A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

şehîdan

Cemal Feqê Mistefa Kak Mihemed

Cemal Feqê Mistefa Kak Mihemed, li sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1975 li gundê Serdre ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Celal Mihemed Ehmed

Celal Mihemed Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye. Di sala 1982 an de li şer û rûbirûbûnek de bi birîndarî hatiye destgîr kirin û paşê ji aliyê Emna Silêmaniyê ve bi sêdare ya serbazî ve hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Cemal Elî Reşîd

Cemal Elî Reşîd, kadir û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û şoreşa Gulanê bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye û heta pileya Fermandeyê hêzê wergirtiye. Di sala 1981 an de li deşta Şarezûrê ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Cemal û hevsengerên xwe bi hev re şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Cebar Kakexan Elakerem

Cebar Kakexan Elakerem, bi navê Cebarê Reş û Cebar Çuçanî hatiye nas kirin û kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye. Di sala 1982 an de bi desteyek hevsengerên xwe re ketine nava devereke mayin û mînên çêndî û li heman demê de kemîna Be'es êrîşî wan kirine û Cebarê Reş şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Cemal Eskender Mehmud

Cemal Eskender Mehmud, li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî ser tixûbê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û tevahiya malbata wî zîndanî yên siyasî bûne. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û di sala 1982 an de piştî encamdana çalakiyeke partîzanî ya li nav qeza Seyid Sadiq de, ketiye nava kemîneke serbazî û cehşên rejîma Be'esê û hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Xoşewî Esed Mîr Ehmed

Xoşewî Esed Mîr Ehmed li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa li Çiyayê Direbî bi gulleyê çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla, naskiriye bi (Hosta Xidir Mistefa), di sala 1931 li gundê Rustê ya nahiyeya Simîlana qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li medreseyê xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û du keç bûye, li 16 ê Temûza 1962 ji aliyê cehşên Kerîm Xanê Biradost hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir