Ebdul Suran Hesen Ebdulrehman Axa, bi navê (Ebdul Qerenî) hatiye nas kirin. Siyasetmedar, di sala 1952 an de peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1964 an de bûye kargêrê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û piştgîriya General Mistefa Barzanî û dijî Konferansa Mawet ya mekteba siyasî bûye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreya heştem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Ebdul Suran Hesen Ebdulrehman Axa, li parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Ji malbata Qerenî Axa yê Mukrî ye. Bi reçelek û eslê xwe bapîrên wî ji Mukriyan ve hatine bajarê Silêmaniyê. Di sala 1954 an de qonaxa amadeyî yê temam kiriye. Di sala 1954 an de endamê lîjneya nîşandana xwendingeha piştî navendî ya Silêmaniyê bûye ji bo nîşandana şanogeriya Bruske û Şîrîn ya li nivîsîna Emînê Mîrza Kerîm û Cenabê Mufetîş li nivîsîna Gogol bûye. Di sala 1955 an de bi navê serbaziyê ve ji bo Şueybe ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin û nefî kirin û wekî deste ser kirî muamele pê re hatiye kirin. Di sala 1956 an de ji ber çalakiyên siyasî ji aliyê desthilatdarên paşayetiya Iraqê ve ji bo bajaroka Bedre ya li parêzgeha Kut hatiye dûr xistin. Di sala 1957 an de li navenda birêveberiya lêkolêniya tawan (Mudîriye Al tehqîqat Cinaî) ya li bajarê Bexda ve bi tundî hatiye îşkence kirin...
Xebatname
Ebdul Suran Hesen Ebdulrehman Axa, di sala 1952 an de peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1964 an de bûye kargêrê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li meha nîsana sala 1964 an de bi komek kadîr û fermandeyan re li gundê Sengeser hevdîtinê bi Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) encam dane û dijî bi biryarên civîna berfireha Mawet bûne û alîgîrî û piştgîriya xwe ji bo Serok derbirîne û helwesta nerazîbûnê li dijî mekteba siyasî derbirîne. Di destpêka meha hezîrana 1964 an de bi endamê lîjneya amadekarê kongreya şeşema Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li naverasta sala 1966 an de ji aliyê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi endamê lîjneya amadekarê kongreya heftem hatiye destnîşan kirin. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreya heştem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1971 an de bûye kargêrê lîjneya leqa çar. Di salên (1970 - 1974) an de birêveberê şaredariya bajarê Silêmaniyê bûye. Li 19 ê hezîrana 1972 an de li (roja şehîd) da bi nûnerayetiya serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariyê li rêwresma çar efserên şehîd û serkirdeyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li goristana Girdî Seywan ya li bajarê Silêmaniyê de kiriye. Di sala 1974 an de duyemîn car peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûye Şahnişîna Îranê lê belê zû vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji bo bajarê Semawe ya li parêzgeha El Musena ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin. Li 19 ê Eylûla 1981 an de li bajarê Silêmaniyê hatiye teror kirin û li goristana Girdê Seywan ya li bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye.
Çavkanî :
1 - Mela Bextiyar, Li Birî bîrewerî, (Tehran ـ navenda rewşengeriya Çavdêr- 2020) rûpel 22.
2 - Amadekirina , Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî temen le lawêtiyewe bo koşkî komarî, bergî yekem, (Silêmanî ـ çapxaney Karo- 2017) rûpel 84.
3 - Yasîn Qadir Berzencî, şanogerîyekanî Silêmanî le salanî 1926 - 1961 da, (Silêmanî ـ dezgay çap û pexşî serdem- 2001) rûpel 57 - 59.
4 - Şekîb Aqrawî, Sedam Husîn Nihuza we Nikusa, (Erbîl ـ Matbaa Hacî Haşim- 2009) rûpel 381.
5 - Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok), hêza şarezûrî Pêşmergey Pasok, intelligence services çi tawanê le Kurdistan da degêrê, dawî ya tişrîna yekema- 1981, rûpel 1 - 2.
6 - Talîb Moryasî, geran be duway rastî da, bergî yekem, (Hewlêr 2004) rûpelên 138 - 148 - 153.
7 - Xelîl Abdalazîz, Muhatat min hayatî, (Bexdad ـ dar stur lil neşir wal tewzî 2018) rûpel 29.
8 - Heval Kiwêstanî, ew rojaney niştiman hî hemuwan bû, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo - 2017) rûpelên 302 - 303.