Şerê li ser rêya Zaxo-Batîfa1988

Şerê li ser rêya Zaxo-Betîfa yek ji şer û pevçûnên bû yên di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de di 26ê Sibata 1988ê de, ku Pêşmergên Komîteya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) êrişî hêzên leşkerî yên rejîma Iraqê kirin ku li ser rêya Zaxo- Betîfa bi armanca parastina deverê bi cih kirbûn, piştî şerekî giran....


Şerê li ser rêya Zaxo-Betîfa yek ji şer û pevçûnên bû yên di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de di 26ê Sibata 1988ê de, ku Pêşmergên Komîteya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) êrişî hêzên leşkerî yên rejîma Iraqê kirin ku li ser rêya Zaxo- Betîfa bi armanca parastina deverê bi cih kirbûn, piştî şerekî giran, Hêzên Pêşmerge li ser hêzên Iraqî zalbûn û ziyanên giyanî û madî ên mezin gihandin wan û hejmarek ji çekdar û leşkeran hatin kuştin, birîndar kirin û dîl girtin.

Salên heştêyî yên sedsala borî ji bo Kurdan di warê şerê çekdarî û şerê partîzanî de serdemeke hestiyar bû, li piraniya navçeyên başûrê Kurdistanê, hêzên pêşmerge kûr ketibû nava hêza rejîma Be'sê, carinan çalakî ewqas bi bandor bûn, ku damarên hêzên leşkerî yên rejîmê dihejandin, helbet di vê navberê de hêzên rejîmê derbeke mezin xwarin û bi dehan leşker û çekdarên rejîma Be'sê hatin kuştin, birîndar kirin û dîl hatin girtin, diyare ev berteka şoreşa kurdî bû li hember helwesta desthilatdarên Be'sê li hember welatiyan û nêrîna wan li ser doza kurdî, ku bi hêrs û dijminatî tevdigeriya û serederî bi wan re dikir, heta bi hovane êrîşî sivîlan kirin ku bi sedhezaran mirov ji ber vê yekê êşiyan.

Yek ji çalakiyên ku hêzên Pêşmerge di vê heyamê de li dijî hêzên rejîma Iraqê tomar kirine, şerê li ser rêya Zaxo-Betîfa ye di 26’ê Sibata 1988’an de, ku hêzeke Pêşmerge ji Komîteya Navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) nexşeyek amade kir ji bo derbekê li hêzên Iraqî bidin, diyar e piştî ku şert û mercên cih û dema çalakiyê hatin gotûbêjkirin, di dema diyarkirî de gihiştin cihê armancê û êrîşî hêzên li wir bi cih bûbûn kirin. Hêzên Pêşmerge di demeke kin de karîn armancê bixin û ziyanek mezin gihandin hêzên rejîmê. Di şer de bi dehan leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha 34 çekdar û leşker jî dîl hatin girtin û ketin destê hêzên Pêşmerge.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên bi vî rengî bandoreke mezin li ser wêrekiya Pêşmergeyan hebû ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, her wiha ji bo alîgirên şoreşê û rêxistinên veşartî yên bajaran rehetiyek mezin bû, himberî wê jî bû sedema dilgiranî û tiresê di nava refên artêşa Iraqê de, di demeke de ku bi hemû hêza xwe ya leşkerî û çekên pêşketî yên weke tank, top û balafiran şerê Pêşmerge dikirin, lê dîsa jî nekarîn şoreşê têk bibin.


Çavkanî:

  1. Şîmal Zêbarî: Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr –2015.

  2. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  3.  Seîd Bin Nasir El-Ghamdî: Partiya Be's: Dîrok û Eqîdeya Wê, Weşanxaneya El-Wetan, çapa yekem, 1411 H.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir