Fetah Gulî

Ebubekir Osman Mihemed bi (Fetah Gulî), hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye. Di sala 1979 peywendiyê bi şoreşa Gulanê re dike. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye. Di sala 2007 ji ber sedema nexweşiyê koça dawî kiriye.


Fetah Gulî li sala 1943 li bajaroka Batîfa ya ser bi qeza Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 qonaxa navendî li Zaxo temam kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê nîştecîh bûye. Paşê ji bo komelgeha Rebet û ji wir jî ji bo komelgeha Sera û Nîlufer ya li Kirmaşanê û ji wir ve jî ji bo Kirmanê hatiye veguhestin. Di sala 1979 vegeriyaye Zêwe û heta sazkirina kongreya nehem ya Partiya Demokrata Kurdistanê li wir Pêşmerge bûye. Li roja 24 ê hezîrana sala 2007 ji ber nexweşiyê koça dawî kir û li warê bav û kalên xwe li bajaroka Batîfa bi axê hate spartin.

 

Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li Betalyona Elî Halo bûye Pêşmerge. Di sala 1964 bûye kadîrê Betalyonê. Di sala 1968 ji bo hêza Helgurd hatiye veguhestin ku hêzekî destweşên bûye û bi Fermandeya Silêman Hacî Bedrî li navçeyên Qesrê û Hacî Omeran û erkê îdare kirina hêzê wergirtiye û heta sala 1975 li wê hêzê de bûye.

 

Di sala 1980 bûye Berpirsê Lîjneya Navçeya Zaxo li Leqa Yek. Di sala 1981 ji bo navçeya Dihokê hatiye veguhestin. Di sala 1985 bûye berpirsê Lîjneya Navçeya Amêdî. Di sala 1986 erkê berpirsiyariya Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye û sala 1987 bûye berpirsê Lîjneya Navçeya Şêxan. Di sala 1988 piştî operasyona berfireha Enfal û kîmyabaran kirina devera Behdînan, Ebubekir Osman Mihemed bi komek hevalên xwe yên din re çûye devera Doskî ya Jor û li wir maye.

 

Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Dihokê nîştecih bûye. Di sala 1992 bûye berpirsê Bereya Kurdistanî ya li devera Dihokê û heman demê de berpirsê Lîjneya Navçeya Dihokê bûye. Li dawiya heman salê bûye Fermandeyê Leşkerê Yek ya Zaxo. Di sala 1993 bûye Kargêrê Leqa Yek û Berpirsê Beşa Serbazî ya Leqê. Di sala 1995 bûye Fermandeyê Hêzê Zêrevanî ya li Dihokê. Di sala 1999 yek ji endamên şanda Partiya Demokrata Kurdistanê bûye ku ji aliyê welatê Suudiye ve hatibûn vexwendin û beşdariya rêwresma Heciyan kir. Di sala 2001 û piştî damezrandina Leqa Heşt ya li Zaxo, Fetah Gulî erkê Cîgirê Berpirsê Leqê wergirt.

 

Nav bihurî li jiyana Pêşmergeyetiyê da beşdariya çendîn şeran kiriye. Di şerê Hesin Pîrka li sala 1980, şerê Geliyê Dihokê li sala 1982, şerê Geliyê Zawîte li sala 1982, şerê Dêr Gijîng li sala 1984, şerê Sutkê li sala 1987, destana Xwakurk li sala 1988 de beşdar bûye.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir