Dastana Dêrelok û Şêladzê 1988

Ev şere di navbera hêzên Pêşmerge û hikûmeta Iraqê de li devera Behdînan rû da, Hêzên Pêşmerge şeva 11-12ê Kanûna duyem a 1988ê li sînorê liqa yekem a Partiya Demokrata Kurdistanê, êrîşeke mezin li ser saziyên leşkerî û çekdar ên hikûmeta Iraqê li Dêrelok û Şêladzê pêk anîn....


Ev şere di navbera hêzên Pêşmerge û hikûmeta Iraqê de li devera Behdînan rû da, Hêzên Pêşmerge şeva 11-12ê Kanûna duyem a 1988ê li sînorê liqa yekem a Partiya Demokrata Kurdistanê, êrîşeke mezin li ser saziyên leşkerî û çekdar ên hikûmeta Iraqê li Dêrelok û Şêladzê pêk anîn, di demeke kin de karîn tevahiya Rebaye, çeperên leşkerî û çeteyan bi dest bixin, paşê dest danî ser hemû baregehên hizbî, hikûmet û leşkerî û derbên giran ên giyanî û madî li hêzên hikûmetê xistin, heta 13ê mehê li Dêrelokê man û piştre bi pilaneke leşkerî paşve vekişiyan.

Destpêka Kanûna duyem a sala 1988 li liqa yekem ya Partiya Dêmokrata a Kurdistanê (PDK) li devera Behdînan civînek derbarê lidarxistina çalakiyekê bi çavdêriya berpirsiyarê Liqê Remzî Şaban li gel berpirsiyarên komîteyên navçeyên Amêdî, Şêxan, Zaxo, Gulan, Duhok û Akrê hat lidarxistin, di vê demê de Serok Mesûd Barzanî rêberê şoreşê li sînorê liqa yekem bû, di civînê de nêrînên li ser diyarkirina cihê çalakiyê hatin gotûbêjkirin, li gorî dîtina piraniya wan Dêrelok û Şêladzê weke armancên êrîşê hatine destnîşankirin, hêjayî gotinê ye ku di dema Şoreşa Gulanê de hêzên Pêşmerge di nava liq, navçey û rêxistinan de hatibûn birêxistinkirin.

Pilana êrîşê ew bû ku Hêzên Pêşmerge yên her 6 navçeyan û hêzeke ser bi liqê ve ji du eniyan êriş bikin, li eniya yekem êrîşî Dêrelokê bikin ku du tabûrên çeteyan (jaş) lê hebûn, her wiha li Rabayên Sarê Amediyê bixin û rêya sereke ya Dêrelokê qut bikin. Eniya duyemîn êrîşa li ser Rebaya Nizarê Dêrelokê û Deşta Zê li navçeya Akrê bû ji bo parastina wan, civaka Şêladzê ku bingeha çeteyan bû, were topbarankirin ji bo ku ew mijûl bibin, eniya yekem ji aliyê Remzî Şaban, Şukrî Nêrweyî û Temer Koçer ve hat birêvebirin ku hêzên navçeyên Amêdî, Gulan û Zax û hêzeke navenda liqê hatin erkdarkirin, eniya duyemîn di bin berpirsyariya Şimal Zêbarî de bû û berpirsê navçe û rêxistinan bû û bi hêzên Şêxan, Akrê û Duhokê ve hatibû spartin.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gorî plan saet 09:30ê di şeva 11-12 Kanûn duyem a 1988an de li herdu eniyên diyarkirî, êrîşeke mezin û berfereh li dijî senger û rebaye û bingeh û

baregehên artêş û saziyên rejîma Be's û çeteyên wan pêk anîn, di vê êrişê de, Hêzên Pêşmerge serkeftinek mezin bi dest xistin û 112 cih û baregehên hikûmetê li Nizarî, Sarê Qolke, Kanê, Dêrelok û Şêladzê girtin, herwiha ziyanek mezin gihand hêzên Iraqî.

Piştî girtina çeperên derdorê, Hêzên Pêşmerge ber bi navenda bajarokê Dêrelokê ve pêşde çûn û ew bajar bi dest xist, hemû dezgehên bajêr ketin destê pêşmergeyan, wek baregeha tabûra Mihemed Kelhê Rêkanî û Elî Abo, berpirsên çeteyan herwiha baregeha Partiya Be's û Rêxistina Ewlekarî û Îstîxbaratê, bingeha Polîsan û Ofîsa Navçeyê, tevî ku hin çeteyên îstîxbaratê parastin kirin jî, lê nekarîn demeke dirêj li ber xwe bidin.

Tevî zivistana sar jî şer heta roja 13’an berdewam kir, di van rojan de Hêzên Pêşmerge karîn Dêrelokê bi temamî kontrol bikin, wate hemû saziyên hikûmetê ketine bin kontrola hêzên Pêşmerge, herwiha Hêzên Pêşmerge her du pirên di navbera Amêdî û Dêrelok-Şêladzê de jî xistin bin kontrola xwe.

Di 14'ê Kanûna duyem a 1988'an de ji ber barîna berfê ûdirustbûna astengiyan, herwiha êrîşa Pêşmerge jî armanca xwe bi temamî pêk anîbû biryar hat dayîn ku bi pilaneke leşkerî ya guncay vekişin da ku li hember her pêşbîniya tolhildanê amade bin, lewma di dema vekişînê de cihên girîng û stratejîk girtin.


Encama şer:

Desteserkirina 4 tabûrên artêşa Iraqê û navenda tabûrên Elî Ebo, Mihemed Kelhê Rêkanî û Kazim Omerxan, zêdetirî 550 çekdarên hikûmetê dîl hatin girtin, zêdeyî 200 leşker û hejmareke zêde ya çeteyan hatin kuştin, 53 endamên asayîş û îstixbaratê yên rejîma Be'sê li nava Dêrelokê hatin kuştin, 17 Automobilên leşkerî yên cor bi cor jî hatin şewitandin, Zêdetirî 5 êrîşên hêzên hikûmetê hatin pûçkirin. Di vî şerî de Hêzên Pêşmerge 12 şehîd û 27 birîndar dan.

Destkeftên Şoreşê:

Destkeftên Şoreşê di vê dastanê de desteserkirina 2 zirîpoş û 3 mîtralyozên 14,5 mm û12,5 mm û zêdetirî 1000 kilaşînkov û 47 çekên Birno, 10 (BKC), 20 (ARPG), 9 (RBK) û gelek hawanên 60 mm û 120 mm û hejmarek zêde a topên hawanê, 3 dezgehên Bêtelê bi alavên leşkerî yên mezin ve.

Karvedana hikûmetê:

Piştî êrîşê hikûmetê kîna xwe li deverê rijand û ji bo tolhildanê xwarin li gundan qedexe kir, bi ser de jî, bi berdewamî bi topên dûravêj û firokeyan topbaran dikir.


Çavkanî:

  1. Şîmal Zêbarî, Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa 1, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015.

  2. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêya Barzanî de, Hecî Bêroxî, Berg 2, Çapa Duyem, Tirkiye-2021.

  3. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

 


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir