Xidir Ehmed Mistefa Abdulla

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla, naskiriye bi (Hosta Xidir Mistefa), di sala 1931 li gundê Rustê ya nahiyeya Simîlana qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li medreseyê xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û du keç bûye, li 16 ê Temûza 1962 ji aliyê cehşên Kerîm Xanê Biradost hatiye şehîd kirin.


Sala 1950 li artêşa Iraqê de bûye serbaz û li beşa endezyariya karên çêkirina çekan de kar kiriye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê kiriye û li cem Abdulla Axayê Pişderî bûye Pêşmerge. Li gundê Rustê kargeheke biçuk ya çêkirina çekan hebûye û çekên hêzên Pêşmerge çêkirine. Di sala 1962 li encama êrîşa artêşa Iraqê ya bi hevkariya Kerîm Xanê Biradost ji aliyê cehşên Kerîm Xan ve hatiye şehîd kirin. Ji bilî şehîdkirina Hosta Xidir, keriyê bizineke gund û garana gundê Rustê talan kirine û dest danîne ser gund.

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir