Şerê ava Zê 1987

Çalakiya Hêzên Pêşmerge yên liqa (1) a devera Behdînan bû di sala 1987’an de, ku wan êrîşî bingeheke artêşa Îraqî li nêzîkî bajarokê Şêladzê li ser Ava Zê kirin, di demeke kurt de Rebaya bi dest xistin û hemû leşkerên li ser erka xwe bûn hatin kuştin û Pêşmerge jî bê ziyan ji cihî derketin.


Di sala 1987ê de, li piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê, sînorên çalakî û kampanyayên Pêşmerge bo ser navend û baregeh û hemû cihên ku bi çeperên leşkerî û çekdarî yên hêzên Iraqê ve hatibûn dorpêçkirin, ew qas belav bû ku heta dezgehên leşkerî yên hikûmeta Iraqê jî xistibûn di amadebaşiyê de, her çende di gelek dem û cihên cuda de artêş, çete û hemû hêzên Iraqê êrîş ji bo deverên di bin kontrola Pêşmerge de, pêk anîn, lê belê êrîş û operasyonên leşkerî yên hikûmetê kêm bandor li astengkirina çalakiyên Pêşmerge kirin, berovajî vê yekê çalakî roj bi roj zêde dibûn.

Bi vê armancê di sala 1987ê de li baregeha liqa yekem ya Partiya Dêmokrata a Kurdistanê (PDK) li Kumate yê devera Badînan civînek ji aliyê berpirsên Pêşmerge ve hat lidarxistin, di civînê de hêzeke Pêşmerge di bin çavdêriya Milazim Mihemed û Cîgirê wî Zêwey de hate avakirin, li gel berpirsên din ên yekîneyên Pêşmerge, ji bo derbekê li hêzên leşkerî bixin û êrîşî baregeh û navendên leşkerî û çekdarên wan bikin, piştî ku Hêzên Pêşmerge vegeriyan sînorên çalakiya xwe, li ser çalakî û cihan gotûbêj û danûstandin hatin kirin, jibo vê carê yek ji Rebayên leşkerî yên artêşa Iraqê li hember bajarokê Şêladzê yê li ser Ava Zê hate destnîşankirin[3], eşkere ye ku armanca van xalên leşkerî ku hikûmetê li wan deran bi cih kiribûn serweriya deverê û rêgirtina li tevgera Pêşmerge bû.

Hêzên Pêşmerge pilanek ji bo bicihanîna erkê ku ji wan re hatiye dayîn, amade kirin, ji bo êrîşê saet sifir hate diyarkirin, ew şeva ku ji bo êrîşa li ser xala leşkerî hatibû diyarkirin di dem û cihê diyarkirî de hat kirin, dema êrîşa Pêşmerge destpêkir, di demeke pir kin de karîn Rabayê bi dest bixin, di serdegirtinê de hemû leşkerên li ser erka xwe bûn hatin kuştin û hemû çekên wan ku kalaşnîkovbûn hatin desteserkirin, piştî bi cih anîna erkê xwe yê giring, Pêşmerge ji ​​deverê derketin û bê ziyan vegeriyan baregeha liqê li Kumata.

Hêjayî gotinê ye ku hemû çalakiyên bi vî rengî yên Hêzên Pêşmerge peyamek bû ji bo desthilatdarên Be's ku şoreşa Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên demokratîk dest ji dest bernade ku bi salan e ji bo vê têdikoşe û fedakariyê dike.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Mohammed Murad: Xebata Çiya, Bîrhatin u Sarhatiyên Şoreşa Gulanê Dinavbere Salên (1976-1989), Çapxana Kurdistanê – Zaxo, 2007.

  3. Şîmal Zêbarî: Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir