Paşxaneya dîrokî
Di 16ê Îlona 1943an de li Rojhilatê Kurdistanê Komeleya Vejîna Kurd (Jiyanewey Kurd - JK) hat damezrandin, paşan di 16’ê Tebaxa 1945’an de navê wê bo Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê hate guhertin, vê partiyê bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê di 22ê Kanûna 1946an de bi serokatiya Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê (Mehabad) li beşekî Rojhilatê Kurdistanê ava kir, heman demê di 15’ê Kanûna 1945’an de di bin serokatiya general Mistefa Barzanî de Komîteya Azadî li başûrê Kurdistanê hate avakirin.
Piştî têkçûna Şoreşa Barzan a Duyem di sala 1945an de, General Mistefa Barzanî, Fermandarê Giştî yê Şoreşê, Bi şêwira Komîteya Azadî û fermandarê çeperên şer, piştî pêwendî bi rêberên kurdên Kurdistana Îranê û berpirsên Sovyetê, wî biryar da ku hemû hêzên xwe vekişîne Kurdistana Îranê û piştî çend şeran, di 11ê Çiriya Pêşîn a sala 1945an de bi rêya Kêleşîn-Mergewerê re derbasî Kurdistana Îranê bûn, piştî ragihandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, tevî rewşa wan a dijwar, hêzên General Mistefa Barzanî bi hemû hêza xwe tevlî komarê bûn.
Biryara damezrandinê
Rewşa Kurdistana Îranê bi guherîn ve nêrîna Komîteya Azadî li ser çarenûsa tevgera Kurd li Başûrê Kurdistanê xav nekir, bi taybetî ezmûna damezrandina Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê û ezmûnên ku di şoreşa Barzan a duyemîn de bi dest ketine, nîşan da ku ev qonax pêwîstî bi damezrandina partiyek mîna Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Kurdistana Iraqê heye, loma jî piştî lêkolîn û vekolîneke berfireh li ser rewşa herêmê, Mistefa Barzanî û hevalên wî, efser û endamên Komîteya Azadî biryar dan ku partiyek li Kurdistana Iraqê ava bikin bi awayekî li gor daxwaz û armancên gelê Kurdistanê be.
Bingeha damezrandina Partiya Dêmokrat a Kurd (PDK) di yekemîn civîna Mistefa Barzanî de ligel parêzer Hemze Ebdullah, Kaptan Mîrhac Ehmed Tahir, Kolonel Rukin Ezzat Ebdulezîz, Kaptan Mistefa Xoşnaw, Kaptan Xeyrullah Ebdulkerîm, Kaptan Mihemed Mehmûd Qudsî û Mullazim Norî Ehmed Taha hat danîn û paşê navê wan kirin Komîteya Damezirîner û di heman civînê de hewl hat dan ku yekemîn bername û rêziknameya navxwe ya partiyê bê bicihkirin.
Ji ber wê heyama hestiyar a ku Komara Kurdistanê tê de derbas dibû, ji bo ku ji aliyê welatên herêmî ve neyê gefkirin, Mistefa Barzanî û hevalên xwe biryara damezrandina partiyê û xebatên wê yên rasterast derbasî Başûrê Kurdistanê bin, ji bo vê yekê jî biryar hat dayîn ku Hemze Ebdullah bi hemû desthilat û çend pêşniyaran vegere Başûrê Kurdistanê da ku bi rayedarên Partiya Şoreşger, Partiya Azadî û Şaxa Demokrat a Silêmaniyê re bicive.
Pêşniyar ev bûn:
-
Di bername û rêziknameya navxwe ya partiyê de ti guhertin çênebe.
-
Divê Şêx Letîf Hefîd kurê Şêx Mehmûd Hefîd bibe cîgirê yekem ê serok.
-
Mihemed Kake Ziydê Koye wek cîgirê duyem bê destnîşankirin.
-
Ji bo ku ji emperyalîzmê hincet neyê dayîn, heta ku Partî bi xwe neyê perçiqandin, zêde giranî nedin ser berjewendiyên Îngîlîz, ev ji bilî wê yekê ye ku emperyalîzma Îngîlîz pîr bûye û çêtire valahiya wê bi hêzeke netewî tije bibe
ji ku bikeve destê emperyalîzmeke nû ya wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Di dawiya bihara 1946an de Hemze Ebdullah vedigerya Başûrê Kurdistanê û bi partî û kesayetên navdar re têkilî danî, serkirdayetiya herdu Partiyên Şoreşger û Rizgarîxwaz biryar da ku partiyên xwe hilweşînin û tevlî partiyê bibin, bi mercê ku herdu partî kongreyên xwe li dar bixin û guhertinan ji endamên xwe re ragihînin.
Kongireya her du partiyan di destpêka Tebaxa sala 1946an de hat lidarxistin û piraniya endamên wan tevlî Partiya Dêmokrat a Kurd bûn û hejmareke kêm ji serkirde û endamên Partiya Şoreşger jî tevlî Partiya Komunîst a Iraqê bûn. Berê jî li ser mijara tevlîbûna partiyeke nû, Partiya Rizgarî bi Komeleya Vejîna Kurd (JK) a Şaxa Başûrê Kurdistanê re civînek li dar xist bû. di encama van gotubêjan de hin rêveberên Komeleya Vejîna Kurd (JK) tevlî Partiya Rizgarî bûn û Îbrahîm Ehmed ji bo bersivdayînê destûr xwest.
Damezrandin
Di destpêka Tebaxa 1946an de, Partiya Şoreşger û Partiya Rizgariya Kurd kongreya xwe ya hilweşandinê pêk anîn û biryara tevlîbûna PDK'ê dan, piştî ku amadekarî bi dawî bûn, Partiya Nû di 16ê Tebaxa 1946an de li mala Se'îd Fehîm li Bexdayê bi amadebûna 70 nûneraan yekemîn kongreya xwe ya veşartî li dar xist, di wê kongreyê de piraniya endamên serkirdatiya Partiya Şoreşger, tevahiya serkirdatiya Partiya Rizgarî ji bilî Salih Heyderî û Nafe Yûnis, nûnerê pêbawer ê Mistefa Barzanî, Hemze Ebdullah, Mehmûd Ehmed nûnerê Şêx Letîf Hefîd birêz Ziyadê Koya û Îbrahîm Ehmed nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Şaxa Silêmaniyê beşdar bûn.
Kongreyê kar û erkên xwe bi serkeftî bi cih anî û endamên kongirê piştî nirxandinê bi hin guhertinan metna bername û rêziknameya ku ji aliyê komîteya damezrêner ve li Mehabadê hatibû amadekirin, pesend kirin, partiya nû bi Partiya Demokrat a Kurd (Partiya Demokrat a Kurd-Îraq)hat binavkirin, di kongreyê de Mistefa Barzanî wek serokê Partiya Demokrat a Kurd hat hilbijartin û li ser pêşniyara Mistefa Barzanî, Şêx Letîf Hefîdî kurê Şêx Mehmûd Hefidî wek cîgirê yekem û birêz Ziyadê Koye wek cîgirê duyem yên serok hatin destnîşankirin. Herwiha Rojnameya Rizgarî ku zimanê Partiya Rizgariya Kurd bû, ji ber rola xwe di nav gel de bû zimanê Partiya Demokrat a Kurd û hemû kelûpelên herdu Partiyên Şoreşger û Rizgarîxwaz radestî serkirdayetiya nû ya hilbijartî hatin kirin û biryar hat dayîn ku navenda serkirdatiya wê partiyê li Bexdayê be.
Piştî hilbijartina navê partiyê, destnîşankirina serok û cîgirên serok, endamên kongreyê dest bi hilbijartina endamên komîteya navendî kirin û ev nav wek endamên komîteya navendî hatin hilbijartin:
1. Mistefa Barzanî, Serok
2. Şêx Letîf Şêx Mehmûd Hefîd, Cîgirê Yekem
3. Birêz Ziyadê Koye Cîgirê Duyem
4. Hemze Ebdullah, sekreter
5. Mîrhac Ehmed Akreyî, Endam
6. Dr Cefer Mihemed Kerîm, Endam
7. Elî Ebdullah Emîn, Endam
8. Seyda Salih Yûsfî, Endam
9. Ebdulkerîm Tofîq, Endam
10. Reşîd Ebdulqadir Hemawî, Endam
11. Reşîd Bajelan, Endam
12. Mela Seyîd Hekîm Xaneqî, Endam
13. Awni Yousef Ehmed, Endam
14. Taha Mohiddîn Ma'rûf, Endam
15. Ebdul Semed Benna, yedek.
Piştre endamên komîteya navendî endamên mekteba siyasî ya nû hilbijartin ku ji Hemze Ebdullah, Dr. Ceafer Mihemed Kerîm, Elî Ebdullah, Ebdulkerîm Tofîq û Reşîd Ebdulqadir pêk dihat.
Mekteba siyasî ya hilbijartî ya PDKê dest bi dabeşkirina erkên xwe kir û biryar da ku piraniya endamên mekteba siyasî li Bexdayê û baregehên wan li wî bajarî bên bicihkirin û pêwendiyeke bihêz di navbera Mekteba Siyasî û Serok Mistefa Barzanî li Mehabadê çêkir.
Çavkanî:
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, Berg 1, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
-
Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021
-
. Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet Xebat- 1998.
-
Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq heta Kongreya Sêyem, (cihê nenas - 1968).
-
Nori Şawês, Min Muzekeratî, Bidon Mekan,(Menşûrat Hizb El-şeib El-dîmoqratî El-Kurdistanî, 1985).
-
Mihemed Mela Qadir, Xebatname, (Hewlêr, Weşanxaneya Aras, 2007).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd - Şoreşa Barzan 1945-1958, (Kurdistan – Kanûna duyem 1987).