A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Kongreya Heftemîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Heftemîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê -Îraq – 15ê Çiriya Paşîn, 1966), piştî pirsgirêkên partiyê ligel koma kevin ya Mekteba Siyasî, gera wan bo Îranê û vegera wan, têkçûna hikûmeta Ebdulrehman Arif di Mijdara 1966ê û qonaxa nû ya şerê li dijî şoreşê ya di Hezîrana 1966’an de û peymana Hezîrana 1966’an a bi hikûmetê re, ji bo ji nû ve birêkxisinkirina karên PDKê li bajarokê Gelale hat lidarxistin.

Agahiyên bêtir

Kongreya şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq - 1 Tîrmeh 1964), Li ser daxwaza Serok Mistefa Barzanî û bi erêkirina Komîteya Bilind a Pişkinîn û Çavdêriyê li Qeladizê hat lidarxistin, piştî ku Mekteba Siyasî ya partiyê di konferansa Mawetê a 1964an de hewl da ku PDK perçe bike.

Agahiyên bêtir

Kongreya Çaremîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Çaremîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq - 4 Cotmeha 1959), piştî vegera General Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên partiyê li Bexdayê, bi eşkereyî hat lidarxistin.

Agahiyên bêtir

Yekemîn Kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê PDK

Kongreya yekemîn an (damezrandin) ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - (Partiya Dêmokrat a Kurdî ya Iraqê - 16.08.1946), li ser pêşniyara General Mistefa Barzanî, bi amadebûna 70 nûneran ji kesayetiyên mezinên kurd ên Başûrê Kurdistanê, bi awayekî veşartî li Bexdayê hat lidarxistin û avakirina partiyeke nû ya siyasî li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.

Agahiyên bêtir