Şerê Xêzava 1981

Di 25ê Gulana 1981ê de şerê Xêzava di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa rejîma Iraqê de rû da. Dema ku hêzên pêşmerge yên girêdayî Komîteya navçeya Zaxoyê li gundên devera Batîfa ya devera Behdînan ji bo bicihanîna erka xwe ya pêşmergeyan li ser lêgerînê (livînê) bûn, li gundê Xêzava rastî hêzeke leşkerî ya rejîma Be's hatin, piştî şerekî giran, hêzeke din ji Lîwaya Batîfe û Deşta Çîyê yên artêşa Iraqê hatin cihê bûyerê ji bo piştgirî û alîkariya hêzên ku ligel Pêşmerge şer dikin.


Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, Pêşmerge û serkirdeyên leşkerî yên şoreşê koçberî Îranêbûn, lê ev yek qet nayê wateya bidawîhatina têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê û careke din li penaberiyê amadekariyên vejîna şoreşê ji nû ve dest pê kirin. Di Tebaxa sala 1979an de hêzên pêşmerge ji bo vejandina rêxistinên Partiyê vegeriyan Behdînanê. Di vegera wan de, karê wan lêgerîna gundan bû ji bo vejandina rêxistina veşartî û pêkanîna çalakiyên Pêşmerge, weke ku diyar e, Hêzên Pêşmerge di çarçoveya rêxistinbûna Partiyê de weke liq, navçe û rêxistinan hatine birêxistinkirin.

Di Gulana 1981ê de hêzeke pêşmerge ji her du rêxistinên Şehîd Şahyaz Salih û Şehîd Mehmûd Yûsif ku girêdayî Komîteya navçeya Zaxoyê bûn, di lêgerînê (tevgerê) de bûn li gundên devera Batîfa ji bo pêkanîna hin karên şoreşgerî, roja 25ê mehê geheştin gundê Minînê, bi şev beşek ji hêzên Pêşmerge ji bo kirîna xwarin û pêdiviyên rojane çûne gundê Xêzava. Ew Gund nêzî çavdêrîya hêzên leşkerî yên rejîma Be's bû, ji ber wê jî hêza Pêşmerge bi pir baldarî bû sê kom, da ku karibin xwe biparêzin eger hêzên leşkerî yên rejîmê rûbirûyê wan bibin. Bi vê mebestê komek çûn cihê bi navê Çem Cihûr û koma duyemîn jî çûn cihekî din ê bi navê Feramok û koma sêyemîn ji bo kirîna xwarin û pêdiviyan diçin dikana gund, Pêşmergeyên koma sêyem li derdora dikanê belav bûn û hinek ji wan pêdiviyan dikirin.

Di vê demê de wan dît ku ji aliyê hêzeke artêşa Iraqê ve hatine dorpêçkirin, ji ber wê jî bilez hevdu ji rewşê agahdar kirin û di demeke kurt de leşkerên artêşa Iraqê gulle li pêşmergeyan reşandin û di navbera wan de şerekî giran derket. Leşkeran êrîşî pêşmergeyên kirin yên ku di dikanê de hatibûn dorpêçkirin, nêzîkî çar-pênc leşkeran ketin ber lûleyên tifingên pêşmergeyan û hemû derb kirin û ketin xwarê, ligel gulebarana leşkeran agir bi malên welatiyan ket. Eşkere ye ku birînên leşkerên ku êrişî dukanê kirine, derfet daye Pêşmergeyan ku kom bibin û berevaniya xwe xurt bikin, lê di vê demê de hemû hêzên ku gund dorpêçkirbûn, êrîşî pêşmergeyan kirin. Di heman demê de hêzên din ên leşkerî ji lîwaya Batîfa û Deşta Çîyê ji bo piştgiriya hêzên xwe hatin cihê bûyerê.

Dema ku hêzên pêşmerge dîtin rewş bi wî awayî ye, ku hêzeke mezin li gund hebû û hêzeke din jî dihat alîkariya wan, hizirkirîn ku dorpêçê bişkînin û xwe rizgar bikin. Di vê demê de ew ji ser banê xaniyan û di kolanên gund re derbazbûn û gihîştin hevalên xwe yên din ên ku berê li du cihan bi cih bûbûn. Paşê hemû bi hev re rizgarbûn û bê ziyan vegeriyan cihê xwe.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Mihemed mirad: Xebata Çiya, bîrhatin û serhatiyên Şoreşa Gulanê dinavbera salên (1976-1989)da, çapxana kurdistanê – zaxo, 2007.

  3. Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta Rêya Barzanî de Hecî Bêroxî, berg 2, Çapa 2, Tirkiye-2021.

 


Gotarên Têkildar

Dastana korê 1991

Dastana Korê yek ji wan şer û pevçûnên çarenûsaz e yên ku Pêşmergeyên Kurdistanê di 7-11ê Nîsana 1991ê de li dijî artêşa Iraqê tomar kir, piştî ku artêşa Iraqê di bihara 1991ê de li hemberî hêzên Pêşmergeyên Bereya Kurdistanê ...

Agahiyên bêtir

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir