Me'ruf Qadir Elî

Me'ruf Qadir Elî, naskiriye bi (Me'ruf Çomanî), di sala 1956 li gundê Çomana Suweyl Axa ya li nahiyeya Simîlan ya ser bi qezaya Çomana parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê dibe û li wargeha Behrem nîştecîh dibe.


Me'ruf Qadir Elî, naskiriye bi (Me'ruf Çomanî), di sala 1956 li gundê Çomanî Suweyl Axa li nahiyeya Simîlan ya ser bi qezaya Çomana parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê dibe û li wargeha Behrem nîştecîh dibe. Di sala 1976 koçberê Başûrê Iraqê dibe. Piştî du sal mayina li Başûrê Iraqê vedigerê warên bab û bapîrên xwe, sala 1985 ji bo wargeha bi zorê ya Quştepe ya li parêzgeha Hewlêrê tê veguhestin. Di sala 1988 vedigerê wargeha Diyana.

 

Di sala 1973 li temena 15 salî de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike li gel Celîl Şêrkaweyî dibe Pêşmerge. Sala 1991 destpêka raperîna cemaweriya Kurdistanê li bajarê Soran de beşdariyê dike û roleke bilind dibîne. Sala 1992 piştî pêkanîna Leşkerê Kurdistanê li betalyona 9 ê Goşîne ya ser bi leqa Necmedîn Goronî dibê Pêşmerge. Di sala 1997 pileya Cîgirê Betalyona 1 ya li Lîwaya 72 ya artêşa Balek werdigre.

 

Şehîd Me'ruf Çomanî beşdariya çendîn şerên berevaniya li yasa û serweriya Kurdistanê dike, wekî şerên Qesrê, Hacî Omeran, Berdebûk, Aşê Xidir Axa, Gerwebêşê, Lolan, Xinêre û Çiyayê Hesarostê.

 

Li şeva 29 li ser 30 ê Tebaxa 1998 li şereke li gel çekdarên PKK ya li navçeya Gocar li Rebayeya Fatan li sêr rêya Dîlman, li gel di ji hevsengerên xwe tê şehîd kirin. Piştî şehîdkirinê termê wî tê şewitandin û binaxkirin.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir