Feqe Resul Rustem Mihemed

Feqe Resul Rustem Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, li sala 1988 bi sêdaredanê hatiye şehîd kirin.


Şehîd Feqe Resul Rustem li sala 1963 li nahiyeya Qeladizê ya ser bi qezaya Pişder ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye. Nîştecihê Qeladizê bûye. Feqe Resul xêzandar bû û di dema koçberiya li welatê Îranê de hevjîniyê li gel Nesrîn Şerîf kiriye ku bi esil û reçeleka xwe niştimaniyê Rojhilatê Kurdistanê bû û her wiha xwediyê kur û du keçan bûye.

 

Bavê wî Resul Rustem li destana Kêwereşî ya Şoreşa Îlonê li sala 1974 de şehîd bûye, her wiha ji ber bombebarana balafirên serbaziyên rejîma Be'es li ser nîşîngeha Zêwê ya li welatê Îranê li sala 1985 du birayên wî yên bi navên Merîwan Resul û Şoreş Resul şehîd bûne û xuşkeke wan ya bi navê Pîroz Resul bi dijwarî birîndar bûye. Her wiha heta niha jî malbata Feqe Resul venegeriyane û li bajarê Serdeşt ya welatê Îranê nîştecîh bûne.

 

Li sala 1984 peywendiyê bi Şoreşa Gulanê dike û dibê Pêşmerge û li hêza Pişder ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ku li wê demê de Feqe Usu fermande bûye.

 

Feqe Resul bi awayeke çalakane li tevgerên mefrezeyên partîzaniyên devera Pişder û Bitwên de beşdariyê kiriye.

 

Li sala 1988 ji bo çalakiyeke partîzanî û civîneke şaneya nihênî vegeriyaye Qeladizê, piştî temamkirina karên xwe û vegerana welatê Îranê, li ser tixûb ketiye nava kemîneke serbaziya rejîma Be'es û bi komek belgenameyên şoreşê ve hatiye destgîr kirin û ew veguhestine girtîxaneya Ebuxerîb. Piştî du mehan li destgîrkirina wî li 13 ê Nîsana 1988 bi biryara Dadgeha rejîma Be'es hatiye sêdaredan û şehîd bûye. Her wiha yek ji wan şehîdane ku gora wî nediyare.

 

Belgenameyên li sêdaredana şehîd Feqe Resul Rustem.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir