Şerê Balîsan 1988

Şerê Geliyê Balîsan di 26’ê Sibata 1988’an de êrîşeke mezin a artêş û çekdarên rejîma Be's li dijî Hêzên Pêşmerge bû, ji eniyên Bêtwate û Xelîfan, artêşa Iraqê êrişeke berfireh birin ser Geliyê Balîsan ku di bin kontrola Pêşmerge de bû, bi piştgiriya tank, top û balafirên şer, Hêzên Pêşmerge bi pilaneke leşkerî ya bihêz rûbirûyê hêzên Iraqî bûn, di encamê de danê êvara heman rojê Hêzên hikûmetê şikestin û êrîşa wan hat şikandin.


Di sala 1988ê de hikûmeta Iraqê bi pilaneke berfireh êriş li dijî navçeyên Kurdistanî yên di bin kontrola Pêşmerge de dest pê kir, eşkere ye ku ji ber şerê Iraq û Îranê yên salên 1980-1988’an, hêzên hikûmetê têra xwe nebû ku hemû beşên Kurdistanê bi dest bixe, ji ber wê jî derfet ji bo hêzên Pêşmerge çêbû ku serweriya çend deveran bikin, di sala heştan de, şerê di navbera her du dewletan de ber bi kêmbûnê ve çû ji ber ku ew nêzîkî dawî û peymanek dibûn, ji ber vê yekê derfetek ji bo Iraqê derket ku gavên kor li hember şoreşa Kurdistanê bavêje da ku şoreşa gelê Kurd bitepisîne û têk bibe.

Eşkere ye ku cîbicîkirina pilana hikûmetê dê jinavbirin û wêrankirina wan deveran be, di 26ê Sibata 1988an de, saet 7ê sibê, artêşa Iraqê ji eniyên Bêtwate û Xelîfan dest bi pêşveçûna xwe kir û êrîşeke berfireh li ser Geliyê Balîsan li rojavayê Silêmaniyê, ku girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, kir, bi alîkarî û piştgiriya balafirên şer, top, tank û çeteyan (caş), Hêzên Pêşmerge bi planeke berfireh rûbirûyê wan bûn, di encamê de ji ber berxwedana xurt a Pêşmerge di êvara heman rojê de nûçeya têkçûna artêş û hêzên Iraqê gihişte hêzên Pêşmerge ku êrişa wan pûç kirin, lê di têkbirina êrîşa artêş û çeteyan de sê pêşmerge şehîd bûn.


Çavkanî:

  1. Hacî Mîrxan Dolamerî: Lêgerîna Edaletê, Berg 2, Çapa Duyem, Kurdistan –2021.

  2. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruxana, 2021.


 


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir