Ebdulmuheymen Barzanî

Ebdulmuheymen Şêx Silêman Şêx Ebdulselam Şêx Mihemed, bi navê (Ebdulmuheymen Barzanî), hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1973 derçûyê xula sêyem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.


Ebdulmuheymen Şêx Silêman Şêx Ebdulselam Şêx Mihemed, bi navê (Ebdulmuheymen Barzanî), hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1973 derçûyê xula sêyem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1979 an li kongreya dehem de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li 2 ê Eylûla 1992 heta 3 ê Tebaxa 1994 li kabîneya yekem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da parêzgerê Hewlêrê bûye. Di sala 1994 Endamê Fermandeyî û Berpirsê Kargêrî ya Leşkerê Kurdistanê (Felek) bûye. Di sala 1999 li kongreya diwanzdehem de bûye Endamê Yedegê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2001 li kabîneya çarem de bûye Wezîrê Herêmê. Di sala 2003 an de Wezîrê Şaredariyê bûye bi wekalet. Di sala 2010 li kongreya sênzdehe‌m bi Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2010 ji ber beşdariya şoreşa Eylûlê, Şoreşa Gulanê, raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wekî yekemîn endamê malbata Barzanî madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


Jiyanname

Ebdulmuheymen Barzanî li 15 ê temmûza 1945 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Ji malbata şêxên tekiye ya Barzane li peyrewên Mewlana Xalîdê Neqşibendî (1779 - 1827) û kurê Şêx Silêman Şêx Ebdulselamê duyemê Barzanî ye ku yek ji hevalên rêya Barzanî ya ber bi Yekîtiya Sovyetê li sala 1947 bûye. Endamê Serkirdayetiya Başûr ـ Rojhilatê Kurdistanê (Konferansa Baku) ye. Di sala 1945 piştî şikesta şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) dema Ebdulmuheymen Barzanî biçûk û sava bûye bi malbata xwe re koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û li sala 1947 an de bi malbata xwe re piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê li bajarê Kerbela li nava Iraqê û paşê ji bo bajarê Basra li Başûrê Iraqê û paşê ji bo bajarê Bexdayê hatiye nefî kirin û dûr xistin. Derçûyê qonaxa sê ya navendî ye. Di sala 1958 li bajarê Bexdayê li navbera pêşwazîkerên Serok Mistefa Barzanî bûye ku ji Yekîtiya Sovyetê vedigere niştiman‌.


Xebatname

Ebdulmuheymen Barzanî, di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li Baregeha Barzanî wekî nivîskar xizmetê kiriye. Di sala 1973 derçûyê xula sêyem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li devera Balekayetî ya ser bi tixûbê parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1973 fermandeyê şerê çiyayê Pîris ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ya li dijî êrîşa hêza bejayî ya artêşa Iraqê bûye. Di sala 1974 fermandeyê şerê Spîlkê ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê de kiriye. Di sala 1974 Berpirsê Peywendiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi mebesta wergirtina muhleta derbaskirina tixûbê bi karbidestên welatê Îranê re bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Îranê bûye. Di salên (1975 - 1976) Endamê Lîjneya Tomar kirina Amar û hevkarî kirina penaberên Başûrê Kurdistanê li Îranê ya li bajarê Kerec bûye. Di sala 1976 an de serpereştiya karubarê poste, şandina desteyên çekdar, kadîr û pere ji bo serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye. Di sala 1979 nûnerê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1983 Ebdulbarî Ebdulselam û Mîsbah Ebdulselamê birayên wî li proseya enfala Barzaniyan da hatine bêseruşûn kirin û wenda kirin.

 

Li 16 ê temmûza 1985 bi endam beş li beşa peywendiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin. Li 14 ê tişrîna duyema 1985 bi endam beş li beşa serbazî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1987 yek ji wan fermandeyên şerê Mêrgesorê ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ya dijî bi artêşa Iraqê bûye. Li destpêka meha şubata sala 1988 Berpirsê lîjneya dabeş kirina muçeyên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1988 bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya plandanana rizgar kirina Şarezûrê ji destê artêşa Iraqê de kiriye. Li 24 ê Eylûla 1988 ji aliyê mekteba siyasî ve bi berpirsê lîjneya damezrandin û serpereştiya penaberan hatiye damezrandin. Di sala 1989 li kongreya dehem de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li 13 ê kanûna duyema 1990 bi berpirsê lîjneya peywendiyên Îranê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re hatiye destnîşan kirin. Di sala 1991 li raperîna Başûrê Kurdistanê da fermandeyê azad kirina Hacî Omeran heta Soran bûye. Di sala 1991 berpirsê hemahengiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li Hewlêrê bûye.

 

Li 2 ê Eylûla 1992 heta 3 ê Tebaxa 1994 li kabîneya yekem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da parêzgerê Hewlêrê bûye. Di sala 1993 nûnerê kongreya yanzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de kiriye. Roja sêşema 5 ê tişrîna yekema 1993 berpirsê lîjneya anîna termê Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) û Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) ji Komara Îslamiya Îranê ji bo warê wan ya li gundê Barzan bûye. Li dawiya meha adara 1994 ji ber aloziya nav bajarê Hewlêrê li cerdeyî û rêgiriya ji aliyê hinek aliyên siyasî wekî nerazîbûn derbirîn kar vekişana xwe ji posta parêzgerê Hewlêrê pêşkêşî Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye. Di sala 1994 berpirsê kargêriyê fermandeyê leşkerî Kurdistan (Felek) û endamê fermandeyî yê (Felek) bûye. Li nava meha tişrîna yekema 1994 bi şanda Serok Mesûd Barzanî re li ser vexwendina Elî Ekber Haşimî Refsencanî Serok Komarê Îslamiya Îranê serdana bajarê Tehranê kiriye. Di sala 1999 li kongreya diwanzdehem de bûye endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li 15 ê Tebaxa 2001 li kabîneya çarem de bûye Wezîrê Herêmê. Di sala 2002 Wezîrê Şaredariyê bûye bi Wekalet. Li roja çarşema 15 ê kanûna yekema 2004 bi mebesta bihêzkirina peywendiyên du aliyan li ser vexwendina Partiya Komunista Çînê serdana bajarê Pekînê kiriye. Li roja yekşema 9 ê kanûna duyema 2005 wekî Nûnerê Serok Mesûd Barzanî beşdariya ahenga naştina Metran Ye'qub Şêr Serokê Esqefiyeta Kildanî ya li bajarê Hewlêrê kiriye. Li 17 ê tişrîna yekema 2005 beşdariya merasîma fermî ya pêşwaziya termên 500 enfal kiriyên Barzanî ya li bajarê Hewlêrê de kiriye. Roja pênçşema 16 ê kanûna yekema 2010 li kongreya sêzdehem ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi dengên 592 li rêzbenda 42 yemîn bi endamê encûmena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2010 ji ber beşdariya şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan, raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wekî yekemîn endamê ji malbata Barzanî, madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Farisî ye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir