Ebdula Ebdulrehman Heme Reşîd Îsmaîl, bi navê (Derwêş Axa), hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1973 an de li leqa Piştevanî ya Hêza Xebat Serleq bûye. Di sala 1983 an de ji bo cara duyem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya dehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ) hatiye hilbijartin. Di sala 2019 an de bi berpirsê Dezgeha Giştî ya Civakî hatiye destnîşan kirin.
Jiyanname
Ebdula Ebdulrehman Heme Reşîd Îsmaîl, bi navê (Derwêş Axa), hatiye nas kirin. Di sala 1948 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Qonaxa amadeyî li bajarê Silêmaniyê temam kiriye. Di sala (1975 - 1976 ) an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li Şahnişîna Îranê jiya ye. Di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve ji bo parêzgeha Nasiriye ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin û heta sala 1978 an li wir maye. Di sala 1983 an de cara duyem wekî penaber çûye Komara Îslamiya Îranê û heta sala 1991 li wir maye. Di sala 1996 ji bo mebesta çareseriya tendirûstiyê wekî penaber çûye welatê Brîtanya. Di sala 1988 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî ye.
Xebatname
Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û li kerta Şarbajêr xizmetê kiriye. Di sala 1963 an de beşdariya şerê ser kolana (Erbet ـ Silêmanî) ya dijî bi hêzên tevgerên artêşa Iraqê kiriye. Di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1968 an de li Leqa Surkêw ya li betalyona heşta hêza Xebat ser bi leşkerê sê Serleq bûye. Di sala 1968 an de beşdariya lêdana çeperên artêşa Iraqê ya li xaniyên ax yên li bajarê Silêmaniyê da kiriye. Di sala 1971 an piştî peymana 11 ê Adarê ya li navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiy Be'es bi yarîdederê fermandeya betalyona yekem ya pasevanê tixûb (Heres al Hidud) de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1973 an de li Leqa Piştevanî hêza Xebat Serleq bûye. Di sala 1973 an de beşdariya nehiştina bi Ereb kirina gundê Şêx Babo ya li devera Celewla ya li parêzgeha Diyaleyê da kiriye. Di sala 1974 an de fermandeyê betalyona Berzence şehîd Mulazim Dilşad li hêza Xebat de bûye. Di sala 1974 an de beşdariya şerê Dukan, Mehmud Xan, Hêlane Çerx, Giwêje û Kanî Sard ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ya li dijî hêzên artêşa Iraqê kiriye. Di sala 1974 an de li şerê Zêrînco ya devera Şarezûr li tixûbê parêzgeha Silêmaniya berê û parêzgeha Helebceya niha û bi destê hêzên artêşa Iraqê birîndar bûye. Di sala 1974 an de beşdariyê li xuleke fermandeyî da kiriye. Di sala 1974 an de fermandeyê betalyonê ya li hêza Xebat bûye. Di sala 1982 an de ji aliyê Dezgeha Hewalgirî û Asayîşa Hikûmeta Iraqê ve li Silêmaniyê hatiye bend kirin û îşkence kirin.
Di sala 1983 an de ji bo cara dûyem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1984 an de bûye berpirsê lîjneya navçeya Çarta ya ser bi lîjneya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1985 an de beşdariya şerê Kenaruyê ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Di sala 1986 an de beşdariya şerên Kurekajaw, Badan, Arozer û Helwanî ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Di sala 1987 an de bi kargêrê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1988 an de beşdariya destana Xwakurk ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê dijî bi hêza bejayî ya artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ( kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ) de hatiye hilbijartin. Li 13 ê kanuna duyema 1990 bi endamê lîjneya serbazî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1991 an de fermandeyê hêza Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bereya Kurdistanî ya li mîhwera Silêmanî ـ Kerkûkê bûye. Di sala 1991 an de beşdariyê li azad kirina Çemçemal, Qerehencîr, Çîmen, Leylan da kiriye. Di sala 1991 an de beşdariya civîna Çemçemal ya Bereya Kurdistanî û ya ji bo azad kirina bajarê Kerkûkê de kiriye. Di sala 1991 an de beşdariyê li şerê Serbazgeha Xalîd, Qerehencîr ya li tixûbê parêzgeha Kerkûkê dijî bi artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1991 an de beşdariya şerê Bazyan û Ezmer ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ya li dijî bi hêzên artêşa Iraqê da kiriye. Di sala 1991 an de beşdariyê li azad kirina duyem ya bajarê Silêmaniyê de kiriye. Di sala 1991 an de fermandeyê artêşa 4 ya Silêmaniyê ya ser bi hêza Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di salên ( 1992 - 1993 ) sêyemîn berpirsê mîhwera Ranye ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye. Di sala 1992 an de bi fermandeyê artêşa çar ya Silêmaniyê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî (kongreya yanzdehem ـ yekgirtina çarem) de hatiye hilbijartin.
Di roja çarşema 6 ê tişrîna yekemê 1993 an de li xala tixûbî ya Başmaxê ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê wekî fermandeyê fermandeya Silêmaniyê pêşwaziyê li girseya anîna termên Serok Mistefa Barzanî ( 1903 - 1979 ) û Îdrîs Barzanî (1944 - 1987 ) da kir ku ji Komara Îslamiya Îranê ve ber bi menzilgeha dawî ya li gundê Barzan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê birêve bûn. Di sala 1993 an de li artêşa Yekgirtiya Kurdistanê da fermandeyê fermandeya navçeya Silêmaniyê bûye. Di destpêka şerê navxwe da li sala 1994 an di dema danustandina bi karbidestên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re bi dîl hatiye girtin û bend kirin. Di sala 1995 an de berpirsê mîhwera Rewandiz ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1995 an de li şerê Pênciwên ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê de bi destê hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birîndar bûye. Di sala 1999 an de li kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê da xwe berbijêr kiriye ji bo endametiya komîteya navendî û lê belê derneketiye. Li 14 ê Gulana 2000 berpirsê mekteba civakiya giştî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di roja pêncşema 14 ê Eylûla 2000 li rojnameya Birayetî organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gotaran belav kiriye. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2011 an de bi endamê serkirdayetiya encumena serkirdayetiya parêzgeha Silêmaniyê hatiye destnîşan kirin. Li 16 ê tebaxa 2018 an de ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulanê, qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û serdema serweriyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Di sala 2019 an de bi berpirsê Dezgeha Giştî ya civakî hatiye destnîşan kirin.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Lîsta navên beşdarbûyên derneçûyên kongreya diwanzdehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê, 7 ê tişrîna duyema 2018 - rûpel 1.
3 - Abdalle Abas, Ev e ye min dergehê vekir, ( Bexda ـ Dezgeha Rewşenbîrî û belavkirinên Kurdî - 2001) rûpel 17.
4 - Hamîd Gewherî, madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, kitêba sêyem - ( Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 2019 ) rûpel 306 - 309.
5 - Kongre, encamên hilbijartina komîteya navendî ya Partiya me radigihîne, rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1729 - Hewlêr, în 27 ê tebaxa 1993 rûpel 1.
6 - Îro termê Barzaniyê Nemir û Îdrîsê ciwane merg ji Silêmaniyê ve digihe Hewlêrê, rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî - jimare 1763 - Hewlêr, pêncşem 7 ê tişrîna yekema 1993 rûpel 1 - 2.
7 - Necat Husen Kerîm, zanyariyeke zêdetir li ser azad kirina Kerkûkê, rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê - jimare 1605 - Hewlêr, yekşem 27 ê adara 1993 - rûpel 6.
8 - Bi debabeyên dijmin me sengerên wan şikand, rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2801 - Hewlêr, yekşem 21 ê Adara 1999 - rûpel 3.
9 - Lîsta nûnerên kongreya diwanzdehem ya Partiya Demokrata Kurdistanê, rênivîsa naverokê ji aliyê Şêrzad Emîr Hesen ve hatiye pêşkêş kirin - rûpel 1.
10 - Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Serok - jimare 13 - 10 ê kanuna duyema 1990 - rûpel 5.
11 - Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat rîesiye) 1946 - 1993 - ( Dihok ـ matba'a Xebat 1998 ) sahife 184.
12 - Derwêş Ebdulrehman, rola Barzanî û Partî li binyatnana hizra şoreşgeriyê da, rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê - jimare 3182 - Hewlêr, pêncşem 14 ê Eylula 2000 rûpel 7.
13 - Fazîl Reuf, ber bi roj, bergê yekem, ( Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 2001) - rûpel 156.
14 - Mihemed Mela Qadir, xebatname kurte dîroka Partî û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem ( Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirinên Aras 2007) rûpel 96.
15 - Mihemed Elî Îsmaîl, bîranînên minên heftih sal temen û zêdetirê nîv sedsala xebatê (Bê cîh - 2019) rûpel 266 - 348 - 372 - 429.
16 - Mîhwerên serbazî yên partiya me li tixûbê Silêmanî ber bi bajar û bajarokan li raperînê da, rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1891 - Hewlêr, dûşema 7 ê Adara 1994, rûpel 3.




