Yunis Abdulezîz Teha Pîrdawit

Yunis Abdulezîz Pêşmergeyê şoreşa Gulan bûye, li sala 1986 li devera Zurgezrawî şehîd bûye.


Şehîd Yunis Abdulezîz li sala 1956 li gundê Qurşaxlo ya ser bi nahiye ya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê ajaldariyê bûye. Asta xwendewariya wî seretayî bûye. Yunis Abdulezîz xêzandar û navê xêzana wî Behiye Sabir bû û xwediyê çar kur û sê keçan bûye.

 

Sala 1984 peywendiyê bi mil û şaneyên nihênî ya rêxistina Şehîd Xidir Siware kiriye ku ser bi rêxistina Qereçux ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li sala 1985 û li Şoreşa Gulanê li rêxistina Qereçux ya ser bi Lîjneya Navçeya Mexmur ya Leqa Du ya Partiya Dêmokrata Kurdstanê de bûye Pêşmerge. Beşdariya şerê Quştepe, şerê Mexmur, mefrezeyên partîzaniyê de kiriye.

 

Li 26 ê Tebaxa 1986 li devera Zurge Zirawî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, Yunis Abdulezîz û desteyek hevsengerên wî ketine ber êrîşa bombebarana balafirên cengî yên rejîma Be'es û Yunis Abdulezîz şehîd bûye û heman demê de li gel çend hevsengereke xwe yên bi navên Emîr Abdulwehab, Abdulemîr Baqirteyî, Abdulwehab Baqirteyî şehîd bûne.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Dasteya însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir