Kongreya Pêncemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Pêncemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq - 5 Gulan 1960), piştî wergirtina destûra fermî ya partiyê ji hikûmetê, di 5ê Gulana 1960î de li Bexdayê bi eşkere hat lidarxistin.


Qonaxa xebata eşkere

Piştî serkeftina şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an, partiyên siyasî yên Eniya Yekîtiya Nîştimanî ya Iraqê bi awayekî azad dest bi xebatên xwe kirin, Serkirdayetiya şoreşê soz daye ku piştî bidawîhatina qonaxa veguhêz, destûra fermî ji bo karkirina partiyên Iraqî bide, lêbelê, ev destûr heya Kanûna Pêşîn hate paşxistin.

Di 6ê Kanûna Pêşîn, 1960 de, bi mebesta destûrdanê ji partiyên siyasî re, Qanûna hejmar yek a Komeleyan,  ji aliyê Encumena Serweriya Komara Iraqê ve di 46 madeyan de hat ragihandin, di vê qanûnê de partî wesa hatin naskirin ku ew ji bo bidestxistina çend armancên siyasî dixebitin, di bin çend şert û mercan de divê hemû endamên partiyê hemwelatiyên Iraqê bin û hêzên çekdar, berpirsên dewletê di beşa dîplomatîk de û xwendekarên dibistanên seretayî û navîn jî nikarin bibin endamên partiyan.

Piştî derxistina Qanûnê, serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq, şandeke 10 kesî bi serokatiya Serok Mistefa Barzanî û şandeke 50 kesî piştgirên xwe kirin paşgoyê nameyeke fermî û pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Iraqê kir, di 6ê Sibata 1960ê de Wezareta Navxwe ya Iraqê bi fermî û yasayî destûra karkirinê da Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq û rê pê hat dayîn ku rojnameya xwe ya navendî bi navê Xebat çap bike.

Endamên komîteya damezrandina qonaxa xebata eşkere ev bûn:

1. Mistefa Barzanî, Serok

2. Îbrahîm Ehmed, sekreter

3. Nûrî Şawês

4. Omer Mistefa

5. Elî Ebdullah Emîn

6. Elî Eskerî

7. Ebdullah Îsmail Ehmed (Mela Mator)

8. Hilmî Elî Şerîf

9. Îsmaîl Arif

10. Şemseddîn Muftî.


Lidarxistina kongreyê

Piştî ku Wezareta Navxwe ya Iraqê, Partiya Dêmokrata Kurdistanê weke pêkhateyeke siyasî û xwedî mafê vekirina çalakiyên li seranserê Iraqê nas kir, Serkirdayetiya PDK ji bo lidarxistina kongreya partiyê ya nû xebitî, tevî ku PDK kongreya xwe li sala 1959ê li dar xistibû.

Piştî konferansên Navxweyî, bi awayekî qanûnî û vekirî di hemû komîteyên Liq, komîteyên Navçeyan û rêxistinên cemawerî de nûnerên kongreyê hatin hilbijartin, Piştre bi amadebûna Serok Mistefa Barzanî demjimêr 10 sibeha roja 05.05.1960ê kongreya pêncem bi amadebûna 168 nûneran li baregeha Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li taxa Se'dûn ya Bexdayê bi awayekî aşkere hat lidarxistin.

Destpêkê Îbrahîm Ehmed rapora komîteya navendî ya berê xwend, piştre Nûrî Şawês rapora darayî û Omer Mistefa rapora rêxistinê xwend, her wiha rapora Desteya Bilind a Pişkinîn û Çavdêryê jî hate xwendin, Piştre kongreyê biryar da ku gelek komîteyên ji bo nirxandina rapora gilî, rêbaz û bernameyan bên avakirin, di nava komîteyan de Komîteya Bername û Rêzikan, Komîteya Lêkolîna Raporan, Komîteya Darayî û Desteyan û Komîteya Gazinan pêk dihatin.

Ji ber wergirtina destûra karkirinê û guhertinên siyasî yên Iraqê, di kongreya pêncem de hin guhertin di bernameyê de hatin kirin, wek rakirina xala 3, ku behsa sûd wergirtinê ji teoriya Marksîst-Lenînîst dikir, herwiha ew birge jî hat guhertin a girêday mafê serxwebûna Kurdistanê li herçar parçeyên Kurdistanê û ev made wek “Têkoşîna ji bo piştgirîkirina birayên me yên Kurd li her cihê ku ew têdikoşin ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên netewî û dabînkirina piştgiriya Komara Iraqê û alîkariya madî û manewî” hate guhertin.

Peykerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li ser bingeha rêziknameya kongreya pêncemîn, pêk dihat ji Şane, komîteyên Rêkxistinê, komîteyên Navçeyan, komîteyên Liqan, komîteya navendî, Mekteba siyasî, sekreterê komîteya navendî û serok.

Her ji Ji amadekariyan heta dawiyê, Kongre bi awayeke demokratîk birêve çû û Serok Mistefa Barzanî bi yekdengî wek serok hat hilbijartin, Piştre ji aliyê endamên kongreyê ve serkirdayetiyek hate hilbijartin û yekem car jinek gihişte serkirdayetiyê:

1. Mistefa Barzanî - Serok

2. Îbrahîm Ehmed - sekreter

3. Nûrî Şawês

4. Omer Mistefa

5. Dr. Murad Ezîz

6. Elî Ebdullah

7. Salih Yûsfî

8. Elî Eskerî

9. Haşim Akreyî

10. Celal Şiwanî

11. Nahîde Şêx Selam

12. (Mela Mator) Ebdullah Îsmaîl Ehmed

13. Ehmed Amêdî

14. Elî Hemdî Mûsa

15. Abdul Huseyn Feylî

16. Seyîd Ezîz Şemzînî

17. Nûrî Ehmed Taha

18. Celal Talabanî.

Her yek ji Seyîd Ezîz Şemzînî, Nûrî Ehmed Taha û Celal Talebanî weke endamên serkirdayetiyê nehatine binavkirin, ji ber ku ew efserên artêşa Iraqê bûn û destûr nehatiye dayîn ku bibin endamên ti partiyeke siyasî.


Yedekên Komîteya Navendî wiha bûn:

1. Ne'man Îsa Barzanî

2. Hilmî Elî Şerîf

3. Heyder Mihemed Emîn

4. Mihemed Hacî Tahir.

Endamên mekteba siyasî ya partiyê ji aliyê endamên komîteya navendî ve hatin hilbijartin ku ji wan Îbrahîm Ehmed, Nûrî Şawês, Elî Ebdullah, Dr.Mûrad Ezîz û Omer Mistefa bûn.

Komîteya Bilind a Pişkinîn û Çavdêriyê (Çavdêriya Bala) rasterast ji aliyê delegeyên kongreyê ve hatin hilbijartin, ew jî Hebîb Mihemed Kerîm, Zekiya Îsmaîl Heqî, Hormoz Nîsan, Xalid Hesen Yûsfî, Omer Hesen Bamernî û endamên yedek yên Komîteya Bilind a Pişkinîn û Çavdêriyê jî Abbas Husên û Yadollah Feylî bûn.

Biryareke din a kongreyê jî piştgirîkirina hikûmeta Iraqê li hember dijminên wê bû, ji ber ku PDK cara yekem bû xwediyê destûra fermi bû û dikaribû bi serbestî tevbigere, rewşa aştiyane û xebata siyasî ya vekirî wesa kir ku nûçeyên kongreyê bigehin  medyaya Iraqê û bi giringiyek mezin ve belav bikin.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, 1958-1961, Bergê 2, (2012).
  2. Qanûn Cemiyat, Micelt Alweqaya Aliraqiyh, Wezart Alirshad Fi Aliraq, Aledêt 283, Bexdad, Alsibt, 2ê Kanûna pêşin a 1960.
  3. Hebîb Muhemed kerîm, Tarîx El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî-El-Iraq (fî Mihetat reisiyah 1946 - 1993), (Dohûk- Metbet  Xebat- 1998. 
  4. Tehîyet Icazet El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, Cerîdêt Xebat(El-nîzal), Eledêt 141, Bexdad, 9ê Kanûna Pêşin 1960.
  5. Kongreya 5. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kovara Roja Nû, Hejmar 3, Sal 1, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, Hezîran 1960.
  6. Şêrko Fethullah Omer, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxwaz a Netewa Kurd 1946-1957, w. Suwara Qeladizeyî, (Çapxaneya Şehîd Azad Hewramî - 2013).

7 .Ebdulsetar Tahir Şerif, Tarix El-hizb El-sewrî El-kurdistanî, Eltebet El-saniyeh, (Bexdad- Menşûrat Elsewrî- 1979).

6. El-mutemer El-aam Lil-hizb El-dîmoqratî el-kurdistanî, Ceridêt el-şeIb, eledEt 88, el-sene el-sanîyeh, Bexdad, Alsnêyn, 9ê Mays 1960.

  1. Teksta bernameya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Iraq, Kongreya 5.
  2. Kongreya her du partiyên netewî, Partiya Dêmokrat a Nîştimanî û Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, rojnama Yekîtiya Gel, hejmar 86, Bexda, roja Înê, 06.05.1960.
  3. Dîroka Partî Dêmokratî Kurdistan, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Bergê I û II, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhelat- 2021).

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir