Ce'fer Resul Hemdî

Ce'fer Resul Hemdî, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1969 an de li çiyayê Asos hatiye şehîd kirin.


Şehîd Ce'fer Resul Hemdî, di sala 1944 an de li gundê Giwanî ya ser bi bajaroka Diyana ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bû û karê cotkariyê re mijûl bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye û jiyana hevjîniyê pêk neaniye.

 

Di sala 1964 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li hêza Balek de dibe Pêşmerge û beşdariya şerên çiyayê Korek û Hindirên û Qeladizê û navçeyên Hewraman û Helepçe û Dukanê de kiriye. Di sala 1969 an de li çiyayê Asos ya li navçeya Merge de, di dema êrîşa artêşa Iraqê û taqima Celal Talebanî ya li ser hêzên Pêşmerge de hatiye şehîd kirin.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir