Cemal Feqê Mistefa Kak Mihemed

Cemal Feqê Mistefa Kak Mihemed, li sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1975 li gundê Serdre ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.


Şehîd Cemal Feqê Mistefa Kak Mihemed, li sala 1945 an de li gundê Serdre ya Dola Xaneqa ya ser bi qeza Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye, xwendewar nebûye û jiyana hevjîniyê pêkneaniye.

 

Di sala 1963 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li betalyona 4 ya hêza Balek bûye Pêşmerge. Li şerê çiyayê Zozik û destana çiyayê Hindirên de beşdariyê kiriye. Li sala 1975 an de li gundê Serdre ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir