Cemal Eskender Mehmud

Cemal Eskender Mehmud, li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî ser tixûbê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û tevahiya malbata wî zîndanî yên siyasî bûne. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û di sala 1982 an de piştî encamdana çalakiyeke partîzanî ya li nav qeza Seyid Sadiq de, ketiye nava kemîneke serbazî û cehşên rejîma Be'esê û hatiye şehîd kirin.


Cemal Eskender Mehmud, di sala 1965 an de li gundê Banî Binokî ya qeraxa çiyayê Surên ya ser bi nahiye ya Xurmal ji dayik bûye û heta qonaxa navendî yê xwendiye. Ji ber sedema Pêşmergebûna bavê wî û tevahiya malbata wî li şoreşa Eylûlê û piştî şikestê jî destberdar nebûna wan ji çek û berdewamî kirina bi xebata Kurdayetiyê, li ser tixûbê di navbera Îran û Iraqê li 1 ê sIbata 1976 an de tevahiya zarok û jinên malbata wan ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve hatine destgîr kirin û li girtîxaneya Nasiriye heta 3ê tebaxa 1978 an zîndanî bûne.

 

Di sala 1979 li mefrezeya Eskender Mehmudî yê bavê xwe de bûye Pêşmerge ku di dema xwe de ser bi betalyona şehîd Ebubekir Banî Binokî yê mamê wî bûye û ser bi hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Demokrata Kurdistanê de bûye û li wê demê de Mela Omerî Banî Binok fermandeyê wê hêzê bûye.

 

Beşdariya çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûrê û qeraxa çiyayê Surên û şerê Şarbajêr û şerê Girdî Şerîfî ya Şarezûrê û şerê Helepçe û şerê Nalparêz û şerê gundê Qaynêce ya Şarezûrê de kiriye. Li sala 1981 an de li şerê Şarbajêr ya bi rejîma wê demê ya Iraqê de fîşekek li ber ketiye û bi dijwarî birîndar bûye.

 

Li 3 ê tebaxa 1982 an de bi desteyek hevsengerên xwe re çûne qeza Seyid Sadiq ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî. Piştî vegerana wan li wargeha bi zorê ya Şanêrî de ketine nava kemîna cehş û serbazên rejîma Be'esê û piştî şer û rûbirûbûna wan Cemal Eskender Mehmud fîşekek li ber ketiye û şehîd bûye. Her wiha hevsengereke wê yê dinê bi navê Ehmed Sane bi dijwarî birîndar bûne.  


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir