A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Şerê Balîsan 1988

Şerê Geliyê Balîsan di 26’ê Sibata 1988’an de êrîşeke mezin a artêş û çekdarên rejîma Be's li dijî Hêzên Pêşmerge bû, ji eniyên Bêtwate û Xelîfan, artêşa Iraqê êrişeke berfireh birin ser Geliyê Balîsan ku di bin kontrola Pêşmerge de bû, bi piştgiriya tank, top û balafirên şer, Hêzên Pêşmerge bi pilaneke leşkerî ya bihêz rûbirûyê hêzên Iraqî bûn, di encamê de danê êvara heman rojê Hêzên hikûmetê şikestin û êrîşa wan hat şikandin.

Agahiyên bêtir

Şerê gelyê Reşave 1987

Şerê gelyê Reşave di 11ê Kanûna 1987ê de pêk hat, dema ku hêzên pêşmerge li ser rêya sereke a Amêdî û Dêrelokê êrişî karwaneke otomobîlên artêşa Iraqê û navenda tabûra Dêrelok, baregeha Be's û asayîşa bajarokî kirin, ji bo ku fişarên hêzên Iraqî di êrîşa wan ya di wê demê de li ser Atroş û Kela Kanîka dikir sivik bikin.

Agahiyên bêtir

Şerê Basere Tîrmeha 1987

Ew şer destaneke mezin a Hêzên Pêşmerge bû di çarçoveya çalakiyên her du liqên 3 û 4 ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) de, dema şeva 27/28ê Tîrmehê li nêzîkî gundê Basere li quntara Çiyayê Kosret êrişî bingeheke hêzên artêşa Iraqê kirin, di vê dastanê de, Hêzên Pêşmerge karîn ziyaneke mezin bigihînin hêzên hikûmeta Iraqê, ji kuştî, birîndar û hejmarek mezin ji leşkeran dîl girtin.

Agahiyên bêtir

Şerê Xêzava 1981

Di 25ê Gulana 1981ê de şerê Xêzava di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa rejîma Iraqê de rû da. Dema ku hêzên pêşmerge yên girêdayî Komîteya navçeya Zaxoyê li gundên devera Batîfa ya devera Behdînan ji bo bicihanîna erka xwe ya pêşmergeyan li ser lêgerînê (livînê) bûn, li gundê Xêzava rastî hêzeke leşkerî ya rejîma Be's hatin, piştî şerekî giran, hêzeke din ji Lîwaya Batîfe û Deşta Çîyê yên artêşa Iraqê hatin cihê bûyerê ji bo piştgirî û alîkariya hêzên ku ligel Pêşmerge şer dikin.

Agahiyên bêtir

Dastan Dêrelokê 1987

Ev Şerê di 5’ê Gulana 1987’an de li Dêrelokê ya navçeya Amediyê pêk hat, Hêzên Pêşmerge êrişî navenda alaya sivik (111) kirin, piştî şerekî giran karîn alayê û 81 çeperên derdorê bi dest bixin, her wiha derbeyên giran li hêzên rejîmê xistin di kuştî, birîndar û dîlgirtiyên leşker û çeteyan de.

Agahiyên bêtir

Şer û kemîna Zembîl Firoş 1980

Şerê Zembîl Firoş jî şerekî din ê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa rejîma Be's de ye. Di 22ê Adara 1980ê de li devera Batîfa li ser rêyeke sereke, hêzên Pêşmerge kemînek ji bo hêzên artêşa Iraqê danîn, di encamê de hêzên artêşê ketin kemînê û derbeyên giran xwarin. Di vê demê de hêzeke din a Lîwaya Batîfa ya....

Agahiyên bêtir

Dastana Dêrelok û Şêladzê 1988

Ev şere di navbera hêzên Pêşmerge û hikûmeta Iraqê de li devera Behdînan rû da, Hêzên Pêşmerge şeva 11-12ê Kanûna duyem a 1988ê li sînorê liqa yekem a Partiya Demokrata Kurdistanê, êrîşeke mezin li ser saziyên leşkerî û çekdar ên hikûmeta Iraqê li Dêrelok û Şêladzê pêk anîn....

Agahiyên bêtir

Şerê li ser rêya Zaxo-Batîfa1988

Şerê li ser rêya Zaxo-Betîfa yek ji şer û pevçûnên bû yên di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de di 26ê Sibata 1988ê de, ku Pêşmergên Komîteya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) êrişî hêzên leşkerî yên rejîma Iraqê kirin ku li ser rêya Zaxo- Betîfa bi armanca parastina deverê bi cih kirbûn, piştî şerekî giran....

Agahiyên bêtir