A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên Samî, Samî Ebdulrehman, Salih, Dara jî tê naskirin, di sala 1957an de endamê Komeleya Xwendekarên Kurd bû li Ewropayê, di sala 1966an de bû endamê Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistana Iraqê, di Kongreya Heftemîn a ...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cum'e

Mihemed Salih Îbrahîm Cum’e, bi nasnav diktu Mihemed Salih Cum’e di sala 1953an de endamê Destaka Avakrna Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamşloya Sûriyê Bû, di sala 1957an da Endamê Partiya Demokrat a Kurd bû li Sûriyê, di sala 1966an de tevlî rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (KDP) li Ewropayê bû, di sala 1979an de ji aliyê nûnerên kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmoktar a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1953’an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de wek endamê komîteya rêvebir hat hilbijartin û piştî demekê kin wek sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hat destnîşankirin, di sala 1960an de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê yedek di Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) de (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ebdulla Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, ku bi navê Ebdullah Agrîn jî tê naskirin, siyasetmedar û akademîsyen, di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1974an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1993an de, piştî yekgirtina çarem ji aliyê nûnerên Kongreyê ve weke endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû (Kongreya 11) hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Celal Talebanî

Celal Hisameddîn Nûreddîn ku bi navê Mam Celal jî tê naskirin, di sala 1947an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDKê) bûye, di sala 1953’an de bû endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê, di sala 1953an de endamê Desteya damezrêner a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bû, di sala 1953an de endamê komîteya amadekar a yekemîn kongreya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li Bexdayê bû, di heman salê de bû sekreterê wê Yekîtiyê. Di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmerge dibe...

Agahiyên bêtir

Mistefa Barzanî

Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Abdullah Barzanî, ku bi navê Mela Mistefa Barzanî, General Mistefa Barzanî, Pêşewa, Serok Mistefa Barzanî û Barzanî Mistefa jî tê naskirin, di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye…

Agahiyên bêtir

Salih Yousfî

Salih Ebdullah Necmeddîn Taha, bi nasnav (Seyda Salih-Salih Yousfî), nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar, di sala 1939'an de dibe endamê Partiya Hîwa ya Kurd, di sala 1945'an de tevlî Partiya Rizgariya Kurd dibe, di sala 1946an de wek endamê Komîteya Birêveberiya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Reşîd Hacî Bedrî Sindî

Efser û siyasetmedar Reşîd Hacî Bedrî Ebdullah Mihê, ku bi navê (Mulazm Reşîd Sindî) jî tê naskirin, di sala 1954an de dikeve kolêja leşkerî li bajarê Bexdayê, di sala 1964an de endamê Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistanê bû, di sala 1970 de, di kongreya heştan de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di sala 1993’an de di Kongreya 11....

Agahiyên bêtir

Mistefa Xoşnaw

Efser û siyasetmedar Mistefa Mistefa Mistefa, ku bi navê Mistefa Xoşnaw jî tê naskirin, endamê Partiya Hîwa, yek ji efserên kurd bû di nava artêşa Iraqê de li sala 1936an, endamê Komîteya Azadî û endamê Desteya Damezirîner a Partiya Dêmokrat a Kurd (PDK), di sala 1947an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li Bexdayê hat bidarvekirin.

Agahiyên bêtir

Elî Hemdî

Elî Hemdî Mûsa Ebbas, di sala 1939’an de tevlî Partiya Hîwa Kurd dibe, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dibe, di sala 1953 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya sêyem.) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir