Celal Mihemed Ehmed

Celal Mihemed Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye. Di sala 1982 an de li şer û rûbirûbûnek de bi birîndarî hatiye destgîr kirin û paşê ji aliyê Emna Silêmaniyê ve bi sêdare ya serbazî ve hatiye şehîd kirin.


Celal Mihemed Ehmed, di sala 1962 an de li gundê Dule Surî ya ser bi nahiye ya Nalparêzî ya qeza Pênciwên de ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û bi karê ajaldariyê re mijûl bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye.

 

Di sala 1980 an de li mefrezeya Hesenî Sele ku ser bi betalyona şehîd Ebubekir Banî Binokî ya hêza Surên ya ser bi Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Beşdariya çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûr û ser tixûbê di navbera Îran û Iraqê û şerê Rezle û Parezan ya sala 1981 û şerê Nalparêz de kiriye û li şerê Rezle û Parezan ya li sala 1981 an de fîşek li ber ketiye û bi dijwarî birîndar bûye. Li sala 1982 an de piştî encamdana çalakiyeke partîzanî ya li Seyid Sadiq û di dema vegerana wan ya li gundê Şanêrî de ketine nava kemîneke cehşên rejîma Be'esê û piştî pêkhatina şer û rûberûbûnê Celal Mihemed Ehmed bi dijwarî birîndar bûye û ketiye destê cehşan. Paşê ew radestî Emna Giştî ya bajarê Silêmaniyê kirine û li Emna Silêmaniyê bi sêdareya serbazî (bi fîşek baran kirinê) ve şehîd bûye.



 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir