 1975 an de beşdariya şerê duyemê Geruyê Omer Axa ya li dijî bi helmeta artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1975 an de beşdariya şerê Zozik ya li dijî artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Şahnişîna Îranê bûye. Di sala 1977 an de cara duyem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û fermandeyê devera Biradost bûye. Di sala 1978 an de beşdariyê şerê Bazê de kiriye. Di sala 1979 an de li kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1983 an de bûye endamê komîteya serkirdayetiya serbazî ya hêzên bereya Cud. Di sala 1984 an de endamê lîjneya pişkinîna Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya tixûbê lîjneya leqa sê û lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1985 an de bûye berpirsê lîjneya leqa çar. Di sala 1988 an de bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariyê li plandanana rizgarkirina Şarezûrê ji destên artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1988 an de wekî berpirsê lîjneya leqa çar beşdariya destana Xwakurk ya li dijî pêla artêşa Iraqê û hêzên çekdarên eşîrî yên alîgirên wan de kiriye. Li salên (1985 - 1986) mamostayê waneya serbazî ya li xula heştem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Rajan ya li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1989 an de li kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi ‌endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li piştî kongreya dehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li sala 1989 an de li xebatkarê bîst û sêyemê lîjneya leqa du bi berpirsê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1991 an de li serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê da berpirsê mîhwera neh ya Ranye bûye û beşdariyê li azad kirina bajaroka Qeladizê û Ranye de kiriye. Li rojên 7 heta 14 ê nîsana 1991 wekî fermandeyek beşdariyê li destana Korê ya dijî bi êrîşên yekîneyên zirêpoşên artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1992 an de fermandeyê artêşa pênc ya li leşkerê şoreşgêrê Kurdistanê (FLK) bûye. Li 16 ê tebaxa 1996 an de ji ber xizmeta wî ya li şoreşa Eylûl û şoreşa Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê da li 50 saliya salvegera damezrandinî û yobîla zêrîn ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesod Barzanî ve madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye. Li 29 ê tişrîna yekemê 1997 an de wekî fermandeyê kerta Sîdekan de êrîşa hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê têkşikand. Di sala 1999 an de nûnerê kongreya 12. ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye û xwe ji bo endametiya komîteya navendî berbijêr kiriye, lê belê derneketiye. Di sala 2000 an de berpirsê Dezgeha Bilinda Eylûl ya ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku li 6 ê kanuna duyema 2000 baregeha wê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve li bajaroka Şeqlawe hate vekirin. Di sala 2001 an de posta Wezîrê Pêşmerge li kabîneya çarem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

 

Li roja dûşema 23 ê hezîrana 2003 an de li bajarê Hewlêrê wekî yarîdederê fermandeyê giştî yê Kurdistanê bi mebesta rêxistina hêzên Pêşmerge û beşdariyê li rêzên hêza artêşa Iraqê û pasevanên tixûbî ligel fermandeyên bilindên hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û hêzên hevpeymanan civiyaye. Roja sêşema 24 ê Gulana 2005 an de bi Serok Mesûd Barzanî re pêşwaziyê li Se'dun Dilêmî Wezîrê Berevaniya Iraqa Federal kiriye û di derbarê beşdariya hemû pêkhatan li artêşa Iraqê da guftûgoyê kirine. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2014 an de li şerê Da'îş da ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi fermandeyê mîhwerê Be'şîqe ya ser bi parêzgeha Musilê hate destnîşan kirin.

 

Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Lîsta navên beşdarbûyên derneketiyên kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê 7 ê tişrîna duyema 2018 rûpel 1.

3- A'za al licna al merkeziye wal mekteb al siyasî fî al mutemer al atas 1979, Rojnameya Xebat, lisan hal al hizb al Demoqratî al Kurdistanî, al a'dad 794, Erbîl, al asnîn, 12 Tebax 1996, rûpel 5.

4- Mihemed Hacî Kerîm, Pêşmerge bewir asakanî partî dozexêkî kem wêne bo şerengêz û terorîstan denênewe, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmar 2452 Hewlêr, yekşema 2 ê tişrîna duyema 1997 rûpel 4.

5- Rêbwar Mihemed, Çar jinên min heye û nizanim hejmara zarokên min çende, lê belê hez dikim bikim pênc, Kovara Ronahî, Rêxistina Ronahî, hejmara 24, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerde‌, 1 ê Tebaxa 2002, rûpelên 11,18,19.

6- Hejar Abdalle, Pênc sal li ser destana bi rûmet ya yekemê Xwakurk, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 1735 Hewlêr, şemiya 4 ê Eylula 1993 rûpela 13.

7- Hemîd Efendî, Perwerdeyê Heng li Kurdistan da، (Bê şiwên ـ Çapxaneya Xebat - 1986), rûpela 1,1l, 131.

8- H. Efendî, pêşekiyek di derbarê partîzaniya li Kurdistanê da, (Şiwên Nadiyar ـ Çapxaneya Xebat - 1984) rûpela 11.

9- Civîneke hevbeş li navbera YNK û PDK û hêzên hevpeymanan birêveçû, Rojnameya Kurdistanî Niwê, Organî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmara 3100, sala diwanzdehem, Silêmanî, yekşema 24 ê hezîrana 2003, rûpela 11.

10- Dilşad Mistefa Wesanî, Başûrê Kurdistanê sedema derekî û rengvedana wê ya li nakokiyên navxweyî da, (Hewlêr ـ Çapxaneya Roksana 2018) rûpel l 97.

11- Zahîr Rojbeyanî, berdewam bûn yan serhildana şoreşê, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hemara 1655, Hewlêr, pênçşem 27 ê Gulana 1993 rûpela l 2.

12- Jîlwan, berdewam bûn yan serhildana şoreşê, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê hejmara 1658 Hewlêr, yekşem 30 ê Gulana 1993 rûpel l 3.

13- Al Barzanî sîqled mecmue minazlîn mîdalyat al Barzanî, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al Demoqratî al Kurdistan ـ Al muhed, al adad 943, Erbîl, al cuma 24 Eylul 1999 rûpel 4.

15- Birayetî, Nêrînek li ser Pêşmergeyên dêrîn, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê hejmara 3125, Hewlêr, dûşema 3 ê temuza 2000 rûpela l 7.

16- Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Mekteba Siyasî, biryar, hejmara 9410, 5 ê tişrîna yekemê 1985 rûpel 1.

17- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2015 rûpel 1, 11, 115, 108

18- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx al hizb al dîmoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhtat rîesiye) 1946 - 1993 (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998) rûpela 174.

Salar Hefîd, Alî Al Askerî Wal hukim lîl tarîx, (Bidun mekan ـ bidun sene) rûpel 173.

19- Hemîd Efendî, Destana Korê 07/04 û 9 nîsana 1991, rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 3063, Hewlêr, pêncşem 06 ê nîsana 2000.

20- Dîrokî Xulekanî Kadîranî Partî, Le şaxewe bo şar, (Hewlêr ـ Navenda Lêkolîn û Nirxandina Akademiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Çapxaneya Rojhilat 2019) rûpel l 20.

21- Rojanî Raperîn le Hegbey Pêşmergeyek da, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2159, Pîrmam, înê 08 ê Adara 1996 rûpel 5.

22- Rêbaz Dilawer Omer, Pêgey Balekayetî le Şoreşî Eylul da 1961 -1975 masternameya belav nekirî, Zanîngeha Soran, Fakeltî Adab ـ Beşa Dîrokê, sala 2017 rûpel 68.

23- Al Reîs Al Barzanî Yesteqbel Wezîr al Difa' al Iraqî, cerîde al Taxî, dar al Taxî lil tebaa wal neşir, al adad 4481, al dewre al salese, Bexdad, Al arbaa, 25 Gulan 2005 rûpel 1.

24- Şe'ban Elî Şe'ban, Hindek Zanyarî Siyasî û Dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2013) rûpela 120.

25- Omer Osman Jiyana Kurdek, Bergê yekem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2005) rûpel, 11, 49, 92, 165, 170.

26- Fatih Resul, Çend Rûpelek li Dîroka Xebata Gelê Kurd, Bergê Sêyem, (Swêd 1994), rûpel 305.

27- Fatih Resul, Çend Rûpelek li Dîroka Xebata Gelê Kurd, Bergê Yekem, (Swêd ـ Çapxaneya Helebçe 1979) rûpel 268.

28- Fazil Reuf, Berew Xor, Bergê Yekem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 2001), rûpel 11, 152, 174.

29- Korbenda Weqayî Kurdistan, Bergê Yekem, (Hewlêr ـ Xaneya Erbîl ya Çap û Belavkirinê 2010) rûpel 348.

30- Keyfî Hadî, Hemîşe leqî du rolî serekî bînîwe û debînê, Kovara Sefîn, Organa Lîjneya Leqa Du ya Hewlêrê, hejmara 58, Hewlêr, Çapxaneya Perwerde, hezîrana 2005, rûpel 1, 15, 17.

31- Leqî Dû, leqî dû le nîwsedey têkoşan da, (Hewlêr ـ Çapxaneya Aras 2010) rûpel 42.

32- Le çarçêwey ahengekanî Yobelî Zêrîn da, Serok Mesûd Barzanî Madalya Barzanî bi têkoşer û dayikên şehîdan dibexşe, Kovara Gulan, hejmara 84, Hewlêr, 01ê Eylula 1996 rûpel 9.

33- Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al muceled al sales, al tabaa al saniye, (Erbil ـ Matbaa Wezara Al Terbiye 2002) rûpel 337.

34- Mihemed Elî Îsmaîl, Bîrewerîyekanim hefta sal temen û ziyatir le nîw sede Xebat, (Bê şiwên 2019), rûpel 262.

35- Mela Faruq Şiwanî, Hemû Kurd, Bergî yekem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rewşenbîrî 1997), rûpel 108.

36- Hevalanî Dêrînî Partî... Le yadî şoreşî eylulî da bo xebat dediwên, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 637, çarşema 9 Eylula 1992 rûpel 6.


Gotarên Têkildar

Zeîm Elî

Siyasetmedar û Ferîqê Yekem Omer Osman Îbrahîm, bi navên Mulazim Elî û Zeîm Elî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwazdehem 1999 da kiriye....

Agahiyên bêtir

Zêrevan Mihemed Osman Nebî

Siyasetmedar Zêrevan Mihemed Osman Nebî, bi navê (Zêrevan Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de cara yekem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye.

Agahiyên bêtir

Xurşîd Selîm Şêre‌

Xurşîd Selîm Şêre, bi navê (Xurşîd Şêre), hatiye nas kirin. Di sala 1954 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1954 an de wekî kadîreke çalakê cotkarê‌ deşta Hewlêrê çalakiyan encamdaye...

Agahiyên bêtir

Xesrew Tofîq Fethula

Xesrew Tofîq Fethula, aborînas û siyasetmedar bi navê (Nebez), hatiye nas kirin. Di sala 1948 an de berpirsê rêxistinên Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1955 an de endamê serkirdayetiya Partiya Komunista Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 li yekgirtina duyem da bûye‌ endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Xesrew Goran

Akademî û siyasetmedar Xesrew Ebdula Îsmaîl Me'ruf, bi navê (Xesrew Goran), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1978 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979 û dehem 1989 û yazdehem 1993 û diwazdehem bûye.

Agahiyên bêtir