Ce'fer Îbrahîm Hacî

Ce'fer Îbrahîm Hacî Pîro, bi navên (Ce'fer Êmînkî, Mihamî Kovan û Kovan), hatiye nas kirin. Di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Gelê Demokratîka Kurdistanê (Partiya Gel) re kiriye. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hatiye hilbijartin...


Ce'fer Îbrahîm Hacî Pîro, bi navên (Ce'fer Êmînkî, Mihamî Kovan û Kovan)k hatiye nas kirin. Di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên  Partiya Gelê Demokratîka Kurdistanê (Partiya Gel) re kiriye. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hatiye hilbijartin. Di sala 2010 an de ji aliyê endamên kongreyê ve bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ( Kongreya sêzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ) de hatiye hilbijartin. Di sala 2013 an de bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) (xula çarem), li 29 ê nîsana 2014 an de ji aliyê nûnerên wê ve bi Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula çarem) de hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Ce'fer Îbrahîm Hacî Pîro, bi navên Ce'fer Êmînkî, Mihamî Kovan û Kovan hatiye nas kirin. Di sala 1954 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî û amadeyî li Dihokê xwendiye. Di sala 1977 an de li zanîngeha Bexdayê bawernameya bekaloryosê li beşa yasa de wergirtiye. Di sala 1979 an de karê parêzerayetiyê li bajarê Dihokê kiriye. Di sala 1981 an de ji bo demeke kurt ji aliyê Asayîşa Musilê ve hatiye bend kirin. Di sala 1982 an de cara yekem wekî penaber çûye welatê Swêdê û heta sala 1986 an li wî welatî nîştecîh bûye. Di sala (1982 - 1992) Serokê Mafperwerên Kurd ya li welatê Swêdê bûye. Di sala 1986 an de vegeriya ye welatê Suriye û heta salek û nîv li wî welatî nîştecîh bûye û li rêzên Partiya Gelê Dêmokratîka Kurdistanê da xebatê kiriye. Di sala (1987 - 1988) wekî penaber çûye welatê Îranê û dûbare sala (1988 - 1992) vegeriya ye welatê Swêdê. Di sala 1992 an de vegeriya ye Kurdistanê. Di sala (1992 - 1995) li bajarê Hewlêrê Birêveberê Giştî yê Dîwana Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 2007 masterê li zanista ramyarî da ji zanîngeha Clement ya Swêdê wergirtiye, doktorayê ji zanistên ramyarî ya li zanîngeha Clement wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Swêdî, Îngilîzî û Farisî ye.

 

Xebatname

Di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Partî (PDK) re kiriye. Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Gelê Demokratîka Kurdistanê (Partiya Gel) re kiriye. Di sala ( 1981 - 1983 ) endamê komîteya navendî ya Partiya Gelê Demokratîka Kurdistanê bûye. Di sala 1988 an de bûye kargêrê lîjneya navçeya Swêdê ya ser bi lîjneya Leqa Şeş ya Ewrupa ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di salên ( 1992 - 1993 ) li mekteba navendî ya rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de endamê mekteb buye. Di sala 1993 an de nûnerê kongreya yanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê  ـ Yekgirtî li bajarê Hewlêrê bûye. Di salên ( 1993 - 1994) li mekteba navendî ya rêxistina pîşeyiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de endamê mekteb bûye. Li roja çarşema 9 ê hezîrana 1993 li rojnameya Xebat organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gotaran belav kiriye. Li 20 ê kanuna duyema 1995 an de ji aliyê çekdarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve mala wî ya li bajarê Hewlêrê hatiye talan kirin û malbata wî ji vê bajarê hatine derxistin. Di sala 1997 an de li xebatkarê hevdehem ya li serdema berpirsiyariya Îzedîn Berwarî bi kargêrê lîjneya leqa yek ya Dihokê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî hatiye destnîşan kirin. Di sala 1999 an de li xebatkarê hejdehem li serdema berpirsiyariya mamosta Mihemed Qadir Ehmed ( 1934 - 2019 ) nas kirî bi Mihemed Mela Qadir da li lîjneya leqa yek ya Dihokê bi heman pileya berê li xizmetê de berdewam bûye.

 

Di sala 1999 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya diwanz dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hatiye hilbijartin. Di sala 2004 an de pileya wî hatiye bilind kirin û bûye endamê mekteba navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2004 an de bûye berpirsê mekteba navendî ya Lêkolîn û Akademiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2005 an de bûye yekemîn berpirsê dezgeha giştî ya hilbijartinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku ji bo yekemîn car li dîroka PDK de hatiye da‌mezrandin. Di sala 2005 bi endamê desteya navendî ya pişkinîn û çavdêriyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye danîn. Di sala 2005 serpereştiya şandeke Dezgeha Giştî ya Hilbijartinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo komara Tirkiye kiriye bi mebesta nasîna wan ya bi sazî û dam û dezgehên wî welatî re. Roja pênçşema 16 ê kanuna yekema 2010 ji aliyê 1500 nûnerên kongreyê ve bi 687 dengan li rêzbenda 31 bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hilbijartin‌.

 

Di sala 2011 an de li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di salên (2011 - 2017) berpirsê mekteba navendî ya rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di salên (2011 - 2017) Peyvdarê Fermî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2012 mamostayê waneya rêkxistinê ya li xula hevdehem ya peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2013 berbijêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li lîsta 110 bûye û bi rêzbenda duyem ji bo Encumena Niştimaniya Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Li 6 ê tişrîna duyema 2013 bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula çarem). Li 29 ê nîsana 2014 ji aliyê nûneran ve bi Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula çarem) de hatiye hilbijartin. Di salên (2015 - 2017) bûye berpirsê mekteba navendî ya rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2017 ji ber amadenebûna Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê wekî Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistan rûniştina Encumena Niştimaniya Kurdistanê çalak kiriye û rûniştinan bi fermî birêve birine. Li roja dûşema 4 ê adara 2019 amadeyê wajo kirina peymana siyasî ya di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2022 li kongreya çar dehem da bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin û bûye berpirsê mekteba peywendiyên giştî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 

Berhemên wî :

1 - Azwa Alî al bedîl al sewrî 1984, li jêr navê (Al Mihamî Kovan) hatiye belav kirin.

2 - Alm şarka al siyasiye lil şaabab fî Iqlîm Kurdistan we tasîr al nizam al antixabiye fî al Istiqrar al siyasî.

3 - Tasîr al nezim al Intixabiye fî al Istiqrar al siyasî 2014.


Çavkanî :

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Intixab a'za al licane al merkeziye lil hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq, mucele Gulan al Arabî, muesese Gulan lil saqafa wal a'lam, al a'dad 41, al sana al raba'a , Erbîl 31 tişrîn al awal 1999 - sahife 15.

3 - Intixab lecane merkeziye cedîda molefe min 31 a'zwa we 9 a'za ahtiyat, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî, al a'dad 946, - Erbîl - al cum'a 15 tişrîn al awal 1999 - sahife 15.

4 - Barzan News navê endamên serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê û rêjeya dengên wan belav dike, rojnameya Barzan News, jimare 193 - Hewlêr - yekşem 19 ê kanuna yekema 2010 û rûpel 4.

5 - Li gor rapirsiyek Ce'fer Êminkî zêdetirîn deng tîne li nav kandîdên PDK ya li Parlemenê da, kovara Diwaroj - jimare 14 - Eylûl 2013 rûpel 3 - 5.

6 - PDK û YNK ji bo qonaxa bê ya Kurdistanê peymaneke siyasî wajo kirin, rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrata Kurdistanê - jimare 5707 - çarşem 6 ê adara 2019 - rûpel 1.

7 - Ce'fer Ibrahîm, fî al dewle wal dewle al federaliye, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî, al a'dad 678 - al arba, 9 hezîran 1993 - sahife 6.

8 - Dîroka xulên kadîrên PDK, ji çiya heta bajar, (Hewlêr ـ Navenda Lêkolîn û Nirxanin û Akademiya PDK  ـ çapxaneya Rojhilat 2019) - rûpel 148.

9 - Şe'ban Elî Şe'ban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat - 2013) rûpel 130 - 134.

10 - Elî Sincarî, al qeziye al Kurdiye wel hizb al Be'es al Arabî al Iştirakî fî al Iraq, al cuz al salasa - (Dihok ـ matba'a Xanî - 2012) sahife 479.

11 - Omer Osman, jiyana Kurdek, bergê yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya Hacî Haşim - 2005) rûpel 285.

12 - Karwan Mehwî, kongreyên partiya me PDK, kovara Şîrove, mekteba navendî lêkolîn û nirxandinê - jimare 14 - Hewlêr, çapxaneya Hacî Haşim, payîza 2010 rûpel 20

13 - Kinêr Ebdulla, beşdariya jinan li siyaseta li Başûrê Kurdistanê - (Silêmanî 2016) - rûpel 101.

14 - Leqa Du, leq du li nîv sedsala têkoşanê da, (Hewlêr ـ çapxaneya Aras 2010) rûpel 34.

15 - Lîsta nav û cihê wan malbatên li navçeyên jêr desthilata Celaliyan da hatine derxistin, Rojnameya Birayetî, organa PDK ـ Yekgirtî, jimare 2146, dûşem 20 ê tişrîna duyema 1995 - rûpel 29.

16 - Herêma Kurdistana ـ Iraqê, Parlemena Kurdistanê  ـ Iraq, protokolên sala (2014) ya Parlemena Kurdistana ـ Iraqê, berga noht û çar, (Hewlêr ـ Parlemena Kurdistana ـ Iraqê 2014) rûpel 7, 12, 34, 42. 


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir