Fuad Celal Xerîb Tofîq bi navê (Dr Fuad), hatiye nas kirin, siyasetmedar e û di sala 1951 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bûye. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreya şeşem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bûye endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê. Di sala 1964 an de berpirsê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li dawî ya sala 1965 an de bi endamê nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ya ser bi Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Fuad Celal li sala 1933 an de parêzgeha Silêmanî ji dayik bûye. Di sala 1960 an de bekaloryosa pizîşkî ya veterneriyê li Zanîngeha Bexda wergirtiye. Di sala 1960 an de birêveberê fermangeha daristana Bekireco bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê Şahnişîna Îranê bûye. Di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji aliyê desthilatdarên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî ve ji bo bajarê Emare ya li Başûrê Iraqê hatiye dûr xistin û bi Birêveberê Nexweşxaneya Veternerî ya Mîsan hatiye damezrandin. Li destpêka sala 1977 an de Birêveberê Giştî yê kompanya Pelewerî ya navçeya Bakûr ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1978 an de ji bo bajarê Bexda hatiye veguhestin û bi pileya Birêveberê Pelewerî ya Bexda xizmetê kiriye.
Di sala 1979 an de bi Birêveberê Pelewerî ya Tasluce ya li Silêmaniyê hatiye damezrandin û mafê vegerana Kurdistanê pê hatiye bexşîn. Di sala 1979 an de wekî Birêveberê Pelewerî ya Hewlêrê hatiye veguhestin. Di sala 1980 an de pileya wî hatiye bilind kirin û bi Birêveberê Giştî yê Pelewerî ya Bexda hatiye destnîşan kirin. Di sala 1982 an de hatiye xanenşîn kirin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye. Li 26 ê tişrîna yekema 2013 bi nexweşiya şêrpence li bajarê Londonê koça dawî kiriye û termê wî ji bo bajarê Silêmanî hatiye veguhestin û li goristana Girdî Seywan bi axê hatiye spartin.
Xebatname
Fuad Celal di sala 1951 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1953 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye. Li 16 ê şubata 1959 an de endamê lîjneya karubarê Qutabiyan bûye bi mebesta çareser kirina kêşeyên xwendekarên Kurd. Di sala 1960 an de nûnerê kongreya pêncema Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Li 19 ê temuza 1961 an de li nexweşxaneya veterînerî ya Hewlêrê hatiye damezrandin. Di sala 1963 an de fermandeyê şerê Hezarmêrd ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye. Li sala 1963 an de Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Li 24 ê temmuza 1963 an heta 26 ê tişrîna yekema 1967 an ji ber Kurdayetiyê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve ji karê xwe hatiye dûr xistin. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.
Di sala 1964 an de beşdariya civîna berfireh ya Mawet de kiriye lê belê dijî biryarên Konferansa Mawet rawestaye û piştgîriya Serok Mistefa Barzanî kiriye. Di sala 1964 an de ji ber alîgirî ya li Serok Mistefa Barzanî ji aliyê bala mekteba sîyasî ve li Mawet hatiye bend kirin. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreya şeşem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bûye endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê. Di sala 1964 an de berpirsê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li dawî ya sala 1965 an de bi endamê nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ve ya ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1974 an de bi destpêka şer ya li navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Be'es de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1974 an de bi bombebarana firokeyên hêza asmanî ya Iraqê birîndar bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Şahnişîna Îranê bûye.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî mehatat rîesiye) 1946 - 1993 (Dihok ـ matba'a Xebat - 1998), sahifa 91, 104, 110.
3 - Şekîb Aqrawî, Senewat al mahniye fî Kurdistan ahem al hewadis al siyasiye wal askeriye fî Kurdistan wal Iraq min 1958 ala 1980, al taba'a al saniye, (Erbîl ـ matba'a Minar - 2007), sahife 157.
4 - Ebdulstar Tahir Şerîf, gengeşe li gel jiyanê da (bîranîn) 1935 - 1971 - bergê yekem, (Kerkuk ـ Arabxa - 2005), rûpel 103.
5 - Ismet Şerîf Wanlî, Kurdistan al Iraqiye huya wetaniye (Dîrasa fî sewre 1961), tercume Sad Mihemed Xizir, (Al Silêmaniye - muesese Jîn ـ matba'a Şivan - 2012)m sahife 316.
6 - Rojîn Çilbî Minîr, Zaxo 14 ê tîrmeha 1958 - 6 ê Adara 1975 - (Bê cîh ـ Navenda Zaxo ya vekolînên Kurdî 2018) rûpel 226.
7 - Elî Sincarî, heqîqa mesaîre sewre 11 Eylul 1961, (Dihok ـ matba'a Xanî 2013) - sahife 290.
8 - Elî Sincarî, safhat min nab'a zakertî fî al hizb al demoqratî al Kurdistanî, (Dihok ـ matba'a Xanî 2015), sahife 37.
9 - lmhat min tarîx al hereke al talabiye al Kurdistaniye (bidun mekan ـ atihad al talaba wal şabî al demoqratî al Kurdistanî ـ nîsan 1992), sahife 19.
10 - Rojîn Çelebî Minîr, Zaxo 14 ê tîrmeha 1958 - 6 ê Adara 1975, (Bê cîh ـ Navenda Zaxo ya vekolînên Kurdî 2018) rûpel 226.
11 - Mesûd al Barzanî, al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al mucelad al salase, (Erbîl ـ matba'a wezara al terbiye 2002), sahife 144.
12 - Mihemed Amir Dêrşewî, al baniye al dîniye al sîyasiye fî Kurdistan, (Erbîl ـ matba'a Hêvî 2016), sahife 316.
13 - Necmedîn Alî Wesfî, sewre eylul al mecîde, (Dihok ـ al far' al awal lil hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al mehad ـ matba'a kuliye al şerî'a 1995), sahife 20.
14 - Nizar Xeylanî, Esed Xeylanî deftera bîranîn xwe hildide (Hewlêr ـ dezgeha çap û belavkirinên Bedirxan ـ çapxaneya Hêvî 2014), l 73.