A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Franso Herîrî

Franso Toma Kanun, ku bi (Franso Herîrî), mamosta û siyasetmedar tê nasîn, di sala 1963 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1969 an de bûye berpirsê Komîteya Herêma Balekê ya girêdayî Komîteya Şaxê Duyemîn. Di sala 1979 an de di Kongreya Nehemîn de wek endamê yedek ê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de bûye endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê. Di kongreyên Yazdemîn û Dozdemîn de wek endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Fuad Celal Xerîb

Fuad Celal Xerîb Tofîq bi navê (Dr Fuad), hatiye nas kirin, siyasetmedar e û di sala 1951 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bûye. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreya şeşem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bûye endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê...

Agahiyên bêtir

Fazil Mîranî

Yasanas û siyasetmedar Fazil Mutnî Elîxan, bi navê (Fazil Mîranî), hatiye nas kirin. Di sala 1966 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên heftem ya di sala 1966, heştem ya di sala 1970 an bûye.

Agahiyên bêtir

Ferec Hesen Mihemed Ehmed

Ferec Hesen Mihemed Ehmed, Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûlê û şoreşa Gulanê bûye û li jiyana xwe ya siyasî de, pileya endamê Lîjneya Navçeyê wergirtiye û li sala 1987 an de ji aliyê xwefiroşek ve bi du hevsengerên xwe yên li baregehê da hatine şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Faruq Heme Elî Ferec

Faruq Heme Elî Ferec, Pêşmergeyê raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li azad kirina bajarê Kerkûkê ya li sala 1991 an de bi dijwarî birîndar bûye û li nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Fetah Gulî

Ebubekir Osman Mihemed bi (Fetah Gulî), hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye. Di sala 1979 peywendiyê bi şoreşa Gulanê re dike. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye. Di sala 2007 ji ber sedema nexweşiyê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Fatih Mihemed Emîn

Fatih Mihemed Emîn Murteza, ku bi navên Fatih Mihemed Emîn Beg, Fatih Siyamensûrî û Birusk jî tê nasîn, mamoste û siyasetmedar, di sala 1964an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, salên (2001-2005) bûye endamê Civata Niştîmanî ya Kurdistanê, di sala 2020ê de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir