Sadiq Elî Sadiq Sofî
Sadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.
Agahiyên bêtirSadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.
Agahiyên bêtirSebrî Hesen Sebrî li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa ya li Çiyayê Direbî bi gulleya çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirOmer Elî Tahîr sala 1991 bûye Pêşmerge û beşdariya raperîna sala 1991 kiriye. Li sala 1991 li Hewlêrê şehîd bûye.
Agahiyên bêtirQasim Teha Şerîf naskiriye bi (Qasim Ebu Şiwarb), Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, pileya Serpel û Serleqî wergirtiye, li sala 1974 li tixûbê parêzgeha Silêmanî şehîd bûye.
Agahiyên bêtirOmer Teha Mehmud, sala 1955 li gundê Şîvê ya ser bi Mizûriya Bala ya qezaya Mêrgesora parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwediyê du kur û sê keçan bûye û di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe û li wargeha Zêwe nîştecîh dibe. Paşê ji bo bajarê Kirman ya li naverasta welatê Îranê ye têne veguhestin. Di sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, malbata wî vedigerin û li bajarê Soran nîştecîh dibin.
Agahiyên bêtirMistefa Sofî Elî, naskiriye bi )Mistefa Firinçî(, sala 1947 li gundê Feqyanî ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Sawe nîştecîh bûye. Di sala 1993 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Rewandizê.
Agahiyên bêtirMistefa Omer Sêwik Lêlkanî, di sala 1973 li gundê Lêlkanî ya nahiyeya Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayiyê xwendiye. Di sala 1988 koçberê welatê Îranê dibe û sala 1991 piştî raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vedigerê Başûrê Kurdistanê.
Agahiyên bêtirMihemed Ziyad Mihemed Emîn, di sala 1940 li gundê Feqiyan ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar û xwediyê zarokan bûye. Mihemed Ziyad kesayetiyê gundê Feqiyan bûye û ji bo baştirkirina rewşa jiyana gundnişînan kar kiriye.
Agahiyên bêtirMeqsud Feqe Omer Hemed, di sala 1955 li gundê Amoka ya ser bi nahiye ya Herîrê ya qezaya Şeqlaweya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê çar kur û du keçane.
Agahiyên bêtirMihemed Xidir Mihemed, naskiriye bi (Memede Reş Rewandizî), di sala 1932 li gundê Kaniye Qurî ya qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li temena zarokî de bavê wî koça dawî dike, ji bo wê yekê ji ber erkê berpirsiyariya bi mal xwedîkirinê nekariye biçê ber xwendinê. Sala 1955 jiyana hevjîniyê pêkaniye, xwediyê şeş kur û keçek bûye.
Agahiyên bêtirMe'ruf Qadir Elî, naskiriye bi (Me'ruf Çomanî), di sala 1956 li gundê Çomana Suweyl Axa ya li nahiyeya Simîlan ya ser bi qezaya Çomana parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê dibe û li wargeha Behrem nîştecîh dibe.
Agahiyên bêtirÎsa Sêwik Lêlkanî, sala 1952 li gundê Lêlkan ya ser bi nahiyeya Sîdekan ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî xwendiye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê dibe û li E'zemiye ya bajarê Kerec pasewanê Mala kek Îdrîs Barzanî dibe. Li welatê Îranê jiyana hevjîniyê pêktîne û xwediyê du kur û keçeke.
Agahiyên bêtir