Kongreya Heftemîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Heftemîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê -Îraq – 15ê Çiriya Paşîn, 1966), piştî pirsgirêkên partiyê ligel koma kevin ya Mekteba Siyasî, gera wan bo Îranê û vegera wan, têkçûna hikûmeta Ebdulrehman Arif di Mijdara 1966ê û qonaxa nû ya şerê li dijî şoreşê ya di Hezîrana 1966’an de û peymana Hezîrana 1966’an a bi hikûmetê re, ji bo ji nû ve birêkxisinkirina karên PDKê li bajarokê Gelale hat lidarxistin.


Rewş û sedem

Di Sibata 1965an de şer di navbera kurdan û hikûmeta Iraqê de ji nû ve dest pê kir û piştî destpêkirina şer, serkirdayetiya şoreşê baregeha xwe ji Pişderê bar kir û derbasî Balekê kir. Hukûmeta Îranê ku ji Îbrahîm Ehmed û Darodestekên wî bi tevahî bêhêvî bû, hewl da ku bi serkirdayetiya şoreşê re têkilî deyne û bi wan re peymanek çêbike, encama van hewildanan piştgirîya berfireh a Hikûmeta Padîşahiya Îranê ji şoreşa li dijî rejîma desthilatdar li Iraqê bû. di dema şerê rejîmê de çendîn kesayetî û rewşenbîrên Kurdperwer li navxwe û derveyê Kurdistanê ketin navbera Serok Mistefa Barzanî û girûpa Mekteba Siyasî ya kevin ku reviyane Îranê û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku lêbûrinekê ji bo wan derbixe, Barzanî bê şert û merc li wan bûrî û di 6ê tîrmeha 1965an de hemû vegeriyan Kurdistanê, ji bilî Îbrahîm Ehmed ku xwest li Tehranê bimîne. Piştî vegera koma Îbrahîm Ehmed, bi fermana Serok Mistefa Barzanî Pêşmerge tevlî refên şoreşê bûn û serkirdeyên wan di bin çavdêriya Ebas Mamend Axa de li geliyê Reqe hatin bicihkirin. Piştî demekê bi dizî ji geliyê Reqe bi hikûmeta Iraqê re têkilî danî. Piştî kuştina Serokomarê Iraqê Ebdulselam Arif, birayê wî Ebdulrehman Arif şûna wî girt û rasterast bi serkirdayetiya şoreşê re têkilî danî û daxwaza diyalogê kir, ji bo bidawîkirina şer, bi vê armancê hikûmetê şandek şand Gelale û bi serkirdayetiya şoreşê re hevdîtin pêk anî, lêbelê, tevlîbûna endamên koma kevin ya Mekteba Siyasî bi hikûmetê rea danûstandin têk birin, bi vê yekê şer ji nû ve dest pê kir û hukûmetê bi alîkariya Koma Mekteba Siyasî ya Kevin êrîşek mezin plan kir û di 2yê Gulana 1966an de êrîşanên hukûmetê dest bi kirin, lê hikûmet di wê dewra şer de têk çû û di dawiyê de hemû hêviya serkeftinê ji dest da, di roja 15 Hezîrana 1966ê de ji bo gotûbêjkirina agirbestê şandek şand bajarokê Gelale ku baregeha Serok Barzanî lê bû û roja 18ê mehê li gel Serok Barzanî civiya, herdu alî rêkkeftin ku serkirdayetiya şoreşê şandeke ji bo danûstandin û rêkeftinê bişîne Bexdayê, di 22ê Hezîranê de şanda serkirdayetiya şoreşê gihîşt Bexdayê û di 29ê Hezîranê de jî daxuyaniya rêkeftinê hat îmzekirin û hat ragihandin, di 28ê Cotmeha 1966an de Ebdulrehman Arif ê serokomar hate Berzêwe û bi Serok Mistefa Barzanî re hevdîtin kir.

Piştî rêkeftina 29ê Hezîranê û asayîbûna rewşa Kurdistanê, serkirdayetiya PDKê da ku rêzên partiyê birêxistin bike, biryar da ku amadekariya kongreya nû ya partiyê bike.


Lidarxistina kongreyê

Kongreya heftem di navbera 15 û 21 Çiriya Paşîn 1966 de, bi beşdariya 425 delegeyan, ku nûnertiya 30.000 endamên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikir, li dibistana amadeyî ya bajarokê Gelale ya parêzgeha Hewlêrê hat lidarxistin.

Mekteba Siyasî raporta xwe ya siyasî pêşkêşî nûneran kir û ronahî xiste li ser hemû rûdanên li Kurdistan, Iraq û navçeyê û bi taybetî reforma çandiniyê û bîmeya kompaniyan ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û rûxandina aborî ya Iraqê.

Di vê kongreyê de çend biryarên girîng derbarê rêkxistin û birêvebirina deverên rizgarkirî hatin standin û destûrek ji bo Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê hate danîn, herwiha di kongreyê de biryar hat dayîn ku ji bo cîbicîkirina daxuyaniya 29ê Hezîranê yadaştnameyek ji Serok Mistefa Barzanî re ji Serokatiya komarê û Serokatiya civata Wezîran re were şandin.

Di kongreyê de, her yek ji Elî Ebdullah û Nûrî Şawês weke du endamên Mekteba Siyasî ya Kongreya Pêncemîn, Ku tevlî piştevanên civîna Mawetê bibûn û ji bo piştgirînedana koma Celal Talabanî-Îbrahîm Ehmed, bûne endamê Mekteba Siyasî. Herwiha Navê PDKê jî wek xwe ma û Serok Mistefa Barzanî careke din wek serokê partiyê hat hilbijartin û yekem car her yek ji Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî beşdarî vekirina kongreyê bûn.


Endamên serkirdayetiyê yên di kongerya heftemîn da hatîn helbjartin:

 

1. Mistefa Barzanî - Serok

2. Hebîb Mihemed Kerîm

3. Dr. Mehmûd Osman

4. Salih Yûsfî

5. Nûrî Şawês

6. Elî Ebdullah

7. Samî Ebdulrehman

8. Şewket Akreyî

9. Ehmed Atroşî

10. Yadullah Faily

11. Mecîd Atroşî

12. Ezîz Akreyî

13. Îsmaîl Mela Ezîz

14. Elî Şengalî

15. Naaman Îsa.

Endamên yedek yên Komîteya Navendî:

1. Haşim Akreyî

2. Şefîq Axa

3. Fatîh Mihemed Emîn.

Endamên Mekteba Siyasî ji pêncan bûn heft û ji aliyê endamên Komîteya Navendî ve bi vî awayî hatin hilbijartin:

1. Hebîb Mihemed Kerîm, sekreter

2. Dr. Mehmûd Osman, Endam

3. Saleh Yousfi, Endam

4. Nûrî Şawês, Endam

5. Elî Ebdullah, Endam

6. Samî Ebdulrehman, Endam

7. Ezîz Akreyî, Endam.

Ji aliyê endamên kongreyê ve heft endam û du yedek ji bo Komîteya pişknîn û Çavdêryê hatin hilbijartin:

1. Reşîd Arif, serok

2. Necmeddîn Yûsfî, Endam

3. Mela Heyder Mihemed Husên, Endam

4. Sebrî Botanî, Endam

5. Mela Salih Hacî Hesen, Endam.

Piştî bidawîbûna kongreyê Serok Mistefa Barzanî erkên girîng spartin çend endamên serkirdayetiyê, ji wan Mehmûd Osman bû karê peywendiyên derve hat spartin, Samî Ebdulrehman çendîn karên siyasî û emnî hatin erkdarkirin, Îdrîs Barzanî wek berpirsê Mekteba leşkerî ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê hat destnîşankirin û Mesûd Barzanî jî ji bo rêveberiya Mekteba ewlehiyê hat erkdarkirin.

Serkeftineke din a girîng a kongreyê jî dîsa weşandina rojnameya Xebat bû zimanhalê fermî yê partiyê, piştî serdana Mesûd Barzanî hi bo Bexdayê, ji derfetê sûd werdigire û fermana berdana girtiyên sala 1965 û destûra karkirina rojnameya Xebatê wergirt, ew bû hejmara nû ya rojnameya Xebat di 16ê Nîsana 1967an de bi çavdêriya Salih Yûsfî derket.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1961-1975, Bergê 3, Beş 1, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
  2. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bergê 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
  3.  Selah El-xirsan, El-teyarat El-siyasiyeh Fî Kurdistan El-Iraq, Qîraet Fî  Melefat El-herkat We El-ahizab El-kurdîyeh Fî El-Iraq 1946- 2001, (Beyrût-  Metbeet El-belax- 2001).
  4.    Şekîb Eqrawî, Senewat El-mihneh Fî Kurdistan, ehem El-ehdas El-siyasîyeh we El-eskerîyeh Fî Kurdistan We El-Iraq Min 1958- 1980, El-tebe El-saniyeh, (Erbîl- Metbet El-minareh- 2007).
  5.  Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998. 
  6. Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Komîteya Navendî, Daxuyaniya Dawî ya Kongreya Heftemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, 25.11.1996.
  7.    Şêrkû Fethallah Omer, El-Hzib El-dîmoqretî El-Kurdistanî We El-Hereke El-teherurîyeh El-qewmîyeh El-kurdîyeh Fî Kurdistan El-Iraq 1946-1975, (El-Silêmanîyeh- Wezaret El-seqafe Fî Hikûmet Eqlîm Kurdistan- metbet Ron- 2004).
  8.   Tenwîh, Ceridet Xebat Lisan El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdstanî,   El-edet 671, Erbîl, El-arbiaa, 14ê Nisana 1993).
  9.   El-Menahic We El-Nizam El-Daxlî Lil-hizb El-dîmoqrati El-Kurdistanî , Tedîlateho, Eqdehû El-Mutemer El-sab' Lil-hizb, Senet 1966, (Bîdun Mekan- Metbeat Xebat).
  10. Hamud Gawherî, Îdrîs Barzanî û Barzanîyên baştir nas bikin, (Hewlêr - Çapxaneya Şahab ​​- 2014).

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir