Kongreya Çaremîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Çaremîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq - 4 Cotmeha 1959), piştî vegera General Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên partiyê li Bexdayê, bi eşkereyî hat lidarxistin.


Rewşa partiyê beriya kongreyê

Di sala 1955an de Celal Talebanî wek nûnerê Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê û Rêxistina Ciwanên Dêmokrat ên Iraqê ya Partiya Komunîst a Iraqê beşdarî Kongreya Cihanê ya Ciwanan li Warşova ya paytexta Polonyayê bû, piştre jî wek nûnerê Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê (YLDK) çû bajarê Pekînê yê paytexta Çînê ji bo beşdarî festîvaleke ciwanan bibe. Celal Talebanî li ser rêya vegerê bo Yekîtîya Sovyetê karî du caran li Moskow ya paytext telefona serok Mistefa Barzanî bike û li ser partîya xwe şîretan bigre, berî niha Barzanî di nameyekê de ji aliyê Celal Talebanî ve ji pirsgirêk û rewşa partiyê hatibû agahdarkirin, di van pêwendiyan de Serok Barzanî daxwaza bidawîanîna kêşeyên di navbera Hemze Ebdula û Îbrahîm Ehmed de kir û xwest yekrêziya xwe pêkbînin.

Li ser daxwaza Serok Mistefa Barzanî çendîn civîn di navbera Hemze Ebdullah û Îbrahîm Ehmed de bo yekrêzî û nehiştina nakokiyan li dar xistin, di dawiyê de daxuyaniyek ji aliyê Eniya Pêşverû ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bi serokatiya Hemze Ebdullah bi mebesta hilweşandin û vegerandina nav refên PDKê hat belavkirin.

Piştî vegerandina baskê Hemze Ebdullah bo nava PDKê di destpêka sala 1956 de, komek Marksîstên Kurd ji Partiya Komunîst a Iraqê piştî çend danûstandinan bi şert û merc tevlî PDKê bûn, bi vegera baskê Hemze Ebdullah û tevlîbûna komek ji endamên kurd ên Partiya Komunîst a Iraqê ku navdartirîn ji wan Nejad Ehmed Ezîz û Xesrew Tewfîq Fehullah bûn, di civîna Komîteya navendî de Navê partiyê ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat guhertin û bû Partiya Dêmokrat a Yekgirtû ya Kurdistanê û serkirdatiya nû hat destnîşankirin, helbet ev guhertin berevajî rêgezên navxwe yên partiyê bûn û diviyabû di kongre yan konferansa giştî de biryarek wesa bihata girtin.

Komîteya nû ya navendî ji van kesan pêk dihat:

1. Îbrahîm Ehmed, Sekreterê Giştî

2. Hemze Ebdullah

3. Elî Ebdullah

4. Nûrî Ehmed Taha

5. Omer Mistefa

6. Celal Talabanî

7. Hebîb Mihemed Kerîm

8. Nejad Ehmed Ezîz

9. Xesrew Tofîq Fethullah.

Piştre Mekteba Siyasî ji çar endaman hat avakirin ew jî Îbrahîm Ehmed, Omer Mistefa, Hemze Ebdullah û Celal Talebanî bûn.

Di encama vê yekbûnê de navên organên PDK’ê hatin guhertin û organa PDK’ê bi navê Têkoşîna Kurdistanê hate çapkirin û  weşandin.

Piştî van guhertinan, di sala 1957an de, serkirdayetiya baskê Kurdistanê yê Partiya Komunîst a Iraqê, di nava wan de Salih Heyderî, Hemîd Osman û Kemal Fuad, gihîştin wê baweriyê ku divê Kurd hemû di yek partiyê de kom bibin, ji bo vê yekê jî şaxê Partiya Komunîst a Kurdistanê xwe Helweşand û tevlî refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtû ya Kurdistanê – Iraqê bûn, Serkirdayetiya partiyê carek din hate guhertin û Salih Heyderî û Hemîd Osman di nav komîteya navendî de hatin zêdekirin û Mekteba siyasî jî ji Îbrahîm Ehmed, Salih Heyderî, Hemze Ebdullah, Hemîd Osman û Celal Talebanî hate avakirin.

Piştî şoreşa 14'ê Tîrmeha 1958'an, li Iraqê desthilatdariya Paşayetî bi dawî bû û sîstema komarê cihê xwe girt, bi vî awayî Komara Iraqê derbasî qonaxeke nû bû û gelek guhertinên girîng rû dan, Komara Iraqê di 24ê Adara 1959an de ji Peymana Bexdayê û di 30ê Gulana 1959an de jî ji Peymana (Angilo – Iraq) derket. Di 4ê Nîsana 1959an de dawîn leşkerên Brîtanyayê ji Iraqê vekişiyan û di destpêka hezîranê de jî Komara Iraqê ji diravê Sterling pound vekişiya.

Şoreşa 14’ê Tîrmehê û guhertinên piştî şoreşê ji bo rêxistinên veşartî hawîrdoreke guncan afirand, Partiyê dest bi ji nû ve birêxistinkirina avahiya rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî kir, heman demê vegera Serok Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê di 6ê Cotmeha 1958an de, bandorek mezin li coşa cemawer ê gel û tevlîbûna wan di nava refên PDK'ê de kir.

Serdestiya komunîstan di serdema Ebdulkerîm Qasim de bandora xwe li PDK’ê jî kiribû û gav bi gav PDK ber bi parçebûna ve dibir, bi taybetî bi rêya wan kadroyên Partiya Komunîst ku berê tevlî refên PDK’ê bibûn, Tevlîbûna komunîstan bo nava PDK’ê û bandora wan a li ser Hemze Abdullah wesa kir di demeke kin de desthilatdariya xwe li ser partiyê bikin.

Di pêngava yekem de sekreter Îbrahîm Ehmedî bi tohmeta rastgiriyê ji kar hat dûrxistin û li şûna wî Hemze Ebdullah bû sekreterê partiyê û bi heman hincetê jî endamê mekteba siyasî Celal Talebanî ji kar hat dûrxistin. Di navbera Mekteba Siyasî û Partiya Komunîst de têkiliyeke veşartî hat avakirin, PDK bû şaxeke Partiya Komunîst, ev piştgîrî û alîgrî ya ji bo Partiya Komunîst gav bi gav di nava bingeh û endamên partiyê de belav dibû, li ser vê rewşê gelek gazinde ji aliyê rêxistin û endamên partiyê ve ji Serok Mistefa Barzanî re hat kirin û ji bo bidawîkirina pirsgirêkan daxwaz hat kirin ku lez li lidarxistina kongreyê were kirin, berovajî vê, Mekteba Siyasî her tim kongre asteng dikir û hewl dida kongreyê paşde bêxe.


Lidarxistina kongreyê

Ji bo bidawîkirina pirsgirêkan û ji holê rakirina wan, Serok Mistefa Barzanî banga civîna Komîteya Navendî ya PDKê kir. Di roja 30. Hezîrana 1959ê de, hemû Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bêyî amadebûna sekreterê partiyê û mekteba siyasî, li mala Serok Mistefa Barzanî li Bexdayê civiyan, piştî civînê komîteya navendî biryar da ku Hemze Ebdullah, sekreterê partiyê, Xesrew Tofîq Fethullah, Nejad Ehmed, Salih Ruşdî Tahir, Hemîd Osman û Salih Heyderî ji kar bên dûrxistin, her wiha biryar hat dayîn ku ji bo kongreya çaremîn a PDK'ê amadekarî bê kirin, ji bo vê jî komîteyek amadekar hat avakirin.

Piştî hemû amadekariyan, kongre ji 4 heta 7ê Cotmeha 1959an de, bi amadebûna 120 nûneran, li mala Kake Ziyadê Koye, li bajarê Bexdayê, di rewşeke aram de hat lidarxistin. Bername û Rêbazên nû hatin pesendkirin û çend biryar hatin standin ku yên herî girîng ev in:

  1. Seranên duberekîyê ji partiyê hatin derxistin.
  2. PDK hate vegerandin ser rêbaza bingehîn a neteweyî û li şûna ku Marksîzmê bipejirîne, ji bo jê sûd werbigire, hate guhertin.
  3. Navê partiyê hat guhertin û bû Partiya Deîêmokrata Kurdistanê - Iraq.
  4. Cara yekem biryar hat dayîn ku komîteyeke bilind a Pişkinîn û Çavdêriyê were avakirin.

Serok Mistefa Barzanî yekem car beşdarî kongreya PDKê bû û bi amadebûna xwe weke serokê PDK’ê hate hilbijartin, di dawiyê de ji aliyê endamên kongreyê ve serkirdayetiyeke nû hate hilbijartin, ew jî ev bûn:

1. Mistefa Barzanî, Serok

2. Îbrahîm Ehmed, sekreter

3. Nûrî Şawês

4. Elî Ebdullah

5. Omer Mistefa

6. Celal Beg Şiwanî (Celal Ebdulrehman Emîn)

7. Ehmed Amêdî (Ehmed Abdullah Mihemed)

8. Ewnî Yusuf

9. Seyîd Ezîz Şemzînî (Ezîz Ebdullah Ebdulqadir)

10. Nûrî Ehmed Taha

11. Dr.Murad Ezîz (Murad Rezm Awer)

12. Mela Mator (Ebdullah Îsmaîl Ehmed)

13. Celal Talabanî.

Her wiha Ne'man Îsa jî wek endamê yedek ê Komîteya Navendî hat hilbijartin.

komîteya bilind a Pişkinîn û Çavdêriyê cara yekem hat avakirin û ev komîte ji 5 kesan pêk dihat: Şemseddîn Muftî, Hebîb Mihemed Kerîm, Elî Eskerî, Yadullah Feylî û Zekîya Îsmaîl Heqî Mîrza.

Di vê kongreyê de her yek ji Hemze Ebdullah, Hemîd Osman, Salih Heyderî, Nejad Ehmed Ezîz Axa, Xesrew Tofîq Fethullah, Heme Kerîm Fethullah û Salih Ruşdî tevî alîgirên wan ji partiyê hatin dûrxistin.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1958-1961, Bergê II, (2012).
  2. Nameya Celal Talebanî ji Heval Pêşewa Mistefa Barzanî re, (30/7/1957), Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1931-1958, Bergê 1, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê, 2004), Belge No. 8.
  3. Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998.  
  4. Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq heta Kongreya Sêyem, (cih nenas - 1968).
  5. Selah Reşîd, Mam Celal Hevdîtina Temenî Ji Ciwaniyê heta Koşka Komarî, (Silêmanî – Çapxaneya Cardo – 2017).
  6. Dr. Şêrko Fethullah Omer, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxwaz a Netewa Kurd 1946-1957, w. Siware Qeladizeyî, (Çapxaneya Şehîd Azad Hewramî - 2013).
  7. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bergê 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir