Şerê Basere Tîrmeha 1987

Ew şer destaneke mezin a Hêzên Pêşmerge bû di çarçoveya çalakiyên her du liqên 3 û 4 ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) de, dema şeva 27/28ê Tîrmehê li nêzîkî gundê Basere li quntara Çiyayê Kosret êrişî bingeheke hêzên artêşa Iraqê kirin, di vê dastanê de, Hêzên Pêşmerge karîn ziyaneke mezin bigihînin hêzên hikûmeta Iraqê, ji kuştî, birîndar û hejmarek mezin ji leşkeran dîl girtin.


Basere gundekî kurdistanê ye li navçeya Xidran a navçeya Dûkanê û li quntara çiyayê Kosretê, wek hemû deverên din ên Kurdistanê, ew dever jî ji aliyê artêş û hêzên çekdar ên Iraqê ve pêça bû, hebûna alayeke artêşa Iraqê li wê deverê bi temamî wêranker bû û xalên kontrolê yên leşkerî jî bandoreke xirab li ser jiyana gundî û rûniştvanên wê deverê kirbû, herwiha astengek mezin jî bûn li pêşiya şoreş û tevgera Pêşmerge, di sala 1987'an de ji ber aloziya di nava refên artêş û hêzên hikûmetê de vebûneke berfireh ji çalakiyên Pêşmerge re hate vekirin, li gelek deverên Kurdistanê her roj komên hêzên pêşmerge êrîşî hêzên çekdar ên hikûmetê dikirin û ziyaneke mezin gihandin can û malên wan.

Yek ji çalakiyên Pêşmerge şerê Basere ye ku şeva 27/28 Tîrmeha 1987ê pêk hat, dema ku hêzên pêşmerge yên liqên sêyem û çarem ên Partiya Dêmokrata a Kurdistanê (PDK) bi pilaneke leşkerî ya xurt êrîşeke mezin li ser ketîbeya Basere pêk anîn bi niyaza êrîş û çalakiya partîzanî û ziyan lêxistin bi hêzên hikûmetê, ji ber ku hêzên pêşmerge bi pilan û amadekirî êrîş pêk anîn, karîbûn di demeke kin de alayê bigirin û têk bibin, di dawiyê de hêzên hikûmetê derbeyên giran xwarin û 152 leşker hatin kuştin, 70 leşkerên din jî dîl hatin girtin, baregeha sereke ya alayê û hemû çeperên leşkerî hatin rûxandin û hejmareke zêde ya çek, cebilxane, amûr û alavên leşkerî ketin destê hêzên Pêşmerge, di tomarkirina wê dastanê de 2 Pêşmerge şehîd bûn.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruxana, 2021.

  2. Şimal Zêbarî: Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir