Ferec Hesen Mihemed Ehmed

Ferec Hesen Mihemed Ehmed, Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûlê û şoreşa Gulanê bûye û li jiyana xwe ya siyasî de, pileya endamê Lîjneya Navçeyê wergirtiye û li sala 1987 an de ji aliyê xwefiroşek ve bi du hevsengerên xwe yên li baregehê da hatine şehîd kirin.


Şehîd Ferec Hesen Mihemed Ehmed, di sala 1937 an de li gundê Şanêrî ya ser bi qeza Seyid Sadiq ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye û li heman demê de xwediyê dikaneke li nav bazara Seyid Sadiq de bûye û piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwanê nîştecîh bûye. Xêzandar bûye û navê xêzana wî Aske Kerîm bûye û xwediyê du kur û sê keçên bi navên Hisên û Ednan û Nesrîn û Nasik û Pexşan bûye.

 

Di sala 1974 an de li hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Di sala 1983 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê de kiriye û li hêza Surên ya ser bi Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dûbare bûye Pêşmerge. Piştî damezrandina Lîjneya Navçeya Şarezûrê ya li sala 1986 an de pileya endamê lîjneya navçeyê wergirtiye.

 

Di sala 1987 an dema ku baregeha wan ya li Kerecalî ya devera Hewramanê bûye, ew bi xwe û du hevsengerên wî ji aliyê xwefiroşek ve ku cihê baweriya wan ve bû hatine şehîd kirin. Paşê ji bo razîkirin û wergirtina pereyan ji rejîma Be'es ve laşê wan têk dide û çend perçeyek ji laşê Ferec Hesen Mihemed û du hevsengerên wî ji bo dezgeha Emnî ya Iraqê re biriye.



 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir