Qasim Teha Şerîf Salih

Qasim Teha Şerîf naskiriye bi (Qasim Ebu Şiwarb), Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, pileya Serpel û Serleqî wergirtiye, li sala 1974 li tixûbê parêzgeha Silêmanî şehîd bûye.


Şehîd Qasim Teha Şerîf naskiriye bi (Qasim Ebu Şiwarb), li sala 1934 li gundê Topzawa ya ser bi nahiye ya Yayçî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye. Asta xwendewariya wî seretayî bûye. Qasim Ebu Şiwarb xêzandar bû û navê xêzana wî Bedriye Fethula bû û xwediyê pênc kur û du keçan bûye.

 

Li sala 1962 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li betalyona Letîf Hemereş bûye Pêşmerge ku ser bi hêza Rizgarî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye. Li sala 1963 li heman betalyonê pileya Serpeliyê wergirtiye.

 

Li sala 1965 bi biryara serkirdayetiya şoreşê, Qasim Ebu Şiwarb vediguhezin hêza Qeredax û pileya Serleqî ya Baregeha hêzê wergirtiye. Her wiha beşdariyeke çalak li destanên tixûbê hêza xwe de hebûye ku diyartirînê wan destana Kifrî û destana Qeredax û destana Bemoye.

 

Li sala 1968 li tixûbê nahiye ya Bazyan ya ser bi parêzgeha Silêmanî li rûbirûbûna serbaziya wê demê ya Iraqê de fîşek ber ejnoya wî ya rast ketiye û bi dijwarî birîndar bûye. Her ji bo wê yekê ji aliyê fermandeyê hêzê ve ji bo welatê Îranê hatiye şandin û heta 7 mehan li nexweşxaneya Tehranê de çareseriyê wergirtiye, lê belê ejnoya xwe rast her ji dest daye.

 

Li 14 ê Tebaxa 1974 Qasim Ebu Şiwarb û desteyek hevsengerên wî êrîş dikin ji bo girtina rebayiye ya Çiyayê Teynal ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ku rebayiyeke girîngê rejîma wê demê ya Iraqê bûye û destbilind bûye bi ser kolana serekiya di navbera parêzgeha Kerkûk û parêzgeha Silêmaniyê. Piştî rûbirûbûn û bi tevahî nêzîkbûna li sengerên serbazên wê demê ya Iraqê, Qasim Ebu Şiwarb mayin û mînên çandî li bin sengerê de pêda teqiye û bi dijwarî bûye ku her du qaç û beşeke dinê laşê xwe ji dest daye. Hevsengerên wî ew veguhestine gundê Darî Kelî ya ser bi nahiye ya Bazyan ji bo wergirtina çareseriyê, lê belê piştî 20 demjimêr li birîndarbûnê û ji ber dijwariya birînên xwe ve şehîd bûye û paşê her li goristana gundê Darî Kelî bi axê hatiye spartin.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir