Ebdula Ehmed Îsmaîl Elyas

Ebdula Ehmed Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, di sala 1965 li nêzîk nahiye ya Pirdê hatiye şehîd kirin.


Şehîd Ebdula Ehmed li sala 1934 an de li gundê Sazî ya ser bi nahiye ya Altun Koprî ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û mijûlî karê cotkarî û ajaldariyê bûye. Abdula Ehmed xêzandar bûye û navê xêzana wî Se'diye Nurî ye û xwediyê kurek û keçek bûne.

 

Di sala 1963 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û bûye Pêşmerge. Li betalyona Yek ya Şiwan de bi Fermandeyî ya Heme Sur Husên ya ser bi hêza Rizgarî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. 

 

Di sala 1965 an de Abdula Ehmed û hevsengereke xwe yê bi navê Heme Salih li nêzîkî nahiye ya Pirdê ketine kemîneke serbaziya wê demê ya Iraqê û piştî rûbirûbûnê, Abdula Ehmed şehîd dibê û Heme Salih bi birîndarî xwe ji wê kemînê rizgar dike. 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir