Şerê gelyê Reşave 1987

Şerê gelyê Reşave di 11ê Kanûna 1987ê de pêk hat, dema ku hêzên pêşmerge li ser rêya sereke a Amêdî û Dêrelokê êrişî karwaneke otomobîlên artêşa Iraqê û navenda tabûra Dêrelok, baregeha Be's û asayîşa bajarokî kirin, ji bo ku fişarên hêzên Iraqî di êrîşa wan ya di wê demê de li ser Atroş û Kela Kanîka dikir sivik bikin.


Geliyê Reşave dikeve navçeya Amedî û Dêrelokê yên devera Behdînan, ji ber cihê erdnîgarî û viyana xelkê ji bo Hêzên Pêşmerge, lidarxistina çalakiyên partîzanî hêsantir bû, lewma di warê şoreş û berxwedanê de jî weke hemû deverên din ên Kurdistanê di piştgiriya şoreşê de roleke bibandor lîstin, hikûmeta Iraqê gelek caran li dijî Kurdistanê kampanyayên mezin li hin deverên taybet da destpêkirin, ji bo vegerandina navçeyên ku ketine destê Pêşmerge û bi giştî qutkirina dengê şoreş, bi hemû hêzên xwe yên çekdar şerê hêzên şoreşê dikir, ji ber ku liv û tevgera Pêşmerge û çalakiyên wan li piraniya deveran zêde bibûn, di destpêka Kanûna duyem a sala 1987an de, artêşa Iraqê û hêzên din ên çekdar êrîşeke mezin li dijî Etroş û Kela Kanîka li Behdînanê pêk anîn ku nêzîkî 20 rojan dom kir, bi hinceta ku ev dever di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hêza leşkerî ya li ber dest weke hejmara Pêşmergeyan, çek û cebilxane şerê hêzên hikûmetê dikirin û derbên kujer lê didan, eşkere ye, wekî ku hatî gotin, di destpêka Kanûna duyem a 1987an de, hikûmetê operasyoneke leşkerî ya mezin li devera Atroş da destpêkirin, li deverên din jî hêzên Pêşmerge rêgirî li karwanên leşkerî kirin û çalakiyên curbicur ji bo kêmkirina fişara artêş û hêzên çekdar ên hikûmetê li eniyên şer pêk anîn.

Êvara 11'ê Kanûna duyem a 1987'an derdora seat 16.00'an li gundê Reşave dengê çekan gelek dihat, Hêzên Pêşmerge rêyên sereke yên Amêdî – Dêrelok girtin û karwanên leşkerî kirin armanc û êrîşî wan kirin ku diketin rê û ber bi eniya şer ve diçûn, her wiha êrîşî navenda tabûra Dêrelokê, navenda Partiya Be's û asayîşa bajarok kirin, xuya ye êrîşa hêzên pêşmerge ya li dijî hêzên Îraqî zerereke mezin gihand wan ku navenda alayê, baregeha Partiya Be's û baregeha asayîşê hatin şewitandin her wiha topek 82 mm, 2 tank, tirimbêleke Zirîpoş û tirimbêleke leşkerî hatin rûxandin.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên Pêşmerge li piraniya navçeyên Kurdistanê bi awayeke berfireh belav bûne ku hikûmet rastî nerehetiyê hat bû ku her tim li ser operasyonên leşkerî bifikirî ku metirsiya li ser saziyên xwe rake.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruxana, 2021.

  2. Şîmal Zêbarî: Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr –2015.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir