Şehîd Omer Elî Tahîr li sala 1965 li gundê Beleban ya ser bi deşta Şelxeya qezaya Koye ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê ajeldariyê bûye. Omer Elî xêzandar bû û navê xêzana wî Gewher Hemed Salih e û xwediyê yek keçeke bi navê Şehîda. Ji ber têkdana gundên wan û bi zorê veguhestina xelkê gundên wan ji aliyê rejîma Be'es ve li sala 1987 Omer Elî koçberê bajarê Hewlêrê bûye û li taxa Bineslawe nîştecîh bûye.
Şehîd Omer Elî li sala 1991 li raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê de dijî rejîma Be'es bûye Pêşmerge li betalyona Seyid Qadir ku ser bi hêza Deşta Hewlêrê bû.
Omer Tahîr beşdariya azadkirina qezaya Koyê û Deşta Koyê, qezaya Şeqlawe, nahiyeya Korê, parêzgeha Hewlêrê li raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê ya li sala 1991 de beşdariyê kiriye.
Li 11 ê Adara 1991 li azadkirina parêzgeha Hewlêrê de Omer Tahîr li nêzîkî Baregeha parêzgehê fîşekek ber ketiye û şehîd bûye.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.