Îsa Sêwik Lêlkanî

Îsa Sêwik Lêlkanî, sala 1952 li gundê Lêlkan ya ser bi nahiyeya Sîdekan ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî xwendiye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê dibe û li E'zemiye ya bajarê Kerec pasewanê Mala kek Îdrîs Barzanî dibe. Li welatê Îranê jiyana hevjîniyê pêktîne û xwediyê du kur û keçeke.


Di sala 1967 peywendiyê bi hêza Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û dibê Pêşmerge heta ku şikesta şoreşê li xebat û têkoşînê berdewam dibe. Di sala 1976 dûbare peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike û li hêza Barzan dibe Pêşmerge. Li ser raspardeya Kek Îdrîs û cenabê Serok Mesûd Barzanî li gel Bala Rastî ya Leqa Du tê navçeyên azadkirî û beşdariya çendîn şerên wekî şerê Xêrzuk, Baskî Deru, gundê Meznê, devera Barzan û Mêrgesorê dike. Li 21 ê Temûza 1980 beşdariya danîna kemînek li nahiyeya Meznê ya ji bo serbazên artêşa Iraqê dike û li wê çalakiyê de 29 serbazên artêşa Iraqê dikujin. Li 27 ê Temûza 1980 li gel çend Pêşmergeyeke hêzên Barzan êrîş dikine ser serbazgeheke artêşa Iraqê li bajarê Mêrgesorê.

 

Di sala 1987 di dema encamdana erkeke Pêşmergayetî li Xwakurk birîndar dibe û vediguzin yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê. Lê belê li wir ji ber dijwariya birînên xwe koça dawî dike û şehîd dibe.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir