Şer û kemîna Zembîl Firoş 1980

Şerê Zembîl Firoş jî şerekî din ê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa rejîma Be's de ye. Di 22ê Adara 1980ê de li devera Batîfa li ser rêyeke sereke, hêzên Pêşmerge kemînek ji bo hêzên artêşa Iraqê danîn, di encamê de hêzên artêşê ketin kemînê û derbeyên giran xwarin. Di vê demê de hêzeke din a Lîwaya Batîfa ya....


Şerê Zembîl Firoş jî şerekî din ê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa rejîma Be's de ye. Di 22ê Adara 1980ê de li devera Batîfa li ser rêyeke sereke, hêzên Pêşmerge kemînek ji bo hêzên artêşa Iraqê danîn, di encamê de hêzên artêşê ketin kemînê û derbeyên giran xwarin. Di vê demê de hêzeke din a Lîwaya Batîfa ya artêşa Iraqê jî ji bo piştgirî û alîkariya hêzên wan ên şikestî gihîşt cihê bûyerê, bi hatina wan re şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û leşkerên artêşê de derket ku çend demjimêran dom kir. Di encamê de hêzên Pêşmerge hêzên artêşa Iraqê têk birin û bi derbeyên giran ew neçar kirin ku berê xwe bidin cihên xwe yên berê.

Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê li sala 1975ê, rejîma Be'sê hemû hewlên xwe ji bo rêgirtin li vejîna şoreşa Kurdî û sînordarkirina çalakiyên Pêşmerge, kirin, ji bo vê yekê çend hêzên çekdar ên kirêgirtî ji kurdan ku alîgirên wî bûn û guharên guhên wan bûn wek yekîneyên taybet ava kirin, ji bilî wê piştî destpêkirina şerê di navbera Iraq û Îranê de di Îlona 1980 de, çend tabûrên sivik vekirin û bi hezaran kurd çekdar kirin, li wê yekê jî tevahiya Kurdistanê bi hêzên leşkerî yên mezin, Tîp û Lîwa, bi çekên giran, tank, top û balafirên şer tije bû[1].

Ji bo şoreşê jî piştî kongreya nehê ya Partiya Dêmokrata a Kurdistanê (PDK) di Mijdara 1979an de li Rojhilatê Kurdistanê hatî lidarxistin[2], li ser ronahiya biryarên kongreyê, amadekarî hatin kirin ku hêzên Pêşmerge bi forma yekîneyên taybet vegerin Kurdistanê, ji bo pêwendî bi alîgirên şoreşê re û destpêkirina birêxistinkirina bajaran û pêkanîna çalakiyên Pêşmergeyan.[3]

Di 22'ê Adara 1980'an de hêzeke ji 55 pêşmergeyan pêk dihat, bi fermandariya Elî Qadir, Osman Qasim, Se'do Korkî û Omer Elî ku di nav çar koman de dabeş bûn, dema ku li Batîfa ya devera Behdînan bi erkên xwe yên pêşmergetiyê re mijûl bûn, wan agahî standin ku Sedam Husên, serokê wê demê yê rejîma Iraqê, serdana wê deverê dike, diyar e ev derfeteke baş bû ji bo hêzên Pêşmerge di wê kêliyê de çalakiyekê pêk bînin, ji bo wê armancê serê sibê li yek ji rêyên sereke yên deverê kemînek danîn, Se'et 11:30 deqîqe 4 otomobîlên leşkerî ji corê Eva derkeftin û ketin kemîna Pêşmerge, bi teqeya yekem a Pêşmerge, her 4 otomobîlên leşkerî hatin têkbirin û di encamê de gelek leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndarkirin.[4]

Di vê demê de hêzeke leşkerî ya girêdayî Lîwaya Batîfa ya artêşa Iraqê ji aliyê rojhilatê deverê ve ji bo alîkariya hêzên şikestî giheşte cihê pevçûnê, herwiha hêzeke din a leşkerî ya ketîbeya Deşta Çîyê, hêzeke ketîbeya Avgeniyê û hêza Bedir a girêdayî lîwaya Zaxo jî hatin qada şer. Di encamê de şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û Hêzên Pêşmerge de derket û heta tariya şevê berdewam kir, piştre hêzên dewletê şikestin û vekişiyan yekîneyên xwe yên leşkerî. Piştî şikestina artêşa Iraqê, hêzên Pêşmerge ji cihê bûyerê derketin û ber bi gundê Bêxebarê û piştre jî ber bi gundên Bilêjanê, Korka, Hişara û Berê Birîsk ve ketin rê û bi roj xwe vedişartin û bi şev di meşiyan heta gihiştin baregeha liqa 1.

Di vî şerî de artêşa Iraqê derbeyên giran xwarin û nêzî 120 leşker û pilebilind hatin kuştin û birîndarkirin. Di vî şerî de 2 pêşmergeyên bi navê Salih Xîlafteyî û Husên Merûf şehîd bûn ku termên wan ketin destê hêzên leşkerî yên rejîmê, her wiha 2 pêşmerge jî birîndar bûn û welatiyekê sivîl bi navê Ehmed Yehya Teyîb jî şehîd bû.[ ]


Çavkanî:

  1. Mihemed mirad: Xebata Çiya, bîrhatin û serhatiyên Şoreşa Gulanê dinavbera salên (1976-1989)da, çapxana kurdistanê – zaxo, 2007.

  2. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  3.  Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrata a Kurdistanê: Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê – Kongire û Konferans (Bername û Rêbazên Navxweyî), Berg 1, Çapa Yekem, Çapxaneya Rojhelat, 2021.

  4. Hacî Mîrxan Dolemerî: Lêgerîna Edaletê, Berg 2, Çapa Duyem, Kurdistan – 2021.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir