Kongreya Duyemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê

Kongreya 2mîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrata Kurdên Iraqê – 13 Adar 1951), piştî vegera Hemze Ebdullah û avakirina Mekteba Siyasî ya nû ya PDK’ê di 13’ê Adara 1951’an de li bajarê Bexdayê hate li dar xistin.


Rewş û sedem

Di sala 1949an de Huseyîn Cemîl di hikûmeta Elî Cewad Eyûbî de wek Wezîrê Dadê hat danîn, vê yekê jîngeheke siyasî ya baş li Iraqê ava kir û piraniya girtiyên siyasî serbest hatin berdan, di vê çarçoveyê de piraniya endamên serkirdatiyê û kadroyên Partiya Dêmokrata Kurd (PDK) weke Hemze Ebdullah, Ewnî Yûsif, Celîl Hişyar û Îbrahîm Ehmed hatin berdan.

Hemze Ebdullah sekreterê partiyê piştî azadkirina wî ji aliyê hikûmetê ve destûr jê re hat dayîn ku kar bike ji bo vegerandina hemwelatiya xwe ya Iraqî, ku di sala 1938 de jê hatibû standin, Hemze Ebdullah ji bo wergirtina hemwelatiya Iraqê daxwaz ji komîteya navendî ya partiyê kir ku endamtiya wî were sekinandin, lê daxwaza wî hat red kirin, Hemze Ebdullah derketina xwe ji PDK’ê ragihand û çûna wî ji aliyê komîteya navendî ve hate pejirandin.

Li ser pejirandina biryara dersînorkirina Hemze Ebdullah, Komîteya Herêmî ya Koyê û Komîteya Navendî ya Demkî ya Bexdayê ketine nav nakokiyan, dema serkirdayetiya wê lawaz bû  Komîteya Herêmî ya Koyê daxwaz ji Komîteya Navendî kir ku biryara xwe ji nû ve binirxîne, Komîteya navendî neçar ma ku Hemze Ebdullah vegerîne û Mekteba siyasî ya nû ya ku ji Hemze Ebdullah, Awnî Yûsif û Elî Ebdullah pêk tê ava bike û Hemze Ebdullah berpirs be, herwiha divê amadekariyan ji bo kongreya partiyê bike, herwiha daxwaz ji Salih Ruşdî û Mistefa Kerîm kirin ku alavên çapkirinê yên partiyê radestî Mekteba Siyasî bikin, lê Mistefa Kerîm Xefûr û Salih Ruşdî ev yek nekirin, piştre ji partiyê derketin û dest bi eşkerekirina nihêniyên partiyê kirin, di vê heyamê de bernameya partiyê ji aliyê Mekteba Siyasî ve ji bo amadekirina kongreyê bi hin guhertinên biçûk hat nivîsandin û weşandin.

Bi vî awayî serkirdayetiya demkî hat hilbijartin û konferansa Bexdayê di erkê xwe de nekarî serkeftî be, ji aliyê din ve rewşa siyasî û rêxistinên PDK’ê pir tevlîhev bûn, ji ber vê çendê piştî Konferansa Bexdayê ya sala 1950’î biryar hat dayîn ku kongreya partiyê were lidarxistin.

 


Li darxistna kongrey

Kongreya duyemîn di 13 û 14ê Adara 1951ê de li mala Elî Hemdî li bajarê Bexdayê hat lidarxistin, nêzîkî 30 endam ji Hewlêr, Balek, Koye, Silêmanî, Helebce û Bexdayê beşdar bûn, piştî nirxandina rewşa siyasî û rêxistinên partiyê û gotûbêjkirina pirsgirêkan, beşdaran bi taybetî Hemze Ebdullah, Elî Ebdullah û Îbrahîm Ehmed li ser avakirina komîteyeke nû ya navendî ya demkî li hev kirin, bi mercê ku endamên wê ne endamên Komîteya Navendî ya berê bin, piştî damezrandina wê, endamên komîteyên navendî yên kevin û nû divê guhertinên pêwîst di bername û rêziknameya navxwe ya partiyê de bikin û xwe ji bo kongreya sêyemîn amade bikin.

Di vê kongreyê de navê PDK’ê wek xwe ma û neguherî û bername û rêgezên navxweyî yên berê bêyî ti guhertinan wergerandine ser zimanê kurdî, tenê pêşgotinek bi navê Mekteba Siyasî û pêşgotinek bi navê Komîteya Navendî hat zêdekirin, her wiha biryar hat dayîn ku bi alîkariya sekreter û endamên serkirdayetiya berê peymana neteweyî, bername û rêzikên navxweyî werin guhertin.

Di kongreya duyemîn de bê sekreter û mekteba siyasî komîteyeke navendî ya demkî ji şeş endaman ji bo birêvebirina kar û aktîvkirina rêxistinan hat hilbijartin, ew jî Îbrahîm Ehmed Fetah, Nûrî Şawês, Celîl Hişyar, Omer Debabe, Bekir Îsmaîl Mihemed û Mihemed Emîn Merûf bûn.

Piştî kongreyê partiyê dest bi cîbicîkirina biryarên kongreyê û vejandina rêxistinên xwe kir, piştî du salan rawestan, di Îlona 1951ê de Partî hejmara nû ya rojnama Rizgarî belav kir û rojnameya Nîda Kurdistan bi erebî derxist, di sala 1952’an de ji nû ve birêxistinkirina komîte, şax û rêxistinên herêmî yên parçebûyî dest pê kir, di vê heyamê de rêxistinên li Silêmanî, Helebce, Pêncwên, Qeladizê, Ranya, Bexda, Akrê, Kerkûk, Hewlêr, Balek û çend deverên din ên girêdayî van bajaran hatin aktîfkirin, her li gorî biryara Komîteya Navendî, di sala 1952 de, Partiya Demokrat a Kurd beşdarî hilbijartinên Iraqê bû û namzedê xwe parêzer Mesûd Mihemed Celîlzade li Koyê bi ser xist, her wiha Partî beşdarî serhildana 23ê Mijdara 1952an a li dijî rejîma wê demê ya Iraqê bû.

 


Pirsgirêkên navxweyî

Derbarê pirsgirêkên navxweyî de, kongreya duyemîn a partiyê nekarî pirsgirêkan çareser bike, her yek ji Salih Ruşdî û Mistefa Kerîm tevî ku ji aliyê komîteya rêveberiya kongreyê ve hat xwestin ku beşdarî kongreyê bibin, lê beşdar nebûn û rêxistineke nû bi navê Hizba Dêmokrata Kurd a Iraqê ava kirin, Tenê navê partiyê guherandin û kirin Hizib. Ev partiya nû di nîvê duyem ê sala 1952 de hilweşiya û piraniya endamên wê dîsa tevlî PDK'ê bûn.

Hemze Ebdullah jî pabendî biryarên kongreyê nebû û alîkariya rêxistinên partiyê nekir, ji ber vê yekê ji aliyê Komîteya Navendî ya PDK'ê ve hate rawestandin û piştî rawestandina wî, di havîna sala 1951'an de Hamza Abdullah ji aliyê dewletê ve hat girtin û biryar hat dayîn ku wî vegerînin Tirkiyeyê, di vê demê de, hikûmeta Iraqê kampanyayeke din ji bo girtina endamên PDK, dest pê kir û her yek ji Îbrahîm Ehmed, Elî Ebdullah, Omer Mistefa, Mihemed Hebîb, Ewnî Yûsif û Celal Talebanî ji aliyê hikûmetê ve hatin girtin û biryara şandina wan bo çend bajarên Iraqê hat dayîn, lêbelê, biryar pir dirêj nekir û di demek kurt de hat helweşandin, Tenê ji bo Hemze Ebdullah biryar wek xwe ma û ew jî dema birin Tirkiyê li Zaxoyê reviya û vegeriya Silêmaniyê.

Piştî vegera xwe, Hemze Ebdullah pêwendî bi endamên nerazî yên partiyê re kir, di nav de şaxê Silêmaniyê, ku pirsgirêkên wan bi komîteya navendî re hebûn û ji aliyê Komîteya Navendî ve hatbûn derxistin û li dûv Hemze Abdullah çûn, Hemze Ebdullah û baskê Silêmaniyê li hev kirin û partiyek bi navê baskê pêşkeftî yê Partiya Dêmokrata Kurd a Iraqê ava kirin, kesên ku li Silêmaniyê tevlî Hemze Ebdullah bûne Muherrem Mihemed Emîn, Şehab Şêx Nûrî, Heme Kerîm Fethullah, Baba Tahir Şêx Celal û çend kesên din bûn.

Di nîvê duyem a sala 1952 an de, Komîteya Navendî ya PDK hewl da ku Hemze Ebdullah û şaxê Silêmanî ku navê xwe kirbûn (Herêma 2 ya Partiya Dêmokrat a Kurd-Îraqê) razî bike ku vegerin nava partiyê, destipêkê bo vegeryanê razî bûn, bi mercê ku kesên hatine dûrxistin bên vegerandin û beşdarî kongreya PDKê bibin, mercên wan ji aliyê komîteya navendî ve hatin pejirandin, lê Hemze Ebdullah û hevalên wî vekişiyan, ev parçebûna partiyê bû sedem ku Komîteya Navendî ya Demkî ya PDKê ji bo lidarxistina kongreya sêyemîn bi lezgînî bixebite.

 


Çavkanî:

  1. Nameya Celal Talebanî (Pirot) ji bo: Rêber General Mistefa Barzanî û hevalê wî yê hêja Mîrhac Ehmed, (5/10/1955 – Pekînê), Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1931-1958, Berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004), Belgenameya 7.

  2. Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).

  3.  Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998.  

  4. Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq heta Kongreya Sêyem, (cihê nenas - 1968).

  5. Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî Temen, Ji Ciwanî berbi Koşka Komarî, (Silêmanî – Çapxaneya Cardo – 2017).

  6. Ebdullah Merdûx, Çend Bîranînên Brayîm Ehmed, (Silêmanî - Navenda Zîn - Çapxaneya Karo - 2010).


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir