Sadiq Elî Sadiq Sofî

Sadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.


Şehîd Sadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), li sala 1962 li gundê Sofî Brahîmê ser bi nahiye ya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, mijûlî karê ajaldariyê bûye. Xwendina seretayî li heman gundê temam kiriye û ji bo berdewamkirina xwendinê çûye bajarê Hewlêrê, hemû qonaxên xwendina xwe bi dawî aniye, derçûyê Peymangeha Mamostayên Hewlêre. Li sala 1982 damezraye û li Xwendingeha Qendîl ya taxa Îskan ya parêzgeha Hewlêrê bûye Mamosta.

 

Sadiq Elî li sala 1983 bûye endamê rêxistina şaneya(milê) nihênî ya Aso Cemawer ku şaneya ser bi lîjneya navçeya Deşta Hewlêrê ya Leqa Dû ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li sala 1985 peywendî bi şoreşa Gulan kiriye û li hêza Deşta Hewlêrê bûye Pêşmerge ku li wê demê de Westa Yunis Berpirsê Lîjneya navçeyê bûye. Derçûyê xula heştem ya pêgihandina kadirên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. piştî temamkirina xula kadiran, pileya kargêriya lîjneya navçeya Deşta Hewlêrê wergirtiye.

 

Li sala 1986 li rûbirûbûneke serbazên rejîma Be'es de Sadiq Elî li nêzîkî devera Balîsan birîndar dibe. Beşdariyeke çalak li mefreze partîzaniyên tixûbê Deşta Hewlêrê de hebûye, her wiha serpereştiya çend xuleke pêgihandina kadirên li lîjneya navçeya Deşta Hewlêrê kiriye.

 

Li 5 ê Temuza 1987 Sadiq Elî li gel desteyek hevsengerên xwe li nêzîkî nahiyeya Daretû ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ketine nava kemîneke serbaziya rejîma Be'es û li gel destpêka rûbirûbûnê fîşek ber serê Sadiq Elî ketiye û şehîd bûye. Laşê wî ketiye destê serbazên Be'es û radestî Bajarvaniya bajarê Hewlêrê kirine û ji aliyê Bajarvaniya Hewlêrê ve li goristana Kargey Qîr bi axê spartine.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir